logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Şêrên Hilkişîyabûn Ser Pişta Ganêran

Bûyereke trawmatîk diqewime li ser vê axê wekî ku her û her xwe dubare dike. Ziman lal, guh kerr dike. Zarok nakenin, ne

  • Dîrok: 17/03/2021
  • Beş: Serbest

Ozan SOLHAN - Zekî AKDAG*

Bûyereke trawmatîk diqewime li ser vê axê wekî ku her û her xwe dubare dike. Ziman lal, guh kerr dike. Zarok nakenin, nexweşî zêde dibin, xemgînî zêde dibe û hwd. Lê dîsa jî hespê spî yê sêling ku remza hêz û aşitiyê ye li van deran, ligel her tiştî jî li vî bajarî bi destê zirnav feylezof tê bezandin, Cengoyê feylezof: "Ew lingê kêm ez im… ji roja pêncşemê de ez ji vî hespê spî re bûm lingê çaran û min ew bezand li vî bajarî… ez ê her roj bibezînim li vî bajarî, li her derê, li her taxên vî bajarî. Berî ku vî hespî tu bianiya vî bajarê ku min ew çêkiriye, berî ku tu bianiya vê meydanê, ez lingê vî hespî bûm, ez lingê çaran bûm û bi min dibeziya ew hespê spî." Çunkî Cengoyê feylezof wijdana vî bajarî û milletî ye. Ji bo êş û birînên xwe aş bike…

Romana  nivîskar û helbestkar, hêja Ulku BÎNGOL ya ‘Hespên Hesinî’ ku di 2017’an de ji Weşanên Na’yê derketiye, dîroka bajarekî ya kevn û nû, derûniya bajarekî li ber çavên mirov radixe. Her weha di bajarekî de dîrok û bîra neteweyekê li hevdu dixe û radixe ber çavên xwendevanan. Tevna romanê li ser du hîmên wekî, zeman û mekanê hatiye ristin. Gava mirov xwe bera navê dide resmên bajarekî, ku navê wî bajarî hîç di romanê de derbas nabe lê kesên hinekî jî Diyarbekirê nas dikin dizanin ku ew der Diyarbekir e, yên ji mêj ve li ber çavên mirov xuyanî dibin. Ewqas bi hûrgulî û baş hatiye şayesekirin ku kesên xwendevan dema dixwînin bi kelecaneke diherikin nava wan kuçeyên kevnare ku ne xerîbê wan in. Ango mirov dibêje qey dîroka bajarekî di tabloyan de hatiye çêkirin ew tabloyana wekî sehne sehne li ber çavên mirov diborin. Ji mekan, zeman, bûyer û qewimînan mirov tê digihîje ku dîrok hê jî xwe dubare dike li ser vê axê digel êş û xeman. Zeman cuda lê mekan eynî, bûyer cuda lê jan û renc eynî... wekî xelekek ji dapîr û dapîran heta neviyan...

Rehên her kuştinekê li vê meydana dayik digihîje sed salî. Ji lewma jî li vî bajarî kuştin ne tenê kuştin e, ligel êşê tevdana mêjû û bîrekê, pêhesîna neteweyekî ya netewbûna xwe ye. Yan jî teqîna bîrê...

*

Ezîzê min, jûr li dadgehê gelek in… ji bo her beşek dadê jûrek heye… bi sedan jûr hene li dadgehê….

*

…Lê hespê spî yê sêling tim di destê Daraya ku serlehengê berhemê ye de dimîne. Dara çiqas hêviya xwe bi hespê spî yê sêling ve girê bide jî tu kes bi wî hespî re eleqedar nabe. Çima? Ji ber rengê spî yan ji ber lingê kêm? Yan jî herdu tev de? Heta ev kalemêrê rîhzengar ku her tiştên kevn distîne jî wî hespî qebûl nake, paşve vedigerîne. Ew kalemêra wekî temsîliyeta bîr û dîroka bajêr dike. 

Bûyerên ku nîşaneya bîr û dîroka bajêr in di zikê bajêr de yanê li meydana ku wekî dayîka vî bajarî hatiye nimandin, wekî dika şanoyekê hatine şayestin.

*

…lê bi pûqikên baranê bimîne jî dê şahidiya vê rojê, şahidiya vê kuştinê were kirin!

