Pêşî bendava sedî 10 derxistin pêşberî partî û nûnerên kurdan. Ji bo têkbirina bendavê vê carê serbixwe ketin hilbijartinê. Ji bo serbixwe jî nikaribin bi ser bikevin vê facê fenên nû derxistin: Navê serbixweyan xistin lîsteyê û îsal bi ser de jî navên wan hûnik nivîsandin. Lê kurdên ku li ser axa xwe hînê bend û sînoran bûne, vê carê bi awayekî din zor didin van bend û sînoran.
Ji bo vê jî di serî de li Stenbol û Amedê, li bajarên din, li ofîsên têkiliyê yên hilbijartinê yên Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê dersên dê çawa dengên xwe bidin hatin dest pê kirin.
Dayikên ku tên ofîsan li ser pûsûlaya temsîlî cihê berendamê serbixwe dibînin.
Em ji wan re serketinê dixwazin û du wêneyên ji van dersan, yek ji Amedê, yek jî ji Stenbolê wekî wêneyên hefteyê pêşkêşî we dikin.
Foto: DÎHA



