Enqere
Li Beypazariya Enqereyê mînîbusa ku karkerên demsalî yên kurd têde bû li TIR'ekê ket. Di encamê de 11 kesî jiyana xwe ji dest da.
Hin kurdên ji Şemrexa Mêrdînê berî çend salan bar kiribûn û li Beypazariya Enqereyê bi cih bûbûn. Kurdên ku wekî karkerên demsalî bi rojane heqdestê 20-25 TL'yî dixebitiyan roja 26'ê mehê ji bo herin berhevkirina gizeran siwarê mînîbusekê bûn. Mînîbusa karker dibin nav zeviyê di dema ku bi lez diçû de li vîrajeka li ser rêya Beypazari-Çayirhanê nekarî ba bide xwe û derbasî aliyê din ê rê bû, li TIR'ekê qelibî. Di encamê de Nurullah Eyebe (26), Hamdullah Eyebe (22), Huseyin Eyebe (17), Yahya Eyebe (15), Keziban Eyebe (19), Veysi Çakar (41), Aysel Çakar (36), Evin Çakar (15), Menduh ekinci (17) di cihê bûyerê de cih de jiyana xwe ji dest dan. Neçe Ekinci li Nexweşxaneya Dewletê ya Beyparazî, Cemile Ekinci jî dema rakirin Enqereyê jiyana xwe ji dest da.
Ajokarê TIR'ê İbrahim Karayel û 5 kesin din jî wekî birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Her 11 kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan ji gundên Ensuleyman û Pîranê Şemrexa Mêrdînê bûn.


