Diyarname
Kovara Forbesê lîsteya nivîskarên ku li Tirkiyeyê herî zêde pere kar dikin eşkere kir. Vaye ew lîste:
Kovara aboriyê Forbesê lîsteya nivîskarên ku di sala 2009'an de herî zêde pere kar kirine eşkere kir. Li gor lîsteya ku 10 kesên herî zêde pere kar dikin de di rêza yekemîn de Elif Şafak heye.
Elif Şafak bi firotina 522 hezar heb pirtûkên xwe û ji van qezenckirina 2 mîlyon TL'yê derketiye rêza yekem a lîsteya 2009'an. Şafak ev 2 mîlyan TL ji pirtûkên xwe "Aşk" jî têde di salekê de ji hemû pirtûkên xwe qezenc kiriye.
Di rêza duyem de Ayşe Kulin hene. Pirtûkên Kulin par 292 hezar heb hatine çapkirin. Bi sedî 20 telîfê wê 1.1 mîlyon TL bi dest xistiye.
Di rêza sêyem de jî Turgut Ozakman heye ku par 175 hezar heb pirtûkên wî hatine çapkirin. Ozakman ji van pirtûkan 714 hezar TL bi dest xistiye.
Vaye ew lîste:
1- Elif Şafak
2- Ayşe Kulin
3- Turgut Ozakman
4- Soner Yalçin
5- Canan Tan
6- İskender Pala
7- Ahmet Umit
8- Mumin Sekman
9- Serdar Ozkan
10- Nermin Bezmen


