Diyarname
Di Fûara Pirtûkan a Bogazîçî ku îsal duyemîn car e li dar dikeve de, çalakiyên kurdewar jî hene.
Fûara Pirtûkan a Bogazîçî ku li Stenbolê ji bo bibe alternatîfê Fûara Pirtûkan a TUYAP'ê îsal duyemîn car e li dar dikeve. Fûara ku vê 15'ê mehê bi merasimekê deriyên xwe vekir heta 21'ê mehê dê li dar be.
Ji ber 50'emîn salvegera koça ji Tirkiyeyê heta Almanyayê îsal mijara bingehîn a fûarê wekî "Koç" hatiye diyarkirin. Di vê çarçoveyê de dê hin çalakî li dar bikevin û her wiha Sempozyûma Koçê jî dê li dar bikeve. Wekî welatê mêvan ê fûarê îsal Almanya hatiye diyarkirin. Dê li ser wêjeya alman gelek gotûbêj li dar bikevin.
îsal bi giştî 40 weşanxane beşdarî fûarê dibin û di nav wan de tenê Weşanên Aramê wekî wexanxaneyekî kurd beşdar dibe.
Komeleya Mafên Mirovan, Navenda Pena Tirkiyeyê, Yekîtiya Nivîskarên Tirkiyeyê, WWF Tirkiye (Weqfa Parastina Jiyana Xwezayî) jî têde gelek saziyên sivîl jî beşdarî fûarê dibin.
Di nav gotûbêj û panelên fûarê de gelek çalakî hene ku çend jê jî kurdewar in. Yek jê bi navê "Komkujiya Meraşê" (18 rezber, saet 12.00) û yek jê jî "Xweseriya Demokratîk û Rêveberiyên Herêmî" (20 rezber, 14.30) ye ku wê Yuksel Genç moderatoriya panelê bike û mebûsê BDP'ê yê Mûşê Demir Çelik, Nuri Firat û Engin Demir dê wekî axifger beşdar bibin.
Her wiha çalakiye dîwana dengbêjan jî yek ji çalakiyên rengîn a fûarê ye.
Di fûarê de dê gelek gotûbêj li dar bikevin, me hin jê hilbijartin:
18 Rezber, Yekşem
12:00-14:00 Komkujiya Meraşê / Aziz Tunç, Ragip Zarakolu (Weşanên Belge)
18:00-19:00 Dîwana Dengbejan
18:00-20:00: Di sedsala 21'ê ya Tirkiyeyê de sansur: 22 sermawez bûyera înternetê / Deniz Tan, Ezgi Koksal, Ebru Baranseli, Erdem Dilbaz, Yaman Akdeniz
19 Rezber, Duşem
14:00-16:00 Çûyîn: Koç û Wêje / Feyza Hepçilingirler, Murat Tuncel, Emel Dinseven
20 Rezber, Sêşem
1
4:30-17:00 Xweseriya Demokratîk û Rêveberiyên Herêmî / Moderator: Yuksel Genç, axifger: Nuri Firat, Engin Demir, Demir Çelik (Mebûsê Mûş yê BDP'ê)
18:00-20:00 Li ser felsefeya ziman û mantiqê gotûbêj/ Mehmet Akkaya, Mustafa Cemal
(Weşanên Belge)
21 Rezber, Çarşem
18:00-20:30 Li girtîgehê berxwedana bi nivîsandinê/ Moderator: Gulten Madenli, Zeki Bayhan, Davut Akgul, Tonguç Ok, Memik Horoz, Abdullah Kanat, Suzan Zengin, Nevin Berktaş
(Weşanên Belge)
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


