Diyarname
Serokdewletê DYA'yê yê nû hat hilbjartin Donald Trump hêdî hêdî kabîneya xwe saz dike. Trumpî niha Mike Waltz wekî Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî peywirdar kir.
Trump roa 20'ê rêbendana 2025'an dê sondbixwe û ji bo 4 salan bibe Serokdewletê DYA'yê. Trump kabîneya xwe ji niha de saz dike. Wî niha ji bo Şêwirmendiya Ewlehiya Neteweyî peywir da Waltzî.
Mike Waltz kî ye?
Mike Waltz di sala 1974'an de hatiye dinê. Wî bi salan di nav artêşa DYA'yê de kar kir û heta pîleya albayiyê hat. Li Florîdayê ket nava siyasetê. Endamê Partiya Komarpharêz e.
Waltz ji bo kurdên Rojava gotibû, "Ew mitefîkên me yên herî nêz in."
Di serdema serokatiya Trump a pêşî de dema Trump dixwest ji Sûriyeyê vekişe, Waltz dij derketibû. Dema Trumpî ji bo ketina Tirkiyeyê ya bajarên Girê Spî û Serêkanayê dest nekiribû, Waltz dijî vê derketibû û di kongreyê de ketibû nava hewldanan.


