Diyarname
Ji bo zarokên kurd malpereke bi kurdî ku têde tiştên aîdê zarokan hene dest bi weşanê kir.
Malpera ku bi navê "Zarokname" li ser navnîşana www.zarokname.com hatiye amadekirin û dest bi weşanê kiriye edîtoriya wê Aynurt Bozkurt dike.
Di malperê de alfabeya kurdî bi rêya deng û wêneyan hatiye weşandin. Di malperê de çîrokên klasîk bi xwendina kurdî dikarin bêne temaşekirin û guhdarîkirin. Her wiha beşa forûmê jî têde heye.
Edîtora malperê Bozkurt wisa gotiye: "Berhemên malpera Zaroknameyê di encama xebatên min ên sê salan de derketin holê. Hin ji van berheman di navgînên medyaya kurdî de hatin weşandin. Lê bi avakirina malpera Zaroknameyê min xwest van berheman baştir û zêdetir dagihînim we."
Em wekî Diyarname xêrhatinê li malpera Zarokname dikin û jêre serketinê dixwazin


