logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Kurdekî 21 salî multîmîlyonerê Bitcoinê ye

Ev bi mehan e çîroka dewlemendiya ciwanekî kurd di rojeva medyaya Swîsreyê de ye. Dadvan Yousuf ku 21 salî ye û ji başûr

  • Dîrok: 04/10/2021
  • Beş: Aborî

Zekî OZMEN

Ev bi mehan e çîroka dewlemendiya ciwanekî kurd di rojeva medyaya Swîsreyê de ye. Dadvan Yousuf ku 21 salî ye û ji başûrê Kurdistanê ye, bi pereyê dijîtal ê bi navê Bitcoins bûye multîmilyoner. 

ÇÎROKA MALBATA WAN

Li gor nûçeyeke rojnameya Aargaueezeitung, dayika Dadvan Yousuf di sê saliya wî de digel wî û du birayên wî wekî penaber hatiye Swîsreyê. Dema hatina wan demeke kurt pêşiya Şerê Kendavê û ketina Sedam Huseyîn bû. Pêşiya hingî bi du salan jî bavê wî yê ku berê pêşmerge bû, wekî penaber hatibû Swîsreyê.

DI 11 SALIYA XWE DE NAVÊ BITCOINAN BIHÎSTIYE

Dadvan Yousuf berî çend rojekî tevlî bernameyeke televîzyona CHMedia ya swîsrî bû û li wir diyar kir ku wî di yanzdeh saliya xwe de navê Bitcoins bihîstiye: “Hinga ez ez yanzdeh salî bûm, diviyabû pîrika min were emeliyat kirin. Ez li rêyan geriyam ka ez çawa dikarim pereyan jê re rêbikim. Li wir pêrgî hebûna pereyên dîjîtal ketim û min li wir cara ewilî navê Bitcoins bihîst.”

Ew hingî yekser dest bi firotina lîstikên xwe dike ji bo ku Bitcoinan bikire. Wê demê cara ewilî bi karta krediyê ya bavê xwe bi buhayê 15 euroyan Bitcoinan dikire. Pîrika wî tê emeliyatkirin lê ne bi pereyên wî. Ji xwe ji pergala birêvebirina pergala li pişt Bitcoin fêm nake.

STRATEJIYA KIRÎNA BIRCOINAN

Piştî 13 saliya wî rewş tê guhertin; wan her du salan bi lêkolîn û hewla fêmkirina pergala pereyên dîgîtal derbas dike. Li gor ew dibêje, huner ne ew e kirîn di dema buhabûna pereyên dijîtal de were kirin. Divê dema buha bikeve, ew werin kirîn. Ew bi wî awayî rêya stratejiyekî ji xwe re peyda dike. Lê wî dev ji şopandina wê yekê jî berdaye, ji ber êdî bernameyên wî yên taybet bi algorîtmên ew dixwaze kêlî bi kêlî piyaseya pereyên dîjîtal dişopînin û jê re pê ticaretê dikin. 

DIXWAZE ZANABÛNA XWE PARVE BIKE

Dadvan Yousuf hinga dewlend dibe, ji malê cuda dibe û wextekî di otelên luks ên Swîsreyê de dimîne. Niha jî li Zurichê xaniyek ji xwe re kiriye. Pereyên ku malbata wî heta hingî ji sosyalê wergitibûn jî paş de dide şaredariyê. Li gor gotina wî, ew dixwaze biçe welatên feqîr û zanebûna xwe bi mirovên hejar re parve bike, ji bo bi pereyên dijîtal sûdê werbigirin. Bi vê armancê wî weqfek jî li Swîsreyê tomar kiriye.


Dadvan Yousuf (yê aliyê rastê) ligel malbata xwe. (Fotoyên di vê nûçeyê de hatine bikaranîn ji malpera  "nzz.ch" hatine girtin) 

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Aborî - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

news
  • 12 10 2026

Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan

news
  • 07 10 2026

ÎSÎG: Êlûne de 226 tenî miyanê karî de merdê

news
  • 26 09 2026

Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir

news
  • 19 09 2026

Çîroka hespvanekî ku 30 sal e hespan xwedî dike

news
  • 11 08 2026

Ev nûçe ji bo dewlemendên kurdan e: Ev şato tê firotin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

BERXWEDANA 24’Ê ÊLÛNÊ

ad

Li ser “Bendewarên Adarê” a Mihemed Ronahî

ad

Dawiya hefteyê hin çalakî

ad

Bayer Munih ji bo penaberan kampa perwerdehiyê çêdike

ad

Notên ji axaftina Nêçîrvan Barzanî

ad

Fîlmên Festîvala Stenbolê diyar bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname