SILÊMANÎ
Hevserokên KCD û BDP'ê yên ku li Herêma Federal a Kurdistanê serdanên xwe didomînin. Hevserok bi Serokomarê Iraqê Celal Talabanî re hevditîn pêk anîn.
Piştî hevdîtinê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk, diyar kir ku di dema dawî de li dijî gelê kurd konseptek êrîşkar heye û ji bo li hemberî vê konseptê helwestek hevpar nîşan bidin gavek girîng avêtin. Turk, diyar kir ku ji bo konferansa neteweya Kurd jî gavên girîng avêtine.
Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tûglûk û Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, di çarçoveya ziyaretên li Herêma Federal a Kurdistanê de bi Serokomarê Iraqê Celal Talabanî re hevdîtin pêk anîn. Hevdîtin li navçeya Dûkanê ya Silêmaniyê li dar ket. Hat gotin ku di hevdîtinê de geşedanên Rojhilata Navîn û Konferansa Neteweyî hat nîqaşkirin.
Hevserokên KCD'ê û BDP'ê piştî ziyareta Talabanî bi nûnerên 3 partiyên kurd ên Sûriyeyê re hevdîtin pêk anîn. Di van hevdîtinan de li ser yekîtî û îtifaqa kurdan nîqaş hatin kirin.
TURK: LI DIJÎ ÊRÎŞAN Û JI BO YEKÎTIYA KURDAN HELWESTEK HEVBEŞ DERKET PÊŞ
Piştî hevdîtina heyetê ya bi Celal Talabanî re Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku hevdîtin pir girîng derbas bû û li dijî konsepta li hemberî gelê kurd helwestek hevpeş nîşan bidin gavek erênî bû. Turk, got ku ji bo konferansa Neteweyî jî bingehek hate avêtin.
'EM Ê NEXŞERIYÊ DERXIN'
Turk diyar kir ku dê di demê pêş de li ser çareseriya pirsgirêka Kkurd bi nûnerên gelê kurd yên herêmên din re jî hevdîtinê pêk bînin û nexşerêya çareseriyê amade bikin.
Heyeta ku piştî daxuyaniyê biçe Hewlerê dê vegere Tirkiyeyê.
Wêne ji DÎHA'yê hatiye girtin
***
Nûçeya eleqedar:
- Hevserokên BDP û KCD'ê çûn Hewlêrê


