Diyarname
Li Rojhilata Navîn kî diwêre wêneyek tazî yê serokomarekî çêbike? Û bi ser de jî hem çêbike, hem wî vexwîne wê derê û fotoyê wî bikişîne? Lê li Ewropayê ev yek wekî tiştek normal e jî. Mînaka me Serokomarê berê yê Fransayê François Hollande e.
François Hollande di 12'yê gelawêja 1964'an de hatiye dinê. wî di navbera salên 2001-2008'an Şaredariya Tulleyê kiriye. Di sala 2012'yan de ji Correzeyê dibe mebûs û heman salê ji Partiya Sosyalîst ji bo Serokomariya Fransayê hatiye hilbijartin. Hollande heta 2017'an ev karê xwe domandiye.
Niha ji bo wêneyeke wî ya tazî ew dibe mijara vê nûçeyê. Roja 3'yê vê mehê li Saint-Just-le-Martel fûara çapemenî û mîzahê vebû. Di fûarê de gelek wêneyên balkêş ên giregirên Fransayê hene. Yek ji wan jî ya Serokomarê berê Hollande e. Xêzkar, Hollande bi qûna tazî xêz kiriye û serê wî de jî kaskê scooterê bi cih kiriye. Hollande bêyî hêrs bibe, beyî tiştek bike, bi kûbarî çû ber wêneyê xwe yê tazî, lê mêze kir û foto kişand.
Di vê navberê de Hollande diyar kir ku ji bo wî tiştek muhîm e ew li wir e, her wiha ji bo hevalê wî û avakar Gerard Vandenbroucke ku par mir jî ew hatiye wir. François Hollande qala meseleya doza karîkaturan Charlie kir û diyar kir ku di van demên dawî de dîsa terorîst derketine holê. Her wiha diyar kir ku ew ji bo piştgiriya karîkaturîstan jî hatiye wê derê.
Em jî vê wêneyê wekî wêneyê rojê hildibijêrin û pêşkêş dikin.


