Diyarname
Di "Konserên Amedî" da îro temaşevan dê ji Geliyê Godernê li konserê temaşe bikin û konsera vê carê diyarî rihê Aramê Tîgran kirine.
DTSO (Odeya Sanayî û Ticaretê ya Amedê bi navê ""Dengê Paşerojê Konserên Amîda" ligel Ma Muzîkê konseran li dar dixe. Ev konsera 6'emîn e. Her carê li ciheke dîrokî ya Amedê konserê li dar dixin ku vê carê li Geliyê Godernê pêşkêş dikin. Di konsera îro de hunermendên Ma Muzîk, Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û Anadolu Quartetê cih digirin. Konsera ku pêşkêşî bîranîna Aramê Tîgran kirine 4'ê mehê (îro) saet 20'an de ji ser hesabê tora civakî ya DTSO'yê ve tê pêşkêş kirin.
Bi rêzê heta niha li van deran konser hatin li dar xistin: Şikeftên Hesûna (Farqîn), Keleha Zêrzewan (Çinar), Bajarê Kevin ê Gêlê (Gêl), Dêra Mor Petyun a Ermeniyên Katolîk (Sûr), Şikeftên Hîlarê (Erxenî).


