Diyarname
Komeleya Zimanê Kurdî yak u li Cizîrê hatiye avakirin dixwaze kovareke bi nave “Birca Belek” derxe. Ji bo vê yeke daxuyaniyeke şandine û dixwazin di serî de nivîskarên ji Botanê nivîsan ji wan re bişînin.
Di daxuyaniya ku Mîrza RONÎ û Ceng HEVÎDAR li ser nave kovara ku dê derkeve şandine de tê gotin ku ji bo ku em bikaribin xebatên xwe yên ziman û wêjeya kurdî bi awayek rêkûpêk bimeşînin; me li Cizîra rengîn Komeleya Zimanê Kurdî ava kiriye. Ev nêzî salekiye, em di nava xebatên ziman de keft û leftê dikin. Herî dawî me wek Komeleya Zimanê Kurdî, biryar da ku; em ji bo ku xeml û rewşa Botanê derînin li ser lênûska û di kovarê de cih bidinê, me bîryara kovar derxistinê da. Bi navê ‘Birca Belek’ me nêt pê anî ku, em kovarekî derînin. Naveroka kovarê wê; Ziman, Wêje, Dîrok, Çand, Hûner û Lekolîn be.
Daxuyanî dibêje ku bi vê armancê em dixwazin ji nav axa Botanê de; dengê ku di nav kevnarên gunda û di bin dîwarên xirabe de mayî, em derînin ser rûyê erdê û ev yek lê tê zêdekirin: “Wekî ku tê zanîn herema Botan bi teybetî Cizîr; ji hêla wêje û zimanê kurdî ve kehniya herî zelal e. Bi Melayê Cizîrî, Mem û Zîn û gelek kesayetên hêja Cizîr di dîroka xwe de bûye paytexta zanînê. Bi vê meqsedê em jî dixwazin kedekî ji herema Botan re amade bikin û vê kedê di riya civaka Botan de serfiraz bikin. Di serî de banga me ji bo Nivîskar, Rewşenbîr û Lekolînerên; ji nav dilê Botan derketine û di nava metrepolên bê wijdan de dijîn, alîkariya me bikin û ji bo qêrîna wan bibin navnîşan; em dixwazin ew/hûn jî bi hemû hêza xwe ji me re bibin alîkar û rengê xweyî Botanî, nivîsên xweyî berketî derînin ser rûpelên kovara ‘Birca Belek’ Kovara me wê giranî li ser herema Botan weşanê bike, ji bona vê çendê em dixwazin di serî de xwe bi gihînin Nivîskarên Botanî. Da ku em bikaribin zanîna wa ya li ser heremê têxin naveroka kovarê. Her Nivîskar û rewşenbîrê kurd ji bo me dewlimendiyeke. Banga me ji bo her mirovê kurdê ronakbîr ew e ku, em bi hevre gelê xwe bi zimanê wî û çanda wî ronî bikin. Em li benda piştgiriya wene.”
Kesên ku bixwazin pêre eleqedar bibin, dîtin û fikrên xwe bînin ziman, yan jî nivîsan bişînin dikarin ji ser vê mailê re bi wan re bikevin têkiliyê: kovarabircabelek@hotmaîl.com


