Diyarname
Hikumeta Finlandiyayê zagona li ser pêşkêşkirina înternetê bi awayekî bêpere pejirand û xiste jiyanê.
Mişteşara Wezareta Ragihandin û Xwegihandinê ya Fînlandiyayê Laura Vilkkonen got ku ewê ji bo her hemwelatiyê/a xwe di leza 1 Mbps de înternetê bê pere pêşkêş bikin.
Finlandiyaya,serjimariya wê hinek bi ser 5 mîlyonî de ye. Muştişar Vilkkonen got ku wekî av, elektrîk, karên bankeyan, înternet jî yek ji tiştên civakên hemdem bikar tînin û li Funlandiyayê sedî 95 gel înternetê bikar tîne.
Li gor heman zagone dadgeh wê nikaribe qedexeyê deyne ser hin malperan jî.
Laura Vilkkonen got: Hedefa me ew e ku di sala 2015'an de têkiliya bi 100 Mbps înternetê bê pere pêşkêş bikin.
Aqûbet li ser welatên din be.


