logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Seîs wiha got: Em ê gazî vebêj bikin

“Min di demdarî û bezîna jiyana xwe de, dilşewatek rasteqîn li nik xwe nedît. Dilşewatê min tune dilşewat e...

  • Dîrok: 11/04/2008
  • Beş: Serbest

Mîr Qasimlo

“Min di demdarî û bezîna jiyana xwe de, dilşewatek rasteqîn li nik xwe nedît. Dilşewatê min tune dilşewat e. Kesekî/ê deriyê dilê xwe ji min re hesayî bike tune lo Seîs” Wî wiha bi gazinkarî got û pirsî.

Seîs bi vê gotina wî re, zûr bû lê nihêrî û mîn a ku ji gotina wî êpêce êşiya be, diranên xwe şidand û bi aciziyekî nedîtî ve, rûyê xwe tirş kir.

Ev lîvbaziya wî ya acizbar, ji bala Eraso nerevî. Wi dirêj nekir û:

“Ev çiye gidî tu wiha dîsa diranên xwe dişidînî? Nexwe te dil heye ku tu dîsa tiran bikî?

Seîs:
“Erê Ezbenî... tirên min ne mîna tirên deshilata rojhilat genî ne. Ez ji bo pakiya giyandaran tira dikim. Ji bo ew bi xwe hayil bin... Têdigihê deyus..!!!”

Eraso keniya û:
“Nexwe yanî tu dibê em ê pediviya giyana xwe ya ji bêhnê, bi bêhna tirên te pêk bînin?

Seîs:
“Tu di devê xwe de bimizî deyusê deyus. Ev çi bûye ku tu dîsa tuj diherikînî. Ew çiye ku te ji kirasê te derdixîne û te sor dike?”

Eraso:
“Bêkesî û bêsiûdî û tenhatiya min a keserî ye. Ez di zerya heyiyan de tenê me”

Seîs:
“Axx, tu dîsa qûnneşustiyan dikî. Lo tiredîno, ma qey tu hebûna min ji hebûnan nahesibînî. Yan hebûn û tunebûna min, di xema te û kîrê hespê te de nîn e?”

Ereso:
“Mixabin ku di jiyanê de, hespekî min jî çênebû. Min ne hesp, ne ker, ne dostekî dilovan û ne jî giyandarekî cestxweş heye.”

Seîs:
“Ez çavên te yên komirî bialêsim deyus. Xema nexwe. Va ye kûçikê te, belekê te, ez heme....”

Eraso:
“Bêguman wisa ye Seîs. Lê hilpekîn û hilkehilka dilê min, zêdetir hevalan dixwaze. Ew dixwaze giyandarên hilweşîner, afirîner û wêrekdarên ji dil nas bike, wan bigire ser baskên xwe, wan miz bide, ji wan re xizmet bike, li nik wan rondikê keserê bişûjîne, behsa sedem û egerên tekçûyîna hêlên insanî bike, ji bo wan bibe nivînê civandina kul û derdan, pira dostaniyekî qewî li nik wan ava bike, wan ramûse, maç bike, di paxila xwe de bike xewê û di paxila wan de binive.”

Seîs:
“Lo bi telaq tu ji serêxweçûyî. Lê ji serêxweçûyîneke pak. Hilpekîn û bezînkariya dilê te, zuwa kirina çemê bêçandî yê dixwaze.

Erê, dixwaze wê perda bêçand a ku venişiye ser hişê giyandaran veçêre û ji bo bihevşabûnên pijyayî, dostaniyên nemir, danûstendinên ji durûtî û keysperestiyê dûr, rê û azîneyên rasteqîn rava wan bike.

Erê, dixwaze wê behra xemsarî û terkexemiyê di giyanê wan de zuwa bike, wan ji wê hîsa qeşayî hesayî bike û pişt re, wan bigire û biajo ser zeryayên şewqet û henasa par kirinê dibexşîne.

Erê, dixwaze wan hêmayên tirsnak ên ku ji awirên erjeng ên ji çavên deshilatdaran li perda çavên wan geriyaye û her wan dibizdîne, jê bive da ku ew karibin bi çavên ronîbar li hebûnên dinê binêrin. Ev yek mîsoger welê ye. Lê ka de were vê rastiyê, bi wan giyandarên ku ji wê erdnîgeriyê (rojhilat) hatî yên ku piraniya wan yekem car bi min û bi yên din ên ji malbata min re, rabûne reqsa bihevşabûne û bi girtina zewqa ji me, bi mêraniya xwe hesiyane, bi de zanîn. Wan, bi vê û gelek rastiyên din, bide bawer kirin.

Û jixwe rewşa jinê ya di vê mijarê de, mirinahiyeke jandar e. Axx, ew jinên xweşikên bêguneh û axx ew jinên ku heta roja ku li yekî neyên mehrkirin, her ji xweşiyên jiyanê bêparin. Rast ev bêdadiya han, bi serê xwe tenê têra li rabûna hilweşandina wê pergala genî nake?

Ey Eraso, ji bo hilweşandina pergala destilatan yê genî û gemar, mêrên wêrekdar divê. Ka ew mêr û ew şêrejin hene? Rast e tu wan nas dikî? Wî wiha got û rawestiya.

