logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Çend gotin li ser 'Pêxemberê Jibîrçûyî Manî'

"Ew çi Xweda ye ji te re dibêje, here kurikê piçûk ji dayîk û dapîra wî veqetîne?"

  • Dîrok: 07/04/2021
  • Beş: Serbest

Îhsan BÎRGUL

"Ew çi Xweda ye ji te re dibêje, here kurikê piçûk ji dayîk û dapîra wî veqetîne?"

Ewil divê ez vê bêjim; di romana Kamran Simo Hedilî de hîs heye. Bi min edebiyata tê de hîs tune be pûç e. Berhemeke ku te neêşîne yan te dilxweş neke xêra wê nîn e. Kamran Simo ev hîs baş daye xuyakirin. Him xemgîn dike, him jî dilxweş.

Her çiqas nivîskar xwe ber bi objektîfbûnê kişandibe jî, ji navê pirtûkê jî diyar e sempatiyeke wî ya li hemberî Manî heye. Dibe ku tişta ev roman dabe nivîsandin hezkirina wî ya bo Manî be?!

Helbet ez xwe di wê kemilandina nirxandina romanekê de nabînim û binirxînim. Ne hedê min e jî. Tenê wekî xwînerekî tiştên li ber çavên min ketine dixwazim bêjim. Piranî jî ji aliyê hin peyv û biwêjan de.

Em bi çend mînakan destpê bikin.

Di rûpela 18'an de "dayikê bi dizî xwe ji yekî din avis kiriye" hatiye gotin. Wekî tê zanîn peyva "avis" ji bo mirovan na, ji bo ajalan tê gotin. ۞şûna wê "xwe hemil hiştiye" an jî "ducanî, duhalan" çêtir dibû. Di rûpela pey de peyva "êşa zayînê" heye. Bi min zayîn jî ji bo ajalan e.

Di rûpela 92'an de biwêja " kes hirçan naleyzîne" heye. Rasterast wergera Tirkî ya " burda ayı mı oynatılıyor?"ê ye. Şûna wê " Qey we qûna tazî dîtiye" zêdetir cihê xwe digirt.

Gelek rûpelan de peyva "xurur" derbas dibe. Gelo kesekî evqas hakimê zimanê xwe çima şûna peyva "şanazi"yê "gurur"a Tirkî li gorî xwe kiriye Kurdî? Her wiha şûna peyva " tawan" peyva "suc" estetîktir dibû û li hevokê dihat..

Em bidomînin; di rûpela 133'an de û di çend rûpelên din de peyva " qeyik" heye. Bêguman meriv meraq dike çima ne "kelek" qeyik. Qeyika ji "Kayık"a Tirkî tê...

Dîsa gelek cihan de peyva "Sera" heye. Rast e wexta meriv li pey hev bêje; koşk û sera, qesr û qonax problem nîn e. Lê wexta tenê peyva "sera" şûna "qesr"ê were gotin bala meriv dikişîne û aciz dike.

Di rûpela 217'an de " ez li bajarê Mêrdînê hatime jiyanê" hatiye nivîsîn.

Meriv nayê jiyanê, tê dinyayê...

Rûpela 265, çima ne "şîv", xwarina êvarê hatiye gotin?

Di rûpela 275'an de "ji ti mesrefê nerevin" dîsa ji Tirkî hatiye girtin (Hiçbir masraftan kaçmayın). Bi min "ber pereyan nekevin" tam cihê xwe digirt.

Gelek cihan de jî ji bo ku zimanê berhemê seranser Kurdî be, gelek peyv ne di cihê xwe de ne. Ev jî kêmasiyeke din e ( nirx, vîn hwd.)

Em dikarin li vir rexneyekê li weşanxaneyê jî bigirin. Pir normal e ku rêzdar Hedilî ev kêmasî kiribin û li ne di bala wî de bin, gelo edîtora/ê vê pirtûkê û ew kesê xwendina dawî kiriye çawa ev firq nekirine?!

Hûn ê bêjin ka qet çend başiyên vê berhemê tune ne? Helbet hene û zêde ne jî. Min xwest zêdetir balê bikişînim ser kêmasiyan. Nexwe qismên baş sed carê ji yên kêmasiyan zêdetir in. Mînak; çawa Cengîz Aytmatov bi vegotina çand û jiyana Kirgizan, netewa xwe bi awayekî hostatî û edebî bi cîhanê dide nasîn, Kamran Simo jî têkiliya xizmetiya ( eqreba) di navbera Kurdan û mêvanperweriya wan bi hostatî aniye ziman. Ji bo mînak; pêşwazîkirina Ferîdûn ya ji bo Manî û Patîg, mêvanperweriya Ardî ya ji bo hersêyan. Dîsa vegera Patîg a piştî salên dirêj a dûrî malê û gotinên dayika Pîroza dibin agir û di nav dilê meriv de cih dibin. Ev jî serkeftina vegotina nivîskar e.

Amîn Maoulof di pirtûka xwe ya bi navê " Baxçeyên Ronahiyê ên Manî" de Manî wekî rojhilatiyekî dide nasîn, Kamran Simo jî pir aşkere radixe ber çavan ku Manî Kurd e...

Me nivîs bi pirseke dayîka Pîroza da destpê kirin, em bi pirseke wê ye din biqedînin. Wexta Patîg ji wergeha Menakade tê û jinan wekî kesên gunehkar bi nav dike, dayika wî Pîroza vê pirsê jê dike: "Heke dayîka te û jina te gunehkar bin, tu jî gunehkar î. Ma ne min tu anî dinyayê? Tu bi şîrê van pêsîrên min mezin bûyî"...

(Pirtûk ji Weşanên PAYÎZ derketiye)


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dadgehê kayûm şand ser CHP'ya Stenbolê

ad

Wêneyên mîtînga Stenbolê ji bo Rojava li Cenevreyê cih bigire

ad

Başûriyan nehişt Husên Omer derbasî Rojava bibe

ad

YNK û PDK li ser guhertinên yasaya hilbijartinê axivîn

ad

Nîzamî Gêncewî kî ye, çima Nîzamî?

ad

Dilopê weşangeriya kurdî daye nîqaşkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname