logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Du hunermendên kurd li Mêrdînê warek ji xwe re ava kirine

Li Mêrdînê, di xaniyeke kevn a Mêrdînê de Atolye Manû... Têne Mesût û Şîran dixabitin. Wan ji me re qala xebata xwe kir

  • Dîrok: 08/01/2011
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Çiya Mazî

Mesût û Şîran warek ava kirine, li binê Keleha Mêrdînê. Ku mirov derdikeve bajarê kevin û li kolana tekane dimeşe, milê mirov carinan li kevirên dîwarên dîrokî dikeve, mirov li xwe dizîvire, kevir bi mirov re dipeyive, wekî dibêje “me tenê nehêlin.”
Mesût û Şîran jî xistine dilê xwe û li kuçeya hunerê xaniyek girtine, û kevir tenê nehiştine. Pêşiya xênî di ser hinek xaniyên din re li Beriya Mêrdînê, paşî jî li kelehê dinêre. Ez piyê xwe davêjim Atolyeya MANÛ, Manûyê ku dibêjin; xwedayê çand û hunerê yê Mezopotamya ye. Peykertraş Mesût û Şêwekar Şîran xuya dibin; di dest yekî de firçe li ber tualê, di dest yekî de spatûla û li ber peykerê herî ê nîvcomayî ne. Ji hunera wan de sohbeta me ya xweş dest pê dike.

Çawa ev huner derket holê, çi bû ku jiyana we hûn ber bi van rengan kişandin? 
Mesût: Ez dibêjim ji zarokî tê. Dema ez biçûk bûm me xarên kevirî çêdikirin, bi rojan em bi wan re diştexilîn û dema xelas dibû jî me bi wan dilîst. Me heriya di binê çal û bîran de derdixist û bi wê heriya wekî çirava kîl me wekî qedehan û vazoyan şikil çêdikirin. Lê min nizanibû ev jî hunerek e, heta ku ez hatim dibistana amadehiyê jî. 
Şîran: Ez jî dibêjim huner behre ye yetenek e, ji biçûkiyê dest pê dike. Min jî bi çûkanî kulîlk ji nava zeviyan dida hev du, dixist hundurê şûşeyan û min li ber xwe datanî min rismê wan çêdikir. Min bera dû çivîkan dida, wekî hinekî din min ew serjê nedikir, min dianî û rismê wan çêdikir. Ji heriyê me terextor çêdikir û romorkek jî bi darikan pê ve dikirin.

Kul û derdê hunermendê kurd wê giraniya xwe dide sohbeta me. Dipirsim gelo civaka me li Mêrdîn çawa li we dinêrin. fêmkirin û tahamula mirovan çawa ye?
Şîran: Niha, huner tiştekî gerdûnî ye, hunermend jî tu bixwazî nexwazî elît e. Bi vê yekê jixwe ji nêrîna civakê cûda ye. Di pêşiyê de civaka me yî aniha, dibe ku me fêm neke. Lê divê hunermend û bi pranî jî hunermendê plastîkê di vê rêyê de înat bikin.
Mesût: Hê bi çûkanî jî ku min tiştin çêdikirin gelek kesan ji min re digotin ev tiştana guneh in û hê jî carinan em li reaksiyonên wisa rast tên. Lê emê hunera vê civakê biafirînin. Em vêya zanin û em zanin ku karê me di nava vê civakê de pir zahmet e. Di wan salan de kesên ku em bi wan re ramanên xwe parve bikin pir kêm bûn. Lê aniha hinekî zêde bûne.Pirê mirovan û siyasetmedarên kurd bi awayekî sembolîk li hunera plastîk dinêrin. Saziyên fermî jî li me napirsin.

Li ser navê pêşvebirina civakê, kes û saziyên kurd, bi we re dikevin têkiliyê û fêmkirina wan, helwesta wan çawa ye?
Mesût: Ji bo ku hinek peywîrê siyasî bi cîh binin an ji bo ku hinek ji wan re, ji alî Ewropa de dibêjin tiştinan çêkin, ew jî carinan bi me re dikevin têkiliyê. Ji bo ku fêmkirina hunerî  kêm e, ev yek jî sembolîk dimîne û tenê bi awayê dekorê lê tê nerîn. Me hinek tişt ji şaredariyan re çêkirin, me peykerin ji Navenda Çanda Mîtanî ya Nisêbînê re çêkir. Me ne ji bo qezencê çêkir, ji ber ku em jî xwe deyndarê vê axê dibînin. Di dawiyê de me pîrozkirin heq dikir, lê nehat ew pîrozkirin.Yekî îranî peykerekî Gilgamêş ji şaredariyeke kurd re çêkiriye. Tişten me çêkirine ne kêmî wê ye, gelek profesorên plastîkê em pîroz kirin, lê mixabin gihayê hewşê tahl e ji dehan yek jî rûmeta me ne wekî ya peykertraşê îranî bû. 

Çima ev nefêmkirin gelo? Ev ji çi tê; ji asta mirovan, paşdemayina civakê, ji giraniya siyaseta kurd? 
Şîran: Niha civak ji me realîzmê dixwaze, dixwazin em tenûrekê çêkin û wekî rismekî deynin. Lê em dixwazin tenûrê bi awayekî hunerî çêkin ku em wê bikin gerdûnî. Heke em wisa nekin emê li dawiya civakên pêşketî bimînin. Em dibînin di civaka kurd de hunerên din wekî muzîk wekî wêjê hinekî hatiye fêmkirin, nivîskar û stranbêj hinekî derfetên xweîfadekirinê dibînin, şano jî tê dîtin, ev yek ji dîrokê tê. Lê hunera plastîk, şêwekarî û wênekêşiyê, ji alî fêmkirinê de li paş mane.
Mesût: Pirê siyasetmedar û rewşenbîrên kurd li bakur xwe bi tiştine sembolîk tatmîn dikin. Şaredariyên kurd koşk û serayan bi trilyon pereyî çêdikin, lê hundur vala ye. Bi hunermendên kurd re nakevin têkiliyê û bi wan re şêwrê çênakin, bi yên biyan re çêdikin. Em zanin bêderfetiya civakê bi xwe heye, lê gelek tişt û pere belasebep diherin.  

Gelo têkiliya we bi perçeyên axa kurdan yên din hene an na?
Şîran: Bi rastî zimanekî me û hunereke me wekî bi awayê xwezayî yê hevpar tune ye. aniha jî wekî weşanek hunera plastik ya hevpar tuneye ku em hevdû nas bikin an bişopînin. Tenê em bi hêvî ne. 
Mesût: Em di sala 2004 an de çûn Başûr. Em çûn zanîngehan û dibistanên navendî, pêşketina wê derê ji beşê din pirtir e. Bi rastî em pir şaş man, tiştên pir xweşik çêdibûn. Li Rojhilat jî hebû pêşketin, lê bawerim li  nav kurdên Sûrî kêm e.

Lê ma tenê bi gazinan dibe?
Şîran: Na. Hinek henin tenê gazinan dikin lê em gazinên xwe jî dikin û karê xwe jî bê navber dimeşînin. Em dixwazin hunera plastîk, peykeran û risman, zahmet be jî, bi civaka xwe bidin pejirandin.

 


 
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Wê jî pirtûk nivîsî, 'Jina Di Hundirê Min De'

ad

FARC'ê çekên xwe yên dawî jî teslîm kirin

ad

Ji bo Şingalek nû pêwêstî bi kongreyek netewî heye!

ad

Kîjan şirovekar çi qas pereyî digire?

ad

Li ser Kobanî notên rojekê

ad

Ji Microsoftê gaveke dîrokî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname