Diyarname
Di çarçoveya referandûmê de serokên partiyên ku koma wan di meclisê de heye wê derkevin kanala dewletê TRT'ê û axaftinê bikin. Di vê çarçoveyê de hevserokên BDP'ê Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak jî wê axaftinê bikin.
Li gor nûçeya ku îro di Rojnameya Fermî de hate weşandin axaftina serokên AK Partî, CHP, MHP û BDP'ê wê di navbera 6-9'ê rezberê de li dar bikeve. Her serokek wê 10 deqîqeyan biaxive. Axaftin wê di TRT 1 de û her wiha ji ser Radyo 1 ji ser stasyona radyoyê yên Antalya, Amed, Erzerom, Trabzon, Çûkûrova re di heman demê de bê weşandin.
Li gor nûçeyê axaftina yekem a BDP'ê wê roja 6'ê mehê saet 20.11'an de bê weşandin. Axaftina duyem jî a BDP'ê jî wê 9'ê mehê saet 20.00 de bê weşandin. Hate gotin ku axaftinên BDP'ê wê hevserok Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak bikin.


