BARZAN ÎSO - KOBANÎ
Li yek ji kolanên Kobaniyê komek zarok dibezin, diçin Dibistana Şehîd Heqî. Gava ku me xwest Narînê rawestînin, ligel bazdanê digot; “Zingil lê xist… Dersa kurdî dest pê kir, nasekinim…”
Narîn êdî fêrî kurdî dibe, ez nikarim wê ji riya wê vegerînim. Li ser çenteyê wê yê biçûk “Kurdstan” nivîsandibû. Di bêrîkên wê de jî paçên kesk, sor û zer hebûn. Her çendî bi şaşitî nivîsandibin jî “Kurdistan” her tim di xeyalên Narînê de bûn.
Gava me li pey Narinê meyzand, me tabelaya kurdî ya li ser deriyê dibistanê dît. Navên gerîlayên naskirî yên ji rojavaya Kurdistanê ku jiyana xwe ji dest dane li dibistanan hatine kirin. Dîwarên ref û dibistanan bi wêneyên şehîd û wêjevanên kurd hatine xemilandin.
Li Dêrika Hemko bi dîwarên Dibistana Şehîd Dîcleyê ve wêneyên ji Mehabad û Ûrmiyeyê bigire heta, Amed û Dêrsimê hema bibêje li her aliyek ên Kurdistanê û yên gerîlayên ji Dêrikê hene.
Ev yek jî nîşan dide ku ciwanên Dêrikê li her aliyên Kurdistanê têkoşînê dimeşînin. Her wiha, hindurê dibistanê jî bi rengên kesk sor û zer hatine xemilandin. Li Qamişloyê Dibistana Şehîd Reşo, li Kobaniyê Dibistana Şehîd Osman, ev dibistan jî wekî ya Şehîd Dîcleyê ne. Êdî zarok û xizmên van gerîlayan di van dibistanan de rûdinin û fêrî zimanê xwe dibin.
ÇAND Û ZIMANÊ KURDÎ TÊ HÎNKIRIN
Di dibistanên kurdî de, ligel zimanê kurdî, çanda kurdî jî tê hînkirin. Her dersek bi qasî demjimêrekê diajo. Di dibistanan de jî helbest û muzîk jî têne hînkirin. Mamostayên kurdî Rengîn û Bêrîvan agahî dan me:
“Ev demek dirêj e ku ev çalakiyên wiha li vê parçeya Kurdistnaê pêk nehatine. Ji ber wê jî beşek mezin a gel, bi taybetî ciwan ji zimanê xwe dûr ketine. Ligel kurdî, em dersa çanda giştî jî didin. Em ji silavdayîna kurdî bigire heta hemû tiştên kurdî fêr dikin. Em di dersan de muzîk û helbestên kurdî jî hîn dikin. Ciwan bi taybetî ji Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Seydayê Cigerxwîn hez dikin.”
ZORIYÊN HENE
Dara, rewşa dibistanan ji nêz ve dişopîne, der barê zoriyên ku pêre rû bi rû dimînin de got; “Ji bo peydakirina ciheke baş û bi kirê, me gelek zorî kişand. Helbet destekê didin me. Lê cihên ku bi kêrî dibistanan bên tune ne.”
Her çendî yekemîn çapxaneya kurdî li vir hatiye avakirin, lê demek dirêj e ku li rojavaya Kurdistanê kurdiya akademî nehatiye hînkirin. Ji ber wê jî di dibistanên niha de ziman û çalakiyên çandî têne hînkirin. Mamosta jî pêşekiyê didin kursên xwe.
BEŞDARBÛN ZÊDE YE, KAPASÎTE KÊM E
Gava em têkildarê beşdarbûna dibistananên Dirbesiyê bi Mezlûm re axivîn, ev agahî da me; “Beşdarbûneke pir zêde heye. Lê belê kapasîteya ref û dibistanan têrê nakin.” Mezlûm diyar kir ku piraniya xwendekaran keç in û got; “Xort jî gelek ji wan ji ber zextên siyasî û aborî çûne derveyê welat. Ji ber wê jî piraniya wan keç in. Heta xwendekarên 45 salî jî hene.”
Ji bo fînansekirina dibistan û navendên çandê, TEV-DEM û ciwanên kurd li zeviyan pembû kom dikin û bi dildarî dixebitin. Di van demên dawiyê de li bajarên rojavaya Kurdistanê gelek dibistanên kurdî û navendên çandê hatin vekirin. Êdî li Şam û Helebê jî dibistanên kurdî hene. Lê ev dibistan heta niha jî nebûne qanûnî.
ANF


