Lokman Polat
Di romanê de meraq xwe bi mirov dide xwendin. Dema lehengê romana Çorê Arda li ser mezel deftereke dibîne û dinêre ku tê de romaneke hatiye nivîsîn, mirov meraq dike, ka di wê defterê de romaneke çawa heye?
Romana Çorê Arda hêj di destpêkê de mirov dixe meraqê. Min berî xwendina romana wî du romanên post-modern xwendin qet di cihek de jî ez nexistim nav meraqê. Ango min qet di wan her du romanan de tiştek meraq nekir. Berevajî wan her du romanan, du romanên Ç. Arda mirov dixe meraqê. Romana wî a bi navê “Roman” û a din ku navî “496” e, yanî reqema hejmara “496” bûye navê romanê. Ev “496” çi ye? Ji bo çi ev jimara “496”? Ev jimar tê çi maneyî? Gelo ev jimar metaforek e, çi ye? Piştî xwendina romana bi navê “Roman” ez ê derbarê wê romanê de jî binivîsim.
Nivîskarê kurd Çorê Arda ji navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ye. Wî li Zanîngeha Dîcleyê beşa wênesaziyê xwendiye. Ew ne tenê hunermendekî wêneyan e. Wî gelek nivîs, gotar û çîrok nivîsîne û di kovarên cur bi cur de weşandine. Ew niha di malpera “Diyarname”yê de di quncikê xwe de nivîsên/gotarên gelek hêja dîweşîne, berhemên edebî dinirxîne, di derbarê pirtûkên kurdî de gotarên danasîn û nirxandinê dinivîs û pirtûkan şîroveya dike. Di malpera “Diyarname” de gelek nivîsên wî ên nirxandina pirtûkan hatine weşandin. (Ez ji nivîsên danasîn, analîz û nirxandina pirtûkan gelek hez dikim û bi dilxweşî nivîsên wiha dixwînim. Digel xwendinê car caran bi qasê ku ji destê min tê ez bi xwe jî nivîsên wiha dinivîsim û pêşkêşî xwendevanên kurd dikim.) Ew di hêla nivîs û afirandina berhemên edebî de xebata xwe didomîne. Bi hêviya ku romana wî ya sêyem jî derkeve û bigihîje ber destên xwendevanên kurd.
Ez ê di vê nivîsa xwe de behsa romana birêz Çorê Arda a bi navê “Roman” bikim. Romana wîji Weşanên Belkî li Amedê hatiye weşandin. Roman 128 rûpel e. Redaktoriya romanê Umran Aran kiriye. Rûpelsazî/tîprêziya wê ji alî Belkî ve hatiye kirin. Berga wê rengîne û bi tabloyeke hunerî ya nivîskar bi xwe hatiye xemilandin…
Belê, niha ez ê bi kurtahî danasîn, nirxandin û şîroveya romana Ç. Arda “Roman”ê ji xwendevanên ezîz re pêşkêş bikim. Helbet dê di ravekirina gotara min de kêmanî hebin, heger çend kesên din jî romanê (herkê li gor xwe) binirxînin, dê roman hîn baştir bê fêm kirin. Nirxandina berhemên edebî ji alî çendkesan/pirkesan ve were kirin hîn baştir e.
Di berga paşîn a pirtûkê de û di destpêka romanê de ev hevoka balkêş mirov dixe nav meraqê.
“Rojekê ez li ser mezelan digeriyam, min nêrî kitêbek li ser zikê mezelekî ye, min jî meraq kir û min rahiştê û min dest bi xwendinê kir, paşê min nêrî roman xweş xuya ye, min rahişt romana xwe û ez ber bi malê ve çûm,” Erê, pirtûka ku li ser mezel dibîne romanek e. Dest bi xwendina romanê dike.
Di vê berhema hêja a wêjeyî de roman di nav romanê de ye û bi hev ve hatiye hunandin û her wiha bi hev re paraler dimeşe. Romaneke surrealîst e, efsûnî ye Ji xwe lehengên romanê jî Boran û Efsûn in.
“Hewceyê tu gotinan nake, ez ji te hez dikim.” Ev gotin dikeve guhê Boran û xwe di nav hest û rihê wî de, di mejiyê wî de bi cih dike. Ev gotinên efsûnî rengekî nû dide jiyana Boran. Efsûna ku xwe di hundirê menzela serê Boran de bi cih kiriye, enerjiyek, şewqeke nû, hêviyek a jiyaneke nû dide Boran. Boranê rûtirş, rûtûj û rûtehl diçe, Boranekî devken, bikêf, xoşewîst û bextewar tê.
Di romanê de hinek sernavên navber hene. Sernavê navber a yekemîn “Dema ku çivîk girîye”` ye. Ma çivîk digirî? Çima çivîk digirî? Ma hûn meraq nakin gelo çima çivîk digirî? Çivîk metafor e. Efsûna vê romanê di bingeha xwe de li ser meraqê hatiye hunandin. Romanivîskar bi devê vebêj û bi forma “Ez” meraq, hêvî, lêgerîna li pey evînê, li bende mayîna hatina evîndar pêvejoya romanê rave dike û bi şêweyeke surealîst pêşkêş dike.
Evîn ji bo hinek evîndaran yekalî ye. Hinek kes bêyî ku evîndarekî/a wan ji wan hez bike, dibine evîndar, aşiq dibin. Ji vê re evîna yekalî, ango evîna platonîk dibêjin. Ev cure evîn zor e, zahmet e, mirov dîn û har dibe, derûniya mirov xirab dibe, ji hêla psîkolojîk ve têk dîçe. Hinek evîndar wêneyek dibînin û dibine aşiqê wêneyê. Hinek kes careke yekê dibînin û bi lez û beza birûskî dibine aşiq. Hinek kes jî di serê xwe de, di hiş û mejiyê de de, di nav dilê xwe de evîneke efsûnî pêk tînin û dibine evîndar. Wekî ku lehengê romana efsûnî Boran dibêje: “Tu, ya ku ez jê hez dikim ango tu efsûna hundirê oda serê min î… Nameya ku min bi çivîkê re ji te re şiyandiye…”
Belê, Boran bi çivîkê re name ji evîndara xwe ya efsûnî re (ku di hişê xwe de navî jî danîye Efsûn) dişîne. Romanivîskar Ç. Arda li vir û di gelek cihên romanê de teknîka ekola surealîstan/realîzma efsûnî bi kar tîne. Ew bi şêweya magikfikşîonê romanê diafirîne. Di nav romanên surealîst ên bi kurdî de gelek romanên serketî hene, ev romana Ç. Arda jî yek ji wan romanên serketî ye.
Di vê romana efsûnî de gelek aforîzmayên baş û xweş hene. Ev aforîzma xwedî maneyên giranbuha ne. Binêrin rûpel 34, 38 û gelek rûpelên din.
Di romana di nav romanê de du cîhan hene. Du cîhanên cuda, lê bi hev re têkildar in. Cîhaneke realîst û cîhaneke efsûnî, sihrî. Xwendevan bi vegotinên vebêj re carnan diçe cîhana rastîn û carnan diçe cîhana efsûnî. Vebêj bi vebêjiyeke herîkbar di nav her du cîhanan de digere û bi şêweyên cur bi cur geh bi vegotinên realîst û geh bi vegotinên efsûnî raveyên xwendevanan dike. Her du cîhan di realîteya jiyanê û efsûniya hiş û mejî de tê rave kirin. Di romanê de rastî û xeyal, realîzm û surrealîzm bi hostatî li hev hatine hunandin.
Di hêla psîkolojiyê, derûniya însan de jî romaneke têr û tije bi naverok e, dewlemend e. Dema min dixwend nasekî min ê şîzofren tim dihat ber çavên min. Gelek gotinên ku vebêj bi devê lehengê romanê Boran rave dikir eynê wekî gotinên şîzofrenê ku ez wî nas dikim bû. Ji xwe serketina romanê jî ev e ku; wekî ku rast be, wekî ku di jiyana rasteqîn de heman tişt hebe dide nîşandan.
