Cemil Oguz
Fûara Pirtûkan a Stenbolê dawiya vê hefteyê deriyên xwe vedike. Di van 10 salên dawî de ji bo weşanxaneyên kurdî beşdariya herî kêm e. Kîjan weşanxane beşdar dibin, yên beşdar nabin çima beşdar nabin? Me bala xwe da ser vê yekê.
DÎROKA FÛARÊ
Fûara Pirtûkan a Stenbolê ji aliyê TUYAP’ê ve tê organîzekirin. Fûar li Navenda Fûar û Kongreyê ya TUYAP’ê li dar dikeve. Fûar 3’yê mehê dê deriyên xwe veke û heta êvara 11’ê mehê bi dawî bibe.
HEJMARA BEŞDARAN
Li gor daxuyaniya organîzetorên fûarê îsal nêzî hezar weşanxane, saziyên sivîl, saziyên dewletê û marqe li fûarê standê vedikin. Fûar ku her sal kesek wekî mêvanê/a rûmetê diyar dike îsal Nazli Eray wekî Mêvana Rûmetê diyar kiriye.
Di beşa salona navneteweyî de ji Almanya, Îran, Erebistana Siûdî û Romanyayê weşanxane nebin.
300 ÇALAKÎ
Li fûarê li dor 300 çalakiyên wekî panel, gotûbêj, atolye û çalakiyên ji bo zarokan dê hebin. Ligel van li bendê ne ku nêzî 2 hezar nivîskarî jî di fûarê de amade bin û pirtûkên xwe îmze bikin. Di nav van de dê nivîskarên kurd jî hebin.
Fûar her roj nava hewteyê serê sibê saet 10’an de vedibe û êvarê 19.00’an de tê girtin. Dawiya hefteyê êvarê saetek derengtir, saet 20.00’an de tê girtin.
WEŞANXANEYÊN KURDAN KÊM IN
Li fûarê tenê 3 weşanxaneyên kurdan standê vedikin. Weşanxaneya Nûbiharê li Salona 2 nimreya 216’an de, Weşanxaneya Sîtavê Salon 2 Nimreya 215’an de, Pirtûka Kurdî jî Salon 3 Nimreya 319’an de standê vedike. Di nav 10 salên dawî de îsal ji aliyê beşdariya weşanxaneyên kurdî ve asta herî jêr e. Li aliyê din di nav ew qas bêderfetî û zehmetî de hêja ye xwendevan xwedî li van weşanxaneyan derkevin.
Ji bilî weşanxaneyan wekî sazî jî tenê saziyeke kurdî, Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li fûarê standê vedike. Weqif li salona 4’an nimreya 420B de bi standê xwe dê ligel xwendevanên xwe be.
WEŞANXANEYÊN DIN ÇIMA BEŞDAR NABIN?
Hefteyek berê ji weşanxaneyên tirkî çend weşanxaneyan daxuyanî belav kiribû ku ji ber mesrefên bilind, ew nikarin beşdarî fûarê bibin. Me xwest ji nav weşanxaneyên kurdî çendên ku par di nav weşanxaneyên zêde pirûk çap kirine de ne bipirsin ka sedema beşdarnebûnê çi ye. Ji weşanxaneyên kurdî Xwediyê Weşanên J&J Azad Zal, Xwediyê Weşanxaneya Lîs Lal Laleş û Xwediyê Weşanxaneya Peywendê Xalid Sadînî bersiva me dan û dîtinên xwe anîn ziman.
Niha em gotinê didin wan:
- Azad Zal: Ez hêvî dikim ên beşdar bûne bi ser bikevin
Dema fûaran qediya ye, gelek kes bê hêvî bûn. Matbaa jî berê dema fûaran de pir dişixuliyan, ew jî wisa ne. Pirtûk buha ne, lê ez hêvî dikim ji bo weşanxaneyê beşdar bûne baş derbas bibe.
Ji ber derfetên fûaran, ji ber fuar bi xwe êdî reklaman zêde nakin ku ew jî mesrew e, derfetê kirîna pirtûkan jî kêm bûye, pirtûk buha bûne, mesela pirtûkek me 20 TL difrot, niha 60 TL ye. Berê memûrek dema bi hezar TL’yî dihat belkî sed pirtûk dikirî, niha belkî 10 pirtûkan dikare bi vî pereyî bikire.
Tiştek din, nas û dost werin, sê nivîskar hebin li standê mecbûr in 3 heban bistînin, ev jî zorê li aboriya wan dike, li Mersînê me hev yek dît. Ez ne bi hêvî me, lê ez hêvî dikim bi ser bikevin.
Ji vê demê şûnde belkî em qet beşdar nebin. Metrekareya standê bûye 1500 kaxit, ê hatin, çûyîn, mayîn… Min hesab kir belkî 30 hezar mesref çêbe, lê belkî em bikaribin tenê 10 hezar TL’yî pirtûkan bifiroşin.…
Lal Laleş: Derfeta em beşdar bibin nebû
- Bêguman xwendevan û nivîskarên hêja li stenbolê dijîn. Em dizanin di nav wan de hezkarên Weşanxaneya Lîsê jî hene, lê mixabin ji ber şert û mercên aborî û fîzîkî, û atmosfera çandî ya heyî, em ne amade ne ku beşdarî fûarê bibin. Em her sipasiya rayedarên Tuyapê dikin ku wan em vexwendin, xwestin Lîs jî beşdar bibe. Lê mixabin ji ber derfetên aborî û bêderfetiyên din îmkana ku em wekî weşanxane beşdar bibin me nedît. Bi heviya di rojên pêş de em îmkanê bibînin ku bi xwendevan û hezkarên Weşanxaneya Lîsê re bên ba hev.
- Xalid Sadînî: Îmkanên me dest nedan
Îmkanên me dest nadin loma em nehatin. 20 hezar heqê cih/standê xwestin, 20 hezar mesrefa çûn û hatin, wekî din jî mesref dê çêbin. Xwendevanên kurdî jî zêde nîn in, ku gelek zêde pirtûk bên firotin û em mesrefê xwe derxin. Ji ber van em nehitan.


