Diyarname
Li Parîsa Fransayê kovara xwendevanên kurd bi navê "Kurd'Inalco" derket. Kovarê di hejmara xwe ya 1'ê de "Bihar 2019" gotiye û bi gotineke Ehmedê Xanî kovar pêşkêş kirine.
"INALCO" kurteya “Institut National des Langues et Civilisations Orientales" (Enstîtuya Neteweyî ya Ziman û Şaristaniyên Rojhilatî)” ye. Di sala 1948'an de li INALCO'yê zimanê kurdî wekî ders didin. Wê demê Roger Lescot pêşengiya vê dike. Di destpêkê de tenê dersa kurmancî hebû, paşê yên soranî jî li dersan hatin zêdekirin. Kamûran Bedirxan, Abdirehman Qasimlo, Halkawt Hakem jî di na de gelek kesî ders dane. Û niha li wê derê kovara xwendekaran derdikeve.
Edîtoriya kovarê sedema derxistin û awayê derxistina kovara "Kurd'Inalco" wisa gotine: “Îro roj, xwendekarên kurd ên INALCO û zanîngehên din ên li Parîsê biryar dan ku li ser vê rêya ku întelektuelên danî bimeşin û xwe bidin ber vî barê giranbuha.”
Roja 28'ê avrelê yekem hejmara kovarê derket. Hejmara yekem ji 83 rûpelan pêktê. Li ser gimare, wêje, zanistên siyasî, teknolojî û matematîk gelek nivîsên bi zaravayên kurmancî û soranî di kovarê de cih girtine. Her wiha hin çîrok û hin 'kurte-nûçe' jî hatine weşandin.
Ji bo têkilî û xwestinê:
inalcokurd@gmail.com