*

Piştî 4 rojan ango roja şemiyê tam di kêliya bêhêvîbûnê de, “Zilamê simbêlên wî li ser lêva wî ya jêrîn” bi mishefên di bin çengên xwe de ye derdikeve holê. Rûpelekê ji wan mishefan li ser rûniştoka xwe dihêle, yan jî ji bîr dike û diçe. Piştî çûyîna wî, Dara vê helbestê dibîne û dixwîne:

  …

Û wê demê 

Derzek ket erdê

Axê hembêza xwe vekir

Ji çiyê

Heta wê berriyê

Û Tîgrîs hat:

Kiras bi ser xwe ve şeqitand

Guliyê xwe vekir

Xemla xwe danî

Û kete 

Derza 

       Evînê….

Jê tê fehmkirin ku bi bûyera wê rojê ango teqîniya wê rojê ji bo van bajarvaniyan heyameke nû dest pê dike ku her weha di vê heyamê de jî lingê biratiyê qop e. Belê belkî ew bûyer li bajarekî hatibe qewimîn balam di vê heyama nû de ew teqîn û bûyer xwe li gelek gund û bajaran dubare dike û jêvegera wê jî mixabin nîn e, lingekî hêviyê jî kêm e êdî û termê wê li erdê.. kujer nediyar...

‘qesra li ser zindanê’

Nivîskar her çiqas ji bo hiş û binhiş, serhiş û derhişê Dara’yê ew teswîr bi kar anî be jî, ew temsîliyeta hiş, binhiş, serhiş û derhişê mirovên wê serdemê dike, heta dibe ku temsîliyeta psîkoya bindestiyê be jî. Qesra li ser zindanê yan zindanê bin qesrê... Ew zindanê di bin qesrê de tim kilîdkirî ye divê tê de çi hebe heta hetayê li wir bimîne û ji der de xuya neke. Ji bo wê em li ser wê zindanê, qesran ava dikin. Da ku ew îhtîşama qesran, zindanên tarî veşêre. Ma mirov jî ne wisa ne ku di bin îhtîşamiya jiyana rojane de êş û azarên xwe vedişêrin? Ango êşên wan xwe didin taldeyên xewle…

"Li meydanê li pêş çavan ew hespê spî nayê firotanê." çimkî derûniyeke vê berhemê yanê vî bajarî heye û ew derûnî jî bi tirs û xofê sîle bûye ji ber bîranînên trawmatîk. Yek jî ji berhemê mirov tê digihîjê ku ew tirs û xof ne tenê li ser bûyerekê derketiye her weha kirûyeke mayînde ye li vî bajarî û xwedî bandoreke pir mezin e. Wê tirsê ne tenê bandor li wî bajarî û niştecihan kiriye, dibe ku bandor li nivîskêr û heta xwendevanan jî kiribe...

*

"Her tiştên li vir çîrokek wan hene... ew xirxala destê te, van gustîlên kevn, va heska şikiyayî şahidên vî bajarî ne."

*

Têbinî: Divê bê gotin ku çapa pirtûkê ji kalîteyê pir dûr bû, pelên pirtûkê jixweber dihatin xwar. Ya din jî xeletiyên rastnivîs, tewang, akûzatîvî û ergatîviyê pir zêdebûn. Ya rast di nirxandin an jî rexnekirina berhemekê de mirov pir qala rastnivîsê nake, lê belê dema pirsgirêkên nivîsê yên teknîkî pir bin hem carinan wate diguhere, hem jî mirov di xwendinê de dialiqe. Yanê nivîsar rewangiya xwe wenda dike. Ji ber wî hawî jî em ji weşanxaneyan re pêşniyaz dikin ku hinekî din bala xwe bidin ser çapên bi kalîte û rastnivîs û rêzimanê jî...

*Li ser navê Koma Xwendinê ya Bismilê


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Me rastî dît

ad

Carek din çîrokên Samed Behrengî ji bo kurdî hatin çapkirin

ad

Nûbiharê di fitarê de gelek kes kir mêvanên xwe

ad

Koçer li ser "Koçername"yê diaxive

ad

Ev jî çêbû: 227 saetan xwarin çêkir!

ad

Ji Weşanên Morî du heb 'Mîrza' derketin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname