logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Kaprî û Xirecirek

Wan sala jî wiha bû. Wan sala jî, hembêza civatê ji takekesan re xiliqandî bû. Hev dicircirandin û hebûna her duyan jî s

  • Dîrok: 22/07/2018
  • Beş: Serbest

Ferec Koyistanî

Wan sala jî wiha bû. Wan sala jî, hembêza civatê ji takekesan re xiliqandî bû. Hev dicircirandin û hebûna her duyan jî sobaniya kêrê bû, wekî cotek kêr hev disûtin, lê dikaribûn hev bigguheranda jî. Wan salan, her ku kekê min ji Stenbolê vedigeriya, bi her kesî ecêb dihatin hatinên wî - bi termeke ku niha pê emel dikim, wan sala bêjim; “avangard” bûn ew û hatinên xwe-  Dema ku bi şalê pînekirî, qundera sertûj û porê xwe yê wekî striyên jûjiyan dida derî, mehd li bavê min diqulibî, lê ji bo xatirê hatinan nedida rûyê wî. Piştî ku şîv dixwar û êvar bi serboriyên xwe dimeyiland, diya min ji bo serşûştinê li ber digeriya, lê wî digot, heger serê xwe bişo, dê porê wî ji qêlik derkeve, ji loma divê heta çendekî av bi porê wî nekeve. Timî, bi her hatinê re, neserşûştina wî dibû çirûska ewil a şerê malê. Lê, min bi xwe timî piştgiriya wî dikir, çiku hem modelê modaya Stenbolê bû; -sibê min ê jî hewl bida porê xwe wekî yê wî şeh bikira- hem jî têra min destmişt vedigeriya. Ne bi xêra van çûn û hatinên wî bûna, belkî piyê min bi topê neketa, ez ê ji ajotina pisqilêtê jî mehrûm bimama.

Carnan me serhişkî dikir û em ji ya xwe nedihatin xwarê. Lê axlebê caran, me digot qey em bira jî zêde gewî ne û em vedigeriyan ser derba xwe ya berê. Gewitî û henûniya kekê min, di geremola çûn û hatinên wî de av li hev venedixwarin. -Heye ku li emrê wî jî- Û ji wan gewitîyên wî yek jê jî, anîn û lixwekirina kapriyan bû; wî û bavê min pir dilê hev hiştibû.  -Jixwe, kêm caran ji bo qanihkirinê bi hev re dipeyivîn-  Lê girrê dara sêr ji yê terhik qewîntir derketibû, kekê min fêm kiribû ku wî yê nikarîbûya bi vê xirecirê re derxista serî, ji loma xwe wekî zarê xelkê girê da. -Bi dû re, wê ev fêmkirin bûbûya stûnê serkeftina wî ya di bazirganiyê de-.  Vê carê ji xwe re telefoneke “qemeralî” jî kirîbû û serê her bîstikekê carê, straneke îngilîzî lêdixist û tevî stranbêj distira. Dilê min pir dibijiya telefona wî. Ji bo ku bihişta min jî kêlîkekê pê bilîsta, min qeşmerî û şelafî bi qebale digirtin û hewl dida ku wekî wî bistira. Gava ku min neqla wî dikir, tê derdixist ku dikare yekî bişibîne xwe û ji wê serfirazîyê telefona  xwe jî wekî tiştên ku hew lêdihatin, bi min re par dikir. Piştî çûna xwe, ew kaprî jî ji min re hiştin. Bavê min, ewilî lixwekirina wan li min qedexe nekir, çimku ez hê naşî bûm, lê piştî ku şibiyam zilaman ew gewitî zêdeyî serê min jî dît...

Hingê min bîr nedibir, lê her ku gosirmeta çûn û hatina di min de jî geriya, wê xirecirê ez jî tamsarkî kirim. Ew bav, ew malbat, di her pelûlê de keliya; di mektebên me de, di karên me yên siberojan de, di têkiliyên me de, di bawerî û deştşûştina ji xwedayan de, di evînên me de, di stranên me de, di tenêtiya me de, di xwarin û vexwarina me de, di kurdîtiya me de û a soxî;  di hîçîtî û pûçîtiya me de. Ê min, ez bi qasî kekê xwe jîr û jêhatî derneketim. Anku, demildest ji xwe re li kar û rengdêrine -ku  bi xêra wan ez ê nebûma belakirê vê xirecirê-, negeriyam. Ev lênegerîna min ne ji ber desthilanîna min qewimî, tevî ku min salên xwe bi “geragup”an kudandin û xwe li guhê gê danî jî, ji wî bavî û malbatê ve, bi kevanekeke din:  ji darikê pelûlê ve; wekî jirêçûyî xuya bûm. Belkî xebera wan be, belkî jî na. Lê min li xezeban pa... Wan jî wekî bandên teyba li hev siwar kiribe jî carna, min li xezeban pa... Û axirî, vê sibehê, vê sibehê, piştî ku min riha xwe li gor dilê xwe kur kir, min di selika xwe ya cilan de her du karpî dîtin, min ê şînê vekirî li xwe kir, -çimku ew berê jî bi min diket- wilo min ew peland û ji bişkokê bêrîkên wî hay li ala Îtalyayê bûm, li jora alê, bi tîpên girdek “lîberal” nivîsandî bû. Lap metel mam. Wekî hay ji bindestiya me hebin û qerfê xwe bi me bikin. Kenê gawiran bi me bê jî, ez ê vê havînê van kapriyan biqetînim, bi lixwekirinê.


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Marquezî vê carê kefen çirand!

ad

'Kara Vagon' li Yeşilçamê ye

ad

Gelo Angelina Jolie û Brad Pitt hev ber didin?

ad

Li Qazaxistanê jineke kurd Xelata Serokomarîyê girt

ad

Cihên ku dê jin bibin berendamên şaredariyê

ad

Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt li benda berheman e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname