Diyarname
Di sala 2018'an de ji nivîskar heta dengbêjan, ji siyasetmedar heta nivîskar û rojnamegeran gelek kurdên me yên navdar wefat kir. Me ew dan hev:
31.01.2018:
Dengbêj Mehmûd Kizil
Dengbêj Mehmûd Kizil ku rih dabû gelek klaman di 79 saliya xwe de wefat kir. Dengbêjê kurd Mehmûd Kizil di sala 1939'an de li Amedê hatibû dinê. Ew wekî yekemîn dengbêj tê hesibandin ku li Bakur bi kurdî plak derxistiye. "Ax Ciwanî", "Îbo Begê Parsûnê", "Cembelî", "Lawikê Metînî", "Salihê Pismam", "Lîdero" hin klamên wî yên navdar bûn
03.02.2018:
Şahhanim Kanat
Yek ji jinên kedkar, diya gelek zarokên koçkirî, avakara BSV'ê (Başak Kultur Sanat Vakfi/Weqfa Çand û Hunerê ya Başakê) Şahhanim Kanat wefat kir. Wê li ser navê keça xwe ku di sala 1994'an de hat kuştin di sala 2003'yan de li Kayişdagiya Stenbolê BSV vekir û bi vê weqfê di warê çand, hunerê de ders da zarokên koç kirine. Weqfê gelek alîkariya zarokên ferîq, zarokên koçber bûn kir. Weqfa ku Kanat seroka wê bû di warê wêne, muzîk, seramîk, orîgamî, şano, lîstikên gel, zimanê îngilîzî, matematîk û gelek beşên din de ligel zarokan xebat pêş dixist. Her wiha burs jî dida xwendekaran.
19.02.2018:
Nivîskar û rewşenbîr Emerîkê Serdar
Kedkarê rojnameya Riya Teze, nivîskar û rewşenbîrê kurd Emerîkê Serdar wefat kir. Serdar li bajarê Xarkova yê Ûkraynayê ji ber nexweşiya dil wefat kir.
Emerîkê Serdan roja 8'ê reşemiya sala 1935'an li gundê Pamba Kurdada (niha Sîpan) ku girêdayî nehiya Aparanê (niha qeza Aragasotnê, Ermenistan) hatiye dinê. Heta niha bi ser dehan re pirtûkên wî deketine.
02.04.2018:
Siyasetmedar Dilovan Îdrîs Barzanî
Birê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yê bi navê Dilovan Îdrîs Barzanî wefat kir.
Nêçîrvan Barzanî û Dilovan Îdrîs Barzanî wekî du zarokên cêwî roja 21'ê rezbera 1966'an li herêma Barzan hatibûn dinê.
Dilovan Îdrîs Barzanî Nûnerê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Kar û Barên Civakî bû.
23.04.2018:
Helbestvan Kejal
Helbestvana kurd a naskirî Kejal Îbrahîm Xidar şeva din ji ber nexweşiyek giran li Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê di temenê 50 salî de koça dawî kir.
Helbestvan Kejal Îbrahîm Xidar di sala 1968’an de li navçeya Qeladizê ya ser bi Îdareya Raperîn ji dayik bûbû.
18.05.2018:
Siyasetmedar Adil Mûrad wefat kir
Endamê Komîteya Navendî ya YNK’ê Adil Mûrad ku yek ji damezrînerên YNK’ê bû wefat kir
Adil Mûrad di 11’ê Kanûna 1949’an de li navçeya Xaneqîn a girêdayî parêzgeha Diyala jidayik. Wî ji temenê 16 salî ve dest bi siyasetê kiriye û di sala 1975’an de wekî yek ji damêzrînerên YNK’ê di nav Yekîtî de cih girt.
25.07.2018:
Dengbêj Fadilê Cizîrî
Dengbêj Seyîd Fadilê Cizîrî ku ev çend sal bûn bi nexweşiya parkînsonê ketibû wefat kir.
Dengbêjê Cizîrê, dengbêjê payîzakan, kesê payîzok bi kurdan dan hez kirin, dengê xwediyê payîzoka "Heyran Jaro" Fadilê Cizîrî îro li Batmanê xatir xwest.
Dengbêj Seyîd Fadil Cizîrî di sala 1962’an de li gundê Seletûnê yê Silopiya ji dayîk bûye.
Wî ji 14 saliya xwe ve dest bi klaman kiriye û klama wî ya ku herî zêde tê zanîn "Heyran Jaro" ye.
11.08.2018:
Şanogerê Mehmet Emîn Yalçinkaya
Şanogerê kurd Mehmet Emin Yalçinkaya li Îzmîrê li nexweşxaneya ku dihat dermankirin wefat kir.
Mehmet Emîn Yalçinkaya (Emîn Kosarî) di sala 1968'an de hatiye dinê. Wî ji sala 1990'î ve karê şanoyê dikir. Wî di nav gelek lîstikan de rol girt, her wiha wî bi xwe jî hin lîstik nivîsandibûn.
21.08.2018:
Dengbêj Gazin
Raziya Kizil ku wekî Dengbêj Gazin dihat nasîn wefat kir.
