Stenbol
Federasyona Komeleyên Dêrsimê û Federasyona Alevî Bektaşiyê bi diruşma "38 Dêrsim komkujî ye, bila arşîv bêne vekirin, berpirs hesabê bidin" li Kadikoya Stenbolê mîtîngeke hate li dar xistin.
Di mîtîngê de bi hezaran kes amade bû. Pankartên "Em ewladê Kerbelayê ne, ji Koçgirî heta Gaziyê em dijî qetlîaman in", "Serhildana li hemberî înkar, îmha û asîmîlasyonê meşrû ye", "Me Dêrsima 38'an ji bîr nekir", "Gorîn Seyîdên me li ku ne" hatin vekirin.
Di mîtîngê de li hemberî girtina DTP'ê jî pankart hatin vekirin û girtina DTP'ê hate qedexekirin.
Mebûsê DTP'ê Şerafettin Halis, Şaredara Dêrsimê Edibe Şahin, hunermend Ferhat Tunç, Aynur Dogan, hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê û gelek hunermendên din di mîtîngê de amade bûn.



