Diyarname
Rojnamegerê navdar ê tirk Cengîz Çandar li ser hevaltiya xwe ya bi Cegerxwîn re axivî û got: "Ez gelek li mala Cegerxwîn mam. Wî Dîwana xwe wekî diyarî da min."
Wênesazê kurd Ahmet Guneştekîn ji bo TRT 6'ê niha dest bi amadekirina bernameyeke nû kir. Navê bernameyê "Ahmet Guneştekîn û Rengên Jiyanê" ye. Bername li ber tengava (bogaz) Stenbolê, li xaniyeke dîrokî û navdar tê kişandin. Bi şiklê xwe, bi awayê dîtbarî bernameyeke serketî ye. Bername dawiya hefteyan roja şemî û yekşemê dê bê weşandin. Di bernameya yekem (21.11.2009) de mêvanê Guneştekîn rojnamegerê navdar Cengiz Çandar bû.
Çandar li ser zarokatî, li ser serdema xwe ya têkoşînê, hevaltiya xwe ya bi Denîz Gezmîş û hevalên wî re axivî û dûre gotin hat ser hevaltiya wî û helbestvanê navdar Cegerxwîn. Rojnameger Çandar wisa got: "Di sala 1971’ê de dema ji ber meseleyên siyasî ez derketim derveyî welat, min kesekî ku berê min navê wî bihîstibû hev dît û çend salan têkiliyeke min a taybet pêre çêbû: Ew Cegerxwîn bû. Li Şamê. Û dûre dema du sal û nîv ez li Lubnanê jiyam, her ku du sê mehan carekê ez dihatim Sûrî û du roj, sê roj her çibe dimam, ez li mala Cegerxwîn dimam. Û dema 73’yan de ez ji herêmê veqetiyam piştî du sê salan wî Dîwana xwe wekî diyarî da min. Min peyvekê jî bi kurdî nedizanî. Bi kurdî, bi tîpên latînî hatiye nivîsandin. Yanê kurdekî vê bibihîze herhal ezê wekî nîvewliyayekî bêm pêşwazîkirin.(KEN)
Çandar li ser çûyîna xwe ya Bonnê ya ji bo şeva Weqfa Çand û Hunerê ya Şivan Perwer jî kir û wiha berdewam kir: "Li civîna Bonê min got, ez zû hatim vê astê; ez li mala Cegerxwîn radibûm û rûdiniştim û me bi wî re çi xeber dida û nedida. Me dîrok xeber dida, helbest xeber dida, li ser çanda gelê kurd filan."
Cengîz Çandar hezkirina xwe ya ji bo hunermend Şivan Perwer jî anî ziman û got: "Bawer bin bi qasî kurdan tirk jî ji Şivan Perwer hez dikin, ew hunermendekî wisa ye. Hûn tirk in, hûn li Şivan Perwer guhdarî dikin, pêre hevaltî dikin, dostaniyê çêdikin. Niha balkêş e, ne balkêş tişteke xwezayî ye, normal e. Ez jî wisa, bi qasî ez ji Şivan Perwer hez dikim wisa ji Neşet Ertaş jî hez dikim."
Di bernameyê de koma muzîkê ku şirîkatî dike strana "Ey Dîlberê" xwend. Li ser vê yekê jî Çandar ev anî ziman: "Ez jî ji vê stranên hez dikim. Ez bîranîneke xwe bibêjim: Ez li Amedê bûm. Heval û dostên min ên ji saziyên sivîl hebûn. Ev stran hate gotin, min mêze kir her kes dizane, pêre dibêje. Hema bêje her kurd vê dizane. Îsal ez çûm Miksê, festîvala Feqiyê Teyran hebû yekem car e li dar dikeve, wisa pireke di navbera me de çêbû bi Feqiyê Teyran re, ez hînê gotinên stranê jî bûm û min çend carên din lê guhdarî kir; her carê ku ez li stranê guhdarî dikim pêla hestan xwe li min dipêçe. Ew qas min guhdarî kir êdî beşa nakaratê ez pêre dibêjim."
Bernameya "Ahmet Guneştekîn û Rengên Jiyan" her dawiya hefteyê dê bê weşandin. Li gor agahiyên ku Ahmet Guneştekîn dan me di beşên bê de dê kesên wekî helbestvan Nevzat Çelik, hunermend Bedri Ayseli, nivîskar Abdurahman Dilipak, wênesaz Bedri Baykam, koma Taksim Trio û Prof. Kaya Ozsezgin bike mêvanê xwe,