Ji alî ravekirina sahneyên erotîk ve jî romaneke serketî ye. Romanivîskar bi devê vebêj, bi hunerî tabloyên erotîk, sahneyên erotîk datîne ber çavên xwendevan. Di romanê de nasname û bênasnamebûn, windabûna nasnameyê û lêgerîna wê bi şêweyeke alegorîk, bi metodek surrealîst tê rave kirin.
Vebêj û lehengê romanê Boran bi gotinên newrotîk, bi hevokên razber ên tevlihev her tişt li bin gohên hev dixe, lê belê di wan gotin û hevokan de rastiyên veşartî hene. Ew binhişiyê, hîsên hundirîn, şûştin û neşûştina rihî, tiştên heyî û neyênî, bi ravekirineke edebî û hunerî pêşkêş dike. Roman bi gelek gotin û hevokên çend nivîskarên navdar ên cîhanê hatiye xemlandin. Her wekî gotin û hevokên Soren Kierkegaardî, Shakespeare, Becket, Goethe, Lawrance, Foucault, Kafka û hwd. Gotin û hevokên wan di nav rûpelên romanê de hatine reşandin û naveroka romanê rengîn kirine.
Boran wekî sekna li benda Gogot, li benda Efsûnê ye. Lê belê ew di nav paradoksê de ye. Efsûn xewn û xeyala di serê wî de, di heşê wî de ye, yan rasteqîn e? Binêrin, ev jî ji bo xwendevanên romanê meraq e. Û ev meraq hîn pirtir xwendevan li xwendina romanê sor dike. Xwendevan bi meraq xwendina xwe didomîne.
Di seranserê romanê de hezkirineke/evîneke edebî/wêjeyî heye. Xewn û xeyalên evîna ji dil (ne ku evîna xapînok) evîna rasteqînî bi gotinên efsûnî û razberî têne rave kirin. “Evîn azadî ye, azadî jî evîn e.” Dilsozî û hezkirin hest û rihê mirov şad dike.
Di beşa “Veguheztin-Dagerîn” de hezkirin û dilsozî heye. Çîroka “Hachîko” û xwediyê wî ê japonî wekî sembola dilsozî û hezkirinê tê ravekirin û ev pirs dike ku ev pirs manedar in ku mirov diramîne û mirov dide fikrandin. “Gelo di jiyanê de ji erotîzm û eşqê (ji evîn û pevşabûnê) xweştir tiştek heye?”
Yekê ku bi evîndariyê/eşqê bê efsûn kirin, însanek ku bibe evîndar, êdî ew di nav cîhanek din de, her wekî ku di dinyayeke di merîdyeneke din de dijî, jiyana wî bi tevahî, bi hest û rih tê guhertin. Ev romana ku navê wê jî “Roman” e romaneke wiha ye, ravekirina yekî ku bi evînê/eşqê hatiye efsûnkirin e.
Romaneke ku bi rêbaz û stîla surrealîzm û hirkahiş hatiye nivîsîn, romaneke ku realîzmê, surrealîzmê û hirkahişê bi hunerî li hev hunandiye, romaneke ku bingeha wê li ser evînê/eşqê û evîndariyê hatiye afirandin, hêjayê xwendinê ye.
Xwendina romana Ç. Arda tehm û lezeta xwendina wekî romanên Latîn Amerîkî dide xwendevan. Di esasê xwe de berhemên edebî ên kurdî kêmê berhemên xelkên cîhanê nîn in. Divê kurd xwe biçûk nebînin û xwe ji bin psîkolojiya xwebiçûkbûnê derxin. Gelek romanên kurdî hene ku ji romanên tirkî, erebî, farisî û ji gelek romanên îngilîzî, swêdî, almanî serkeftîtirin.
Ez ê nivîsa xwe bi vê hevoka dawî a romana efsûnî bi dawî bînim. “……. bi rastî min jî eciband ev pirtûk, romaneke xweş û balkêş bû…”
Hûn jî vê romanê bixwînin, hûnê jî biecîbînin û bi dilxweşî bixwînin.