Dengbêj Gazin li Tetwana Bedlîsê hatiye dinê. Ev demek dirêj e klaman dibêje û bi navê Dengbêj Gazin li nav kurdan hatiye nasîn. Çend heb albumên wê hebûn û di nav hin albumên giştî de jî bi klamên xwe cih girtibû.
19.09.2018:
Siyasetmedar Îbrahîm Ayhan
Parlamenterê HDP'ê yê berê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan li Hewlêrê qeyrana dil derbas kir û wefat kir.
Ayhan di serdemên 24, 25 û 26’an de li ser navê HDP’ê wekî parlementer hat hilbijartin. Ev demek bû ji ber dozên lê hatibûn vekirin ji Tirkiyeyê çûbû Hewlêrê û li wir dijiya.
Ew di sala 1969'an de li Sêwrega Rihayê hatbû dinê.
29.10.2018:
Nivîskar Etem Xemgîn
Nivîskar û lêkolîner Etem Xemgîn ku li dû xwe gelek pirtûkên li ser dîrok û baweriya kurdan hişt roja li bajarê Kolna Almanyayê wefat kir.
Etem Xemgîn di sala 1947'an de li gundê Harûnûşaxiya girêdayî Akçadaxa Meletî hatibû dinê.
07.12.2018:
Derhêner Rehîm Zebîhî
Derhênerê kurd Rehîm Zebîhî û birayê wî Keywan Zebihî di encama qezaya trafîkê de li ser rêya Nêzero-Baneyê mir.
Derhêner Zebîhî di sala 1971’ê deli bajarê Baneyê hatibû dinê. Ew ji sala 2001'ê ve bi karê sînemayê re eleqedar e û gelek kurtefîlm û fîlmên metrajdirêj kişandibûn.
08.12.2018:
Prof. Dr. Cemal Nebez
Prof. Dr. Cemal Nebez li Berlîna Almanyayê li nexweşxaneya ku dihat dermankirin wefat kir.
Prof. Dr. Cemal Nebez di sala 1933'yan de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûbû. Wî li ser teolojiya îslamî, felsefe, psîkolojî, fizîk û bîrkarî xwendina xwe temam kiribû.
12 12 2018:
Rewşenbîr Frîda Hecî Cewarî
Rewşenbîr û nivîskara kurd Frîda Hecî Cewarî wefat kir.
Ew di sala 1934'an de li Yêrîwanê hatibû dinê û li Komara Ermenistanê 50 salan mamostetî kiribû û rê dabû ber bi hezaran zarokên kurdan. Ew ligel bavê xwe Heciyê Cindî tevî xebata "Elîfba", "Zimanê Kurdî" jî bûbû û di heman demê de gelek pirtûkên Fêrikê Ûsiv û Heciyê Cindî ji bo çapê amade kiribû.
15.12.2018:
Nivîskar û rojnameger Siyamend Brahîm
Nivîskar û rojnamegerê kurd Siyamend Brahîm ku ji bo dermankirina nexweşiya dil çûbû Almanyayê lê baş nebû û li wir di 63 saliya xwe de wefat kir.
Siyamend Brahîm di sala 1955'an li gundê Aşûr Binanî yê ser bi Amûdê ve jidayik bûbû.
16.12.2018:
Rojnameger û nivîskar Mistefa Salih Kerîm
Nivîskar, rojnameger Mistefa Salih Kerîm li bajarê Silêmaniyê wefat kir.
Kerîm di sala 1933'yan de hatibû dinê. Ew Berpirsê Ragihandina Yekîtiya Mamosteyan ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bû û damezrîner û yekem sekreterê kovara ”Dengê Mamosteyan” bû.
21.12.2018:
Nivîskar Reûf Hesen
Li bajarê Silêmniyê nivîskarê navdar ê gelê kurd Reûf Hesen di temenê xwe yê 73 salî de koça dawî kir.
Reuf Hesen ku endamê Sendîkeya Rojnamegerên Kurdistanê bû, her wiha nivîskarekî bi hêz bû. Ew hem çîroknivîs û hem nivîskar û rojnamegerî naskirî bû.
23.13.2018
Kameraman Cîhan Demîrkiran
Kameramanê Rûdawê Cîhan Demîrkiran wefat kir. Roja 5'ê sermaweza 2018'an wî ligel hevalên xwe yên kar qezaya trafîkê derbas kiribû û birîndar bû. Piştî ew qas dermankirinên li nexweşxaneyê jî baş nebû û îro wefat kir.
**
Li ser 2018'an ên ku derketine pêş:
- 2018: Sporkarên herî zêde pere kar kirin
- 2018: UEFA'yê tîmên herî mezin eşkere kirin
- 2018: Di qada navneteweyî de kurdan xelat dan hev
- 2018: DVD'yên van fîlman îsal herî zêde hatine firotin
- 2018: 10 dewlemendên amerîkayê, di nav de nivîskar jî hene
- 2018: Hunermendên ku îsal herî zêde bilêtên wan hatine firotin
- 2018: Ji aliyê IMDb'ê ve 10 fîlmên salê
- 2018: Li Tirkiyeyê pirtûkên ku herî zêde hatine firotin
- 2018: 10 rêzefîlmên herî serketî


