logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Hakan Peker: Minê hê tiştên dijwar bigota, min nexwest pevçûn derê

Hakan Peker yek ji wan hunermendan e ku bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan re hevdîtin pêk anî. Peker wê çaxê jî, niha jî

  • Dîrok: 28/02/2010
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Yeşim Çobankent

Pêşî em bibîr bixin ku Hakan Peker kî ye, ku tiştên di hevpeyvînê de hatine gotin baş me şaşwaz bikin. Peker ku 47 salî ye di salên 90'î de yek ji musebbîb û kralê dansê yê popa tirk e ku pop navdar bû. Dema qala strana “Hey Corç Versene Borç, Olmaz Maykıl Bende de Yok” (Hêy Corç, ka bide hinek deyn, na Maykil bi min re jî tune) dihat kirin digot, "Yaptığımız müzik poptur, kaliteli olma iddiamız yoktur" (Muzîka ku me çêkir Pop e, îdîaya me ya qelîteyê nîn e)

Dem hat, dewran guherî êdî li ser zimanê bi derd û hêrsbûyî ya siyasetê diaxive. Dema serokwezîr xwest hunermend jî ji bo "Pêşîlêvekirina Kurd" bar bigirin ser milê xwe Hakan Peker jî li wir bû. Di hevdîtina bi taştê ya hefteya borî de gotinên herî muxalîf wî anîn ziman û got: "Pêşîlêvekirin temam lê ji aliyê din ve şaredar têne binçavkirin." Bi Hakan Peker re roja ku Operasyona Balyozê li dar ket ku qet ne di xema wî de bû me hev dît. Me guh da gotinên wî yên ji dema taştê dijwartir û zelaltir.

Bi ya te niha pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê çi ye?

- Cudabûna li nav civakê ye. Divê serokwezîr vê xirecirê ji holê rake û dawî li vê cudabûnê bîne. Hin gav bêyî mirovan tehrîk bikin divê bêne avêtin. Mebûsên AKP'ê ku dibêjin "Yên ku rêya xwe nedin me xwînheram in" hene.

Di warê siyasî de saziya ku tu pê ewle nebî heye?

- Vî welatî êdî ez di nav ewlehiyê de nahesibînim. A rast ez ditirsim ku li vê derê bijî. Hema her gav mimkûn e hin te bigirin bin lêpirsînê û te bavêjin girtîgehê. Ji ber vê yekê ye ew qas kanalên nûçeyan hene û ew qas kes têde diaxivin. Ez dema diçim Îtalyayê, diçim vir û wir ez di televîzyonên wan de rojeveke wekî me ku wisa nepixandine nabînim. Bernameyên zarokan, fîlm, wisa xweşik têne nîşandayîn. Di televîzyonên me de em nûçeyek dilgeş nabînin. Êdî ji dilê min nayê ku ez muzîkê çêbikim, stranan bistrêm.

HETA BENDAV JI HOLÊ RANEBE EZ RÊYA XWE NADIM

Herî dawî di hilbijartinê de te rêya xwe da kîjan partiyê?

- Ez rêya xwe nadim. Ev helwesteke û heta pergala bendavê neguhere ez nafikirim ku rêya xwe bidim.

Sibê hilbijartin çêbe tuyê rêya xwe bidî kîjan partiyê?

- A rast ez nizanim. Ez difikirim ku partiyeke ava bikim (dikene). Ez ne bawer im partiyeke ji hilbijartinê bi serketî derê, îhtîmal e wê koalîsyon çêbe.

Heta niha te rêya xwe dabû kîjan partiyan?

- A rast ferqek di navbera rast-çep de nîn e. Min kesên ku tiştên baş dikin, bi aqilê selîm tevdigerin hilbijartin. Tê bîra min, min rêya xwe dabû Ozal, Ecevit. Bi giştî ez ji malbateke ku li ser xeta CHP û Ecevît e têm.

Tu Zagona Bingehîn çawa dibînî?

- Ez baş nabînim, ez Zagoneke Bingehîn a demokratîk dixwazim. Ne hewceye em Amerîkayê careke din keşf bikin. Tenê zagonên li gor Yekîtiya Ewropayê bînin cih bes e.

Wekî bavekî, tu doza zarokên ku kevir hilweşandine û hatine girtin dişopînî?

- Ez bawerim li hundir nêzî 5000 hezarî zarok hene. Tiştek ji destê min nayê û ez xemgîn dibim.

Tu piştgirî didî karkerên Tekelê?

- Heta ku mafên xwe yên demokratîk bikar bînin erê. Ku bikar tînin. Li vî welatî bêyî ku mirov mexdûr bibin, divê bi parastina mafên xwe li vî welatî bijîn.

ROJÎNÊ BIXWE TIŞTÊN MIN GOTIN NEANÎ ZIMAN

Tiştên te di taştê de gotin paşê wekî gotinên dijwar hatin dîtin?

- A rast minê hê tiştên dijwartir bigota lê min nexwest pevçûn derê.

Çi ne ev?

Yên ku li ser navê PKK'ê terorê çêdikin di nav qîrînên serketinê de serbest hatin berdan, lê ji bo sempatîzanan 17 sal cezaya hepsê tê xwestin. Ev tişteke gelek ecêb e. Niha hem endamên darizandinê hem jî dewlet zagonan binpê dike. Zagoneke heye ku 'darizandina orgeneralan qedexe ye' lê sê roj in ew general di emniyetê de ne.

