Nûçe/Analîz - Diyarname
Li başûrê Kurdistanê ji bo temamkirina perwerdehiya pêşmergeyên jin û mêr merasîmek hat amade kirin. Di nava heriyê de perwerdehiya bikaranîna çekan û xweparastinê kirin. Ajansen wekî AFP, EPA fotoyên vê merasimê ragihandin dinyayê. Malpera rojnameya Dailymail jî 12'yê mehê ev merasim kir nûçe û ragihand dinyayê.
Merasîma ku li navçeya Soranê ya başûrê Kurdistanê hat lidarxistin, Pêşmergeyên jin û mêrên ku nû perwende bûne mar û kîvroşkên zindî bi devên xwe parçe kirin. Malpera îngilîzî bi ecêbmayî ev nûçe weşand û li ber wêneyan +18 danî.
Niha pirs dertên holê:: Jinên kurd ên şervan ku li dinyayê li ber dilê xelkê bûne şîrin çima bi tevgerek wisa derketin meydanê? Çima jinên kurd wekî wehşî, yê bi devê xwe mar û kîvroşkan dixwin hatin nîşandayîn? Ev tevger dê çi karî li jîrekiya pêşmergeyên jin ên kurd bike, dê çi karê vê tevgerê ji bo îmaja jinên kurd hebe? Ma bi tevgerek wisa mirov dikare bibêje pêşmergeyên kurd ji berê xurtir û jîrtir in? Xurtirî û jîrtirî bi xwarina maran dibe?
Pirsên din: Ma bi wêneyên wisa kurdan wekî wehş nîşan nadin? Çima ne îmajek baştir lê ev îmaj? Dema li Îngilistanê, yan li welatekî din ê Ewropayê ev nûçeya Dailymail bê xwendin dê çi bê bîra wan? Helbet pirs gelek in. Bi kurt û kurmancî li gor baweriya me ev ne tu îmaj e û ev îmaj tiştek li pêşmergeyan zêde nake, berevajî xirabtir dike.




