Diyarname
Komîsyona Ewropayê pêşniyarnameyek da û têde xwest ku li Ewropayê di rêveberiya kargehan de divê sedî 40 kotaya jinan hebe. Hedefan ew e ku hê zêdetir jin di nav rêveberiya cîhana kar de hebe.
Di pêşniyarnameyê de tê gotin ku ger endamên lijneya rêveberiyê sedî 60 mêr bin, sedî 40'ê din bi mêrên din neyê dagirtin û heta endamên nû yên jin bên ew kota bê parastin. Berê welatên Almanya, Hollanda û Swêdê pêşî li hewldaneke Yekîtiya Ewropayê ya bi vî rengî girtibû.
Di sala 2005'an de li temamê Yekîtiya Ewropayê di şîrketên ji bo gel vekirî de asta jinan di rêveberî de sedî 10 bû. Di sala 2015'an de ev derxistin sedî 22. Lê dema li rewşa CEO'yan tê nêrî hejmara jinên CEO dadikeve sedî 6-7.
Li gor lêkolînan Egon Zehnder li Îngilistanê rêjeya jinan di rêveberî de di sala 2014'an de sedî 31.1, di sala 2016'an de daket sedî 29.
Li gor rêjeyên welatên OECD Tirkiyeyê di warê xebata jinan de welatê herî xirab e. Li Tirkiyeyê rêjeya jinan di rêveberiya kargehan de sedî 10 e.
Di vî warî de herî baş Îzlanda ye ku sedî 44 jin di nav lijneyên rêveberî de hene.