logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

'Keşkûl' 10 salan derket

Akademîsyen û nivîskarê kurd Remezan Alan vê carê bi pirtûka xwe "Keşkûl" li pêşberî xwendevan û xwendekarên xwe ye. "Ke

  • Dîrok: 02/10/2019
  • Beş: Berhem

Diyarname

Akademîsyen û nivîskarê kurd Remezan Alan vê carê bi pirtûka xwe "Keşkûl" li pêşberî xwendevan û xwendekarên xwe ye. "Keşkûl" ji aliyê Weşanên Peywendê ve hat weşandin û niha li Fûara Pirtûkan a Amedê tê belavkirin.


"Keşkûl" ji gelek gotar û axaftinên Rezeman Alan ên di konferans, panel, kombexat û semîneran de di navbera 2010-2019'an de pêşkêş kirine pêk tê. Beşek jî ji xwendinên wî di dema amadekirina tezê da doktorayê de derketine holê cih girtine. Qîmeta gotarên di pirtûkê de hatine berhevkirin mijarên wan, nirxandinên li ser mijaran ku dikare her di rojeva kurdî de be. Alan di pirtûka xwe ya berî vê "Bendname"yê de jî gotarên bi vî rengî yên rexneyî û nirxandinî weşandibûn. Ev pirtûk dikare wekî berdewama wê jî bê dîtin.

Li dor 15 gotar hatine weşandin ku çend heb ji wan sernavên wan bi vî rengî ne: "Folklor di romana kurdî de", " Wek Neqla Tecrubeyekê Çîrokên Mela Mehmûdê Bazîdî", "Rêbaz û Kêşeyên Giştî yên Dersa Edebiyata Kurdî ya Modern", "Endîşeya ji bo Ziman", "Ji Nifşê Pawarê Hawarê Nasnavê Nivîskarekî".

Alan bi van gotinan pirtûka xwe pêşkêş dike: "Bi kîjan motîvasyon, psîkolojî an derdî hatibin nivîsîn bila hatibin nivîsîn, hêvî ew e ku gotarên vê kitêbê balkêşî û ferqek çêkin ser mijar û edebiyat û çanda kurdî û îlham bidin xebatên din."


7'emîn Fûara Pirtûkan a Amedê ku niha li Amedê didome Weşanên Peywendê ji stand lê vekiriye û pirtûka Alan "Keşkûl" jî ji bo kesên bixwazin li standê tê belavkirin.


Remezan Alan kî ye?

Remezan Alan li Şêrwana Sêrtê hatiye dinyayê. Heta lîseyê li wir xwendiye û di sala 1991'ê de ji Beşa Edebiyat û Zimanê Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bûye. Pîleya lîsansa bilind li Zanîngeha Mardîn Artûklûyê ji beşa  Ziman û Çanda Kurdî ya Enstîtuya Zimanên Zindî wergirtiye. Ew li vê enstîtuyê heta sermaweza 2017'an wekî hîndekar xebitiye lê bi KHK'yê ji kar hatiye avêtin. Di sala 2019'an de ji Zankoya Zaxoyê ji pişka Zimanê Kurdî pîleya doktorayê wergirtiye. 

Heta niha ev pirtûkên wî derketine:

- Saturn (Roman), 2002

- Bendname (rexne, ceribîn), 2009

- Folklor û roman (rexne), 2013

- Tîr û Armanc (rexne, ligel Ergîn Opengîn amade kiriye), 2014

- Zanista Edebiyata Modern (teoriya edebiyatê û vegêrannasî), 2015

- Keşkûl, 2019

 

- Keşkûl / Remezan Alan/ Weşanên Peywend / Lêkolîn-nirxandin / 2019 / 229 rûpel 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

news
  • 05 04 2026

Dîwaneke nû 'Mizgîna Azadî' derket

news
  • 23 03 2026

Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket

news
  • 17 02 2026

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin

news
  • 17 02 2026

‘Doktor Dije’ bi zazakî zî veciya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ser xêrê: Meclis ji kurdî bêpar nema

ad

Du fîlm, hêza hejarên sedsala 21’ê

ad

Notên ji axaftina Bafel Talabînî

ad

Helbestvan Yusuf Hayaloglu wefat kir

ad

Şêrên Hilkişîyabûn Ser Pişta Ganêran

ad

Ahmet Turk: Ji bo konferansa neteweyî gavên girîng hatin avêtin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname