Diyarname
"Qesra Spî" pirtûkeke ji bo zarokan e û çîroka Welatê Seyranê vedibêje.
"Qesra Spî" ji çîroka Mûrad Dildar pêk tê ku ji bo zarokan nivîsandiye. Weşanên Hêlînê ku di bin banê Weşanên Avestayê de pirtûkên zarokan diweşîne, vê carê "Qesra Spî" pêşkêş kir.
Li paş Çiyayê Şîn, deşteke mezin, li navê re derbas dibe Çemê Zelal. Û ji ber her kesê wî welatî pir diketin seyranê, navê Welatê Seyranê li wir dikirin. Di wê Welatê Seyranê de rojeke zinareke mezin bi jor de tê û dikeve nava Çemê Seyranê. Zinar pêşî li avê digire. Yan wê der û dor têk here, keskahî hemû dê hişk bibe, yan jî dê bê bi awayekî zinarî ji ber çem rakin û mesele çareser bibe. Lê zinar ji cihê xwe nalebite.
Dê kî meseleyê hel bike? Hêvî di destê zarokek biçûk, di destê Dilgeş de ye. Gelo dê Dilgeş bikaribe here Qesra Spî û alîkarî bixwaze?
Mûrad Dildar ku di sala 1986'an de li Amedê, li gundê Elîparê hatiye dinê, niha di Zanîngehê de Beşa Felsefeyê dixwîne. "Qesra Spî" pirtûka wî ya yekemîn e.
Dildar, di tehma çîrokên kevnare de çîrokeke bi heyecan pêşkêşî zarokan dike.
Her wiha wêneyên di pirtûkê de jî ji aliyê Yusuf Avşar ve hatine çêkirin.
Qesra Spî / Mûrad Dildar/ 32 rûpel


