Diyarname
Koma hacker a bi navê Fancy îdîa kir ku di serdema 2015-2016'an de 200 lîstikvanên fûtbolê di encama testan de bi dopîng derketine
Spuknîkê nûçe weşand. Li gor nûçeyê ji lîstiktvanan lîstikvanên arjantînî Diego Milito, Carlos Tevez û Gabriel Heinze, yê slovak Martin Jakubko, yê alman Mario Gomez, yê hollandî Dirk Kuyt, yê îtalyan Mauro Camoranesi jî di nav van lîstikvanan de ne.
Hackeran di daxuyaniya weşandine de gotine lîstikvan û rayedar dibêjin ev spor ji dopîngê dûr e, lê hevalên me têkoşînê didin û dê niha derewên wan derxin holê.
Her wiha li gor koma hackerê di Kûpaya Cîhanê ya sala 2010'an de jî 25 lîstikvanê fûtbolê dermanê ji bo başkirinê ku jêre dibêjen "TAK" bikar anîne. Ev derman jî di nav dopîngê de tê hesibandin.