Bi van gotinên Seîs re, dehşeteke kûjerî li ser rûyê Eraso xuya bû û mîna ku li ser bayê tirsê bihizire, wiha qasekî di xwe de hizirî, ponijî û got,

“Ey Seîs, tu dîsa feştiyên (şorî) şêrîn û ew çend jî serserî ne, dikî. Devbeşê min, ayan e ku giyandarê wan gotinên min û te bixwînin, dê xwe ranegirin û tifî rûyê me bikin. Û dibetiyeke mezin e ku dê bi rêtina davê me rabin. Min divê bêjim ku ji bo silametiya me her duyan, divê tu di raberkirina mijarên wiha pir bi hesayî dikarin rê li ber gelek teqînên tundewar vekin de, baldar bî. Nexwe dê....”

Seîs gotina wî di vir de birî û:
“Axx, tirsonekê min ê hundirtun e. (newêrek)Dema ew tiştana tên jiyîn ne şerm û şaş e. Lê dema ku em bi raberkirina wan radibin, em bi tundwerî tên şermezarkirin. Bi rastî jî, ev nêrin û ev hizirîna genî, hema yek ji genîbûyînên rojhilat e.

Axx, ew çanda lewitî ya ku venişiye ser mejiyê rojhilat.
Rojhilatîno, şaristaniyê bi we dest pê kir. Bizivirin ser rastiya xwe. Erê wê kirasê paşverû ji ser giyana xwe perçe û parî bikin û bifitilin ser koka xwe.... Nexwe hûn ê her di binê deshilatên navxweyî û biyanî de vezelin...” Wî wiha got û fitilî ser Eraso.

Eraso:
“Ez jî weke te dihizirim, lê rastiya civakî...?”

Seîs:
“Niha devê min ji xwe û wan hêlên genîbar ên civakî re venekî deyus...”

Eraso:
“Baş e baş. Lê çareserî?”

Seîs:
“Çareserî heye”

Eraso:
“Çiye?”

Seîs:
“Bi cegerdarî û bi bêtirsî raberkirin û ravekirina rastiyê ye. Divê ji nava civakê giyandarên cigerpoleyî rabin û beyî ku tirsê bikin mijmijoka lêvên xwe, xwe bi zanînê dabigirin û bi diyarkirina rastiyên jiyanê rabin. Ji bo veçirandina kirasê hirumiyê, pêwistî bi wêrekdaran heye. Tu çi dibê? Bila destêk ji me be? .Em dest bi vegotina rastiyan bikin? Wî wiha got û pirsî.

Eraso:
“Li vir nabe”

Seîs:
“Dibe. Li vir nebe, li cîhek din. Rê pir in.”

Eraso:
Divê tu wê riyê vekî. Divê tu wê riye bi kitekitan hesayî bikî, ey kûçikê min ê jîr.

Seîs:
“Erê sebir bike deyûs. Em ê gazî vebêj bikin û jê re bêjin ku bila ew vê mijarê bigire dest û dûrudirêj wek çîrok an ji wek roman binivîse. Kesê afirînêr dikare bi bêtirsiyekê ve xwe ber de zikê vê mijarê, mijarê veke, biherikîne, binivîse û pişt re, ji bo riya giyandaran ronî bike, bifirîne rûyê ezmên.” Wî wiha got, û piştî ku wan vebêj vexwend, mijar ji vebêj re hesayî kirin, rabûn bi dilxweşî spasî dan hev. Lê tebatî bi qûna Seîs neket, xwe bir anî û:

“Were kulekê min ê deyus were. Tu êdî nikarî bimeşî jî. De were li pişta min sîwar be, em herin ber pencera xaniyê vebêj û li resqa wî ya bi pênûs û lênûsê temaşe bikin. Bawer bike ku temaşe kirina li reqsa vebêjekî afirêner, deh qat ji vexwarina şerabê tehmdartir e. “

Eraso:
“Lo şerme tiredîno. Hewirdor bi giyandaran ve tijiyê. Dê mîsoger bibêjin hela tu li vî kerî guh terikî û tu li vî kûçikê diran tûj.”

Seîs:
“Nebe ku tu behsa wan giyandarên ku di vê serdema bi biriqînî de, hê bi destan birinc dixwin dikî?”

Eraso:
“Erê”

Seîs:
“Tu çarekî din di devê xwe de bimîze û tu di çavên xwe de birî.. Kuro, tu hê ji behsa awirê wan giyanbeniyên ku wan bi rêwerza yezdanokên xwe yên bêhîş, bi hezaran ezîz û ezizeyên ber dilê me kûştin, dikî.

Ji bîr neke ku wan qira ezbata te û ya min anîne. Ji wan fedîkirin jî lewazî ye. Rabe lingê xwe yê ku bi destê wan hatî birîndarkirin bilivîne, li pişta min sîwar be, ez ê te bibim ber pencera vebêj.”
Wî wiha got û piştî ku Eraso daxwaza wî pêk anî, hêdî hêdî berev pencera vebêj ve meşiyan.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Zarok li Sûrê dê bicoşin

ad

DEM Partî daxuyanî da: Her du alî pêvajoyê didomînin

ad

Komeleya Badek û zîziya dil

ad

Li Tirkiyeyê par çend pirtûk çap bûn, serê kesî çend pirtûk dikevin?

ad

Bername û xelatên 'Uçan Supurge' diyar bûn

ad

Derhêner Lynn Sheltone merde

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname