logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Demîrtaş: Me Komkujiya Roboskiyê ragihand NY'yê

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, di civîna koma BDP'ê de bal kişand ser bûyerên kujer nediyar û xwest Komîs

  • Dîrok: 24/01/2012
  • Beş: Nûçe

ENQERE
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, di civîna koma BDP'ê de bal kişand ser bûyerên kujer nediyar û xwest Komîsyona Lêkolîna Edalet û Heqîqetê bê avakirin. Demîrtaş, anî ziman ku ew dê heta dawî hesabê Komkujiya Roboskî, kuştinên kujer nediyar bipirsin. Demîrtaş, helwesta li dijî ROJ TV jî rexne kir û xwest ku li şûna bi pere û bertîlan Fransayê înqa bikin, destûr bidin ku ROJ TV li Tirkiyeyê weşanê bike.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, di civîna koma BDP'ê de li ser geşedanên rojevê rawestiya. Demîrtaş, diyar kir ku teqîna li Colemêrgê karê rêxistina kûr û dewletê ye û ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku kê pêk hatiye. Demîrtaş, got ku hemû gel û saziyên sivîl diyar dikin ku kesên teqîn pêk anîne welatiyên sivîl kirine hedef. Demîrtaş, destnîşan kir ku her çend walî bêje polîs birîndar bûne jî polîsên birîndar li holê tune ne.

Demîrtaş, bal kişand ser kuştina Ugur Mumcu û anî ziman ku, dixwazin 2 kesan bikin qurbana vê bûyere, lê rêxistina pişt vê bûyerê vedişêrin. Demîrtaş, bal kişand ser kuştina Muammer Aksoy, Hrant Dînk û Musa Anter û da zanîn ku aliyên veşarî yên van bûyeran nehatine ronîkirin û hesab ji kujeran nehatiye pirsîn. Demîrtaş, destnîşan kir ku ev jî bûyerên kujer nediyar in û hê ronî nebûne.

'DEWLET KUJERAN DIZANE, LÊ HESABÊ NAPIRSE'

Demîrtaş, bal kişand ser binçavkirin û windakirina Serokê HADEP'a navçeya Sîlopiyê Serdar Taniş û Sekreterê HADEP'ê Ebubekîr Denîz û wiha got: "Li gel 11 sal derbas bûn, heta niha der barê bûyerê de bi qasî mîsqalekê jî bûyer nehatiye ronîkirin. Em dê sibê ji bo bîranîna wan li Sîlopiyê mîtîngê pêk bînin. Ji bo pişt bûyerê bê ronîkirin û hesap ji berpirsiyaran bê pirsîn em dê bipirsin. Çima dozger ji bo ronîkirina bûyerê nakevin nava hewldanan. Çima ji bo bûyerên tarî ronî bikin nakevin hewldanan. Wekî vê bûyerê bi hezaran kuştinên kujer nediyar hene. Lê em kujeran nas dikin. Rayedarên dewletê nava rojê mirov kuştine. Kujer diyar in. Hemû ji aliyê rayedarên dewletê ve pêk hatine. Windakirina bi hezaran kesan ji aliyê Waliyê OHAL, Wezîrê Navxweyî, Serfermandar û fermandarên herêmê ve pêk hatin. Taniş û Denîz jî di vê çarçoveyê de hatin revandin û windakirin.

DERKETINA HESTIYÊN JÎTEM'Ê NE SERKEFTINA DOZGER E

Demîrtaş, bal kişand ser kolandina navenda JÎTEM'ê û wiha berdewam kir: "Di kolandina Navenda JÎTEM'ê de piştî restorasyonê hestî derketin. Ne hewldan û xebata dozgeran e. Em dê bipirsin û bişopînin. Em dê hemû kesên wê demê peywirdar bipirsin. Wekî vê bûyerê li her navçe û bajarî bi hezaran gor û hestî hene. Hê dayikên bi salan in li hestiyên zarokên xwe digerin hene. Heta ku li baxçeyê hemû Fermandariyên cendirmeyan neyên kolandin, heta ku hemû hestî neyên derxistin û hesab ji kujeran neyê pêrsîn, Tirkiye nikare bi paşeroja xwe re rû bi rû bibe. Bawerî pêk nayê. Li bajaroka Pespînê û navçeya Basa ya Şirnexê jî kolandin hatin kirin. Hestî derketin."

BILA KOMÎSYONA HEQÎQETÊ BÊ AVAKIRIN Û RASTIYÊ RONÎ BIKE'

Demîrtaş, bilêv kir ku ji bo Tirkiye bi rastiya xwe re bê rûberî hev, divê parlemen komîsyona lêkolîna edalet û heqîqetê ava bike û hemû bûyerên borî rast lêkolîn bike û rast bi encam bike. Demîrtaş bal kişand ser bûyerên di tarîtiyê de mane û wiha dom kir: "Divê hemû bûyerên di tariyê de mane bêne ronîkirin. Qileban, bûyerên JÎTEM'ê, Hrant Dînk, Ugur Mumcu û hemû bûyerên di tarîtî de mane ronî bikin. Divê hemû bûyerên berê yên ji aliyê dewletê, JÎTEM'ê, Hîzbûlhah û PKK'ê ve hatine kirin tev bi berfirehî bêne lêkolînkirin û rastî bê ronîkirin."

'ÇIMA 4 DEMJIMÊR DÎMENÊN HERONÊ RONÎ NAKIN?'

Demîrtaş bang li Erdogan kir û wiha got: "Em pirsnameya eşkere didin we. We ferman da leşkeran ya na? Li gel ku agahî dan we ku koma 50 kesan tên em lê bidin ya na, we ferman da ya na? Li gel 26 roj di ser re derbas bûn, çima hê hesab jê nehatiye pirsîn? Heta li hemberî darazê ev bûyer ronî nebe û bi encam nebe em dê heta dawî bipirsin."

'ME SERÎ LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DA'

Demîrtaş, anî ziman ku ji bo komkujiya Roboskiyê bi berfirehî bê lêkolînkirin û ronîkirin wan serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) daye û xwestine ku NY bê li Tirkiyeyê lêkonînek berfireh bike.
Hevserokê BDP'ê Demîrtaş, helwesta AKP'ê ya li hemberî BDP'ê ya xemgîn bûn ya na rexne kir û wiha got: "Mesele komkujî çawa pêk hatiye. Mesele balafirên şer ên tirk bombe kirin ya na. Kê ferman da. Karê Erdogan hesab bide. Karê Erdogan rabe lêborîn bixwaze. Çima heta 24 saetan daxuyanî neda. Bi êrîşa li hemberî BDP'ê hûn nikarin komkujiya Qilebanê veşêrin. Hûn nikarin gel bixapînin. Komkujiya 34 kesan sûcê mirovahiyê ye. Hê komkujiya 33 Gule nehatiye veşartin. Ev jî nayê veşartin. Her çend heta niha der barê tu kesî de lêpirsîn nehatibe destpêkirin jî em dê hesabê bipirsin. Çima zarokekî derdikeve vê komkujiyê şermezar dike tê binçavkirin û girtin. Çima hesab nayê pirsîn. Heta ku bûyer ronî nebe û hesab neyê pirsîn em dê li ser komkujiyê rawestin."

'BILA ROJ TV LI TIRKIYEYÊ WEŞANÊ BIKE'

Demîrtaş rexneyên xwe yên li hemberî polîtîkayên AKP'ê yên li ser ROJ TV wiha anî ziman: "Hûn ji bo ROJ TV'yê bigirin çima ew qas enerjiyê xerc dikin. Li şûna hûn vê yekê dikin, destûr bidin bila ROJ TV bê li Tirkiyeyê weşanê bike. Hûn bi vê yekê dengê gelekî qut dikin. Li şûna hûn televîzyona ku bi 6 zimanan weşanê dikin, pirsgirêkê ji bingehê wê de çareser bikin. Her ku hûn bigirin dê televîzyonek din bê vekirin. Wekî berê jî te partî girtin, sazî girtin, televîzyon girtin. Ger ku tu dîsa bi vê hişmendiyê tev bigerî, tu dê winda bikî. Niha TRT-6 heye ew jî ji destê AKP'ê derketiye û ketiye destê cemaetê. Hemû televîzyonên ku li Tirkiyeyê weşanê dikin çima te aciz nakin, çima tu ROJ TV digirî. Em dibêjin Tirkiye û Fransa Roj tv kir qurbana berjewendiyên xwe."

'WEZÎRÊ DADÊ LI XWE MIKUR HAT KU TECRÎD POLÎTÎKAYA AKP'Ê YE'

Demîrtaş, bal kişand ser pêşnûmaya der barê Îmraliyê de û diyar kir ku ev pêşnûma xizmeta şer dike. Demîrtaş got; "Duh Wezîrê Dadê Sadullah Ergin, eşkere got em parêzeran naşînin Îmraliyê. Bi navê wezareta dadê eşkere got em hiqûqê binpê dikin. Hat diyarkirin ku tecrîd bi zanebûn e. Xuya bû ku hikumet zagon û hiqûqa xwe binpê dike. Xuya bû ku xerabûna keştiyan û muxalefeta hewayê ne hincet e. Lê ev pêşnûma ne çareserî ye. Hikumet dixwaze tecrîdê bike zagon û pirsgirêk çareser bike. Lê bi zagonkirina tecrîdê pirsgirêk çareser nabe. Divê li şûna wê diyalog, muzakere û niqaşên aşkere û azad çêbin. Ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bibin divê berî her tiştî pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane çareser bibe. Em heta dawî diyalog û muzakereyan esas digirin. Heta dawî em dê li pişt vê yekê bin."

'EM BANG LI HIKÛMETÊ DIKIN KU PIRSGIRÊKÊ BI MUZAKEREYÊ ÇARESER BIKIN'

Demîrtaş, destnîşan kir ku ji bilî rêya muzakere û diyalogê dê Tirkiyeyê paşve bixin û xwest her kes piştgiriyê bidin vê yekê û azadî û aramiyê diyarî civakê bikin. Demirtaş, xwest hikumet paşeroja xwe di ber çavan re derbas bike. Derfeta hatiye dayîn baş bikar bîne û pêvajoyek nû dest pê bike. "

AGAHIYA DOZGER JI MIRINA GORKÎ Û SEÎDÊ KURDÎ TUNE'

Demîrtaş, helwesta Erdogan a li hemberî Musa Anter rexne kir û wiha got: "Tu dibêjî me destûr da kurê wî, lê behsa qedexeya pirtûka wî nake. Dozger ji kurê wî dipirse û dibêje çima hûn pirtûka kesê miriye çap dikin. Wê demê agahiya Dozger ji mirina Gorkî tune. Ji mirina Seîdê Kurdî tune ye."

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2014: PEC'ê rapora rojnamegerên hatin kuştin eşkere kir

ad

Şerafettin Elçi wefat kir

ad

Serokê Parlamentoyê: Nabe destkeftiyên hene wekî yên hizbî bên nîşan dan

ad

Spor jî derbeyê li Tirkiyeyê dide

ad

Premier Lîgî bi 3 golan dest pa kerd

ad

Pirtûkek çîrokan 'Welatê Pirpirokan' derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname