Diyarname
Ev nexşe çima girîng bû, çima qedexe kirin? Mesele ev e: Ji ser nexşeya "syria.liveuamp.com" li Sûriyeyê herêm çawa dest diguherînin, kîjan herêm dibe zer, dibe sor yan rengek din roj bi roj diguhere. Û di vê demê dawî de jî ev neşxe bi êrîşa li ser Efrînê re carek din zêdetir bal kişand. Ji ber ku gelek kes ji ser wir re fêm dikir "zer"ê Efrînê reng diguherîne yan na. Û ji ber ku di reng guhartinê de zêde tiştek nîn e îro li Tirkiyeyê ev nexşe hat qedexekirin. BTK'ê (Lijneya Ragihandin û Teknolojiya Zanistê) ku ew malperan qedexe dike îro ev nexşe qedexe kir.


