Diyarname
Çalakiya WWF'ê "Saeta Dinyayê" ku ji bo hawireke baştir û enerjiya serbixwe hate li dar xistin 4 hezar bajarî bi temirandina elektrîkê beşdarî çalakiyê bûn.
Weqfa Parastina Jiyana Xwezayî ya Dinyayê (WWF) ku ji bo hawireke baştir û enerjiya serbixwe çalakiya temirandina elektrîkan a ji bo saetekê di 2007'an de dabû dest pê kirin. Îsal ev çalakî di êvara 27'ê mehê de li dar ket. Di navbera saetên 20.30-21.30 ya saeta herêmî de çalakî lidar ket. Çalakî li komegiravên Zelandaya Nû dest pê kir û bi hezaran bajaran beşdarî di çalakiyê de kir. Li Sidneyê Mala Operayê, li Pekînê avahiya Bajarê Qedexe, li Parîsê Kuleya Eyfelê, li Romanayê Colecium, li New Yorkê The Empire State Building û li gelek avahiyên navdar ên dinyayê di vê saetê de elektrîkên wan hatin temirandin û piştgirî dan çalakiyên.
Li Tirkiyeyê jî li Stenbolêv digel Pirê Bogazîçî, hin kûleyên mezin piştgirî dan vê çalakiyê û elektrîkên xwe temirandin.
Çalakî li giravên Samoa ya başûrê Okyanûsa Mezin bi temirandina hin avahiyên mezin ku di navbera saetên 11.30-12.30'de beşdarî çalakiyê bûn, çalakîl dinyayê bi dawî bû.
Dîrektorê WWF'ê yê Navneteweyî James Leape da zanîn ku îşev bi sed mîlyonan kesî lembeyên xwe temirandin û got: "Ev çalakiyeke ji rêzê ye lê ji bo ketina nav tevgerê bangeke mezin e."
Çalakiya "Saeta Dinyayê" yekem car li Syreya Avusturyayê di sala 2007'an de li dar ket. Di sala 2008'an de 88 welat beşdarî vê çalakiyê bûn û çalakî bû navneteweyî.


