Diyarname
Hevgertina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) kongreya xwe ya asayî li bajarê Qamişloyê li dar dixe. Ji bo banga beşdariyê Serokê HRRK'ê û endamên rêveberiya li navenda HRRK'ê ya li Qamişloyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Serokê HRRK'ê Ehmed Huseynî û endamên rêveberiyê di civînê de amade bûn. Di daxuyaniya ku ji bo daxuyandina kongreyê hat lidarxistin de rêveberiya HRRK'ê bang li nivîskar, helbestvan, hunermend û hemû aliyên têkildar kir ku beşdarî kongreya wan bibin û bi fikir, raman û pêşniyarên xwe piştgirî bidin kongreyê.
6'emîn Kongreya HRRK'ê roja 28'ê mehê li Hola Zana ya li Qamişloyê dê bi diruşma "Efrîn Nasnameya Xwînê û Ezmûna Jiyanê" li dar bikeve.
(Foto ji Buyerpresê hatiye girtin)


