NAVENDA NÛÇEYAN
Îro 32 partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bêyî beşdarbûna Tevgera Goran û Komela Îslamî ku du partiyên mezin yên Başûrê Kurdistanin, ji bo nirxandina aloziya siyasî û eskerî ya li Başûr a bi hikûmeta Iraqê re li Hewlêrê civiyan û daxuyaniyeke hevpar belavkirin.
Partiyan ragihandin ku êriş û biryarên hikûmeta Iraqê ne qanûnî û demokratîk e û wiha hate gotin: “Em van êriş û biryarên Iraqê bi neqanûnî û nedemokratîk û li dijî mirovatiyê dizanin û ji aliyê tevahiya gelê Kurdistanê ve têne redkirin, ev pêkanînên leşkerî yên Iraqê ne emrên mutleqin û demkî ne.
Naveroka daxuyaniyê wiha ye;
-Hemû aliyên siyasî îşaret bi yekrêzî û yekdengiya hemû hêz û aliyên siyasî yên li Kurdistanê kirin û ji bo serkeftin û çareserkirina pirsgirêkan vê yekê weke zemîn dizanin.
-Em bi tundî êrişên eskerî û biryarên siyasî û aborî yên hikûmeta Iraqê, ku derheqê Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyê îdareya Herêmê hatine encam dan, şemezar dikin û red dikin. Em van êriş û biryarên Iraqê neqanûnî , nedemokratîk û li dijî mirovatiyê dibînin û ji aliyê tevahiya gelê Kurdistanê ve têne redkirin. Ev pêkanînên eskerî yên Iraqê ne mutleqin û demkî ne.
-Em bersivê didin banga civaka navnetewî û hevalbendên xwe em amade ne tevahiya pirsgirêkan bi rêya guftogayan çareser bikin û em her tim ligel wê yekê bûne. Lê mixabin aliyê Iraqê rêya eskerî ji xwe re hilbijartiye. Ji ber vê yekê jî em niha amade ne dest bi diyalogên bê merc û li gorî destûr û dûr ji siyasetên ferzkirinê bikin. Divê Iraq di çarçoveya naskirina mafên Kurdan de bê li ser maseyê gotûbêjan û ji bo vê mijarê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê nûneritiya gelê Kurdistanê dike.
-Em weke aliyên siyasî bi tundî her hewldanên dixwazin du rêveberiyê ji nû ve zindî bike red dikin. Pêwîst e Herêma Kurdistanê ji bo her guftûgoyên bi hikûmeta Iraqê re bê encamdan yekgirtî be.
-Referandûm mafeke destûrî yê gelê Kurdistanê ye û em dev ji vê yekê bernadin û divê Iraq û civaka navdewletî ji ber vê mafî, gelê Kurdistanê ceza neke.
-Em li vir ji medyayên bi ser partiyên siyasî û tevahiya dezgehên medyayî daxwazê dikin ku xwe ji zimanê xirab û nehênî dûr bixin. Pêwîst e nûçe û bûyeran bi rastî veguhezînin û aştiya civakî û yekgirtiyê biparêzin.
-Em di dawiyê de silavên xwe pêşkêşî giyanê pak ên tevahiya şehîdên Kurdistanê û taybetî yên li Kerkûk, Xurmatû û Xaneqînê dikin. Em têkoşîna pêşmergeyên leheng ên Kurdistanê binirx dibînin û em rêz didin wan. Em silavên xwe pêşkêşî xwişk û birayên me yên bi zora hêzên iraqê koçberbûnê re jî dişînin.
-Di dawiyê de îradeya gelê Kurd dê bi serbikeve û ti hêzeke nikare mafên Kurdan tune bikin.
Hikûmeta Iraqê jî ragihandibû ku şerta wan ya diyalog li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê deynin û qebûl bikin betalkirina biryara referandûmê ye. Eger nebêjin referandûm betal dikin diyalogê qebûl nakin.
Hêjayî gotinêye ku Tevgera Goran ku di parlementoya Herêma Kurdistanê de partiya duyem a mezin ya Başûrê Kurdistanê ye û Komela Îslamî jî xwedî girseyeke mezin e li Başûr di nava parlementoyê de jî digirin. Her wisa yek ji partiyeke muxalîf û xwe li seranserê Başûrê Kurdistanê rêxistin kiriye Tevgera Azadî jî beşdarî vê civînê nebûne û nêrîna wan di vê daxuyaniya hevpar de nîne. Goran jî pêşniyara avakirina Hikûmeteke nû ya bi navê Rizgariya Netewî li Başûrê Kurdistanê dike.
Ji Rojnewsê hatiye girtin
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Goranê biryara avakirina Hikumeta Rizgarî ya Niştîmanî erê kir
- Notên ji axaftina Bafel Talabînî
- Cockburn: PDK û YNK'ê berî operasyonê li hev kirin ku vekişin
- Hewlêr: Em amadene vegerin Bexdayê
- Hilbijartinên parlemenê û Serokatiya Herêmê hatin taloqkirin
- Fermandarê Pêşmerge: Biryara paşde vekişandinê rast bû
- Lahor Şêx Cengî: PDK’ê 31’ê Tebaxek din anî serê Kerkûkê


