Diyarname
Agahî ji aliyê Berdevkê Vatîkanê Greg Burke ve hat ragihandin. Li gor daşuyaniyê Papa Francesco ferman daye ku ji serê salê û wêdetir li Vatîkanê kişandina cixareyê bê qedexekirin. Hatiye gotin ku Vatîkan ligel tiştek ku eşkereye zirarê dide mirovan şirîkatî nake.
5 hezar xebatkar û malnişînên ji Vatîkanê mafê wan heye ku ji Vatîkanê bi buhaya erzan cixareyê bigirin. Vatîkan her sal bi mîlyonan Euro pere ji firotina cixareyê bi dest dixe. Lê Berdevkê Vatîkanê Burde gotiye ku ger zirarê bide bedena mirovan qezenckirina wê pereyê jî ne meşrû ye.
Papa Francesco di ciwaniya xwe de pişika xwe ya reş emeliyet bûbû û ji wê demê de ew cixareyê nakişîne.
Li Vatîkanê li stasyoneke kevn a trênê cixare ji bo xebatkarên Vatîkanê û yên ji Vatîkanê malnişîn bûye tê fiortin. Mafê wan heye mehê 5 karton cixare bêyî baca gumrikê bikirin. Tê gotin di nav van kesan de yên ku cixareyê nakişînin jî diçin dikirin û didin hevalên xwe ji ber ku cixareyên li vir tên firotin ji bazara Îtalyayê rezantir in.