Ji bo hevdîtina bi hunermendan a bi Serokwezîr re çawa tu hatî vexwendin?

- Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Huseyîn Çelik geriya. Min jî got 'Helbet, hay hay', di dawiyê de Serokwezîr qedir daye me.

Li wê derê li ser çi axaftin çêbû?

- A rast Serokwezîr tam zelal tiştek negot, piştgirî xwest. Ji ber ku berê de agahî nedabûn me kesî tiştek nedizanî. Pirsgirêka me bi kurdan re nîn e. Ger mafên wan ên siyasî û civakî nayên dayîn berpirsê van dewlet e. Çima ji me dipirse? Ew cihê çareseriyê ne, ne cihê gilîkirinê. Ger bibêjin emê mal, xwarin bidin kurdan, ji bo vê emê zêdetir bacê bigirin, wê kes dengê xwe neke. Pêşî divê dewlet bi wan re aştî çêbike. Ji bo vê yekê ne hewceye ji me destûrê bixwaze...

Civîna bi taştê çiqas dom kir?

- Ji serê sibê saet 10.30'yî heta 16.00'an dom kir. Dema min qala betalkirina konserên şaredariyê yên par kirin gotin sedem tengasiya aborî ye. Vê bersivê ez tatmîn nekirim. Çima dema tengasiyeke çêdibe pêşî li hunermendan dikeve? Em di wan festîvalan de stresa gel ji holê radikin.

Di dawiyê de hunermend jî kedkar e ne?

- Helbet...Ger hevalên me yên hunermend di festîvalan de kar nekin wê çawa li ser piyan bisekinin?

Herhal ji bilî Rojînê kesek din a bi nasnameya siyasî li wê hevdîtinê nîn bû. Popkarên li Tirkiyeyê jî jixwe ne zêde muxalif in. Tu netirsiyayî ku bi çavekî din li te binêrin?

- Rojînê bi xwe jî tiştên min li wê derê gotin neanî ziman. Piştî ez derketim wê ez pîroz dikim. Ez çima bitirsim, ehmeqî ye ku mirov tevliheviya têgehan a li Tirkiyeyê neyne ziman. Di jiyana xwe de ez tu demê nebûm hunermendekî şelaf. Ji ber ku min mafê telîfê şermezar kir 3 salan Kral TV'ya Cem Uzun klîba min neweşand. Ez mineta kesî nakim ku ez vê yekê wekî azadiya xwe ya herî mezin dihesibînim. Min pişta xwe nedaye vê hikumetê, ez bi keda xwe û bi stranên xwe hatin derekê.

DOZA ERGENEKONÊ DIBE KU 20 SAL BIDOME

Yên ku hatine girtin çima hatine girtin, yên li derve çima li derve ne ez fêm naki. Û li holê tişteke ber bi çav nîn e, kes dernakeve nabêje vî zilamî ev gotine. Ev darizandin dibe ku 20 sal bimeşin. Hevaleke me ya xwedî malpera înternetê (qala doza Devrimci Karargahê dike) piştî 10 mehan bêyî sûceke wê hebe serbest hate berdan û dewletê tenê got 'bibore'. Gel divê pêşî hesabê vê bipirse. Lê em nikarin çalakiyan jî çêbikin, ji ber ku me digirin.

ŞAHÎ ÊDÎ EYB E

Kî çawa dixwaze bila wisa bijî. Lê yên ku dibêjim ez laîk im, ji yên sergirtî re nabêjin 'serê xwe vekin' lê yên sergirtî dikarin bibêjin 'yên ser vekirî serê xwe bipêçin wê baş be'. 'Zordariya taxê' pir e. Di dema dawî de çanda cixare, mey û şahiyê wekî eyb tê dîtin. Ev yek ji ber baskê radîkal ê AKP'ê diqewime. Yên olekê nahebînin jî divê wekî misilmanan xwedî heman mafî bin. Hunermendekî ji bo ku di festîvalekê de karekî bi dest bixe divê ne xizmekî şaredarekî be. Berê tiştên wisa nîn bûn.

ÇIYÊ MIN JI MAHSUM KÊM E?

Hakan Peker di meha avrêlê de wê albuma xwe derxe û dibêje ku di demên dawî de herî zêde sînema heyecanê dide wî. Peker dibêje 'Çiyê min ji Mahsun kêm e" û niha amadehiya yekem fîlmê xwe yê sînemayê dike. Peker ku niha hevdîtina xwe ya bi senarîstan re didomîne dixwaze wekî "Pterry Woman" fîlmekî romantîk bikişîne.

Bêyî em kurt bikin me ev hevpeyvîn ji rojnameya Hurriyetê girt û wergerand.

 

Nûçeyên eleqedar:

- Hunermendan ji Serokwezîr re çi got?

- Hunermend û Serokwezîr hatin ba hev

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ahmet Turk: Tu hêz nikare DTP'ê têk bibe

ad

'Zembîlfiroş' û 'Dewrêşê Evdî' bûn bi almanî

ad

Malikî dixwaze dîsa Kerkûk bi Bexdayê ve bê girêdan

ad

Îsal ji bo Roja Ziman li ku derê çi hat kirin?

ad

Nivîskar û helbestvan Osman Hewramî koça dawî kir

ad

Parlamento dikare biryara şandina çekan ji bo Kobanê bide’

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname