logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Gavên pratîk û biryarên siyasî

  • Dîrok: 28/02/2023
  • Beş: Serbest

Luqman GULDIVÊ 

Li Almanyayê, piştî ku li gorî mufredata eyaletan dersan bide, mafê vekirina dibistanên taybet heye. Heta mirov dikarin mufredatên xwe û awayên xwe yên taybet ên dersdayînê bi pêş bixin û ji wezaretên perwerdeyan ên eyaletan destûra sîstema xwe ya perwerdeya li dibistana taybet wergirin. Dibe ku ne karê rojekê diduyan be lê kurd jî ev ne salek û didu ne ku li Almanyayê ne. Îro roj em behsa mîlyonek û nîv kurdan dikin li Almanyayê. Lê dibistaneke wan a taybet nîn e. 

Gelo dibistaneke bi zimanê kurdî jî perwerde bike, ji mîlyonek û nîv kurdan nedihat? Bersiva vê bawer dikim bi çend hezar cihû û gelek dibistanên wan ên taybet dikare bê dayîn. Yanî helbet dikarin bi dehan dibistanên taybet vekin. Lê wekî civak ji xwe re nekirin kar. Yanî hêzên wan ên siyasî û civakî siyasetên ziman ên ji bo avakirina dibistanên taybet ên bi zimanê kurdî jî perwerde bikin nedan ber xwe.

Heger gaveke wisa bê avêtin, beriya wê biryara wê yekê ya siyasî tê dayîn. Ev biryar di meseleya kurdan de bi giranî siyasî ye, ji ber ku eleqeya xwe bi nasnameya civakê heye û nasnameya heman civakê jî ji bo dewleta Tirkiye, yên Iraq, Sûriye û Îranê ji wan nasnameyan e ku diviya bû bê tunekirin. Yanî her gava eleqedarî parastina nasnameya kurdan, bi vî rengê gaveke siyasî ya li dijî siyasetên qirkirinê ye.

Lê belê çima gaveke bi vî rengî nehat avêtin? Çima kesî xwe neda ber? Bi ya min sedema vê nebûna siyaseteke ziman a aktorên siyasî û civakî yên kurd ên li Almanyayê ye. Heger siyaseteke wan a ziman hebûya, niha me dê aliyên wê yên kêm rexne bikira, pesnê aliyên wê yên baş bidaye û li ser mitale bikira ka çawa mirov dikare wê baştir bike. Nebûna minaqeşeyên bi vî rengî, di heman demê de nebûna siyaseteke ziman a aktorên siyasî û civakî yên kurd nîşan dide. 

Beriya 6-7 salan dîsa di vê quncikê xwe min serê xwe bi meseleya vekirina dibistanên taybet ên bi kurdî jî perwerdeyê bidin, êşandibû. Yanî derfetên teknîkî û madî yên vê yekê hene. Hin alî dikarin ji vê yekê pereyan jî qezenc bikin. Yanî esas mamosteyên kurd ên li Almanyayê û hin şirketên di warê perwerdeyê de dixebitin, dikarin wekî karekî taybet jî li meseleyê binihêrin. Lê wan ev nekir. 

Komele û yekîtiyên dê û bavan jî ji ber ku van îşan bi projeyan ve girê didin û projeyên demdirêj jî pir kêm in, heta niha gaveke wiha, wan jî neavêt. Lê hejmara mamosteyên kurd ên ku li gorî sîstema pedagojîk a alman gihîştine, hejmara pedagogên ku dikarin bi karê mufredateke maqûl rabin, têra xwe li Almanyayê heye. Hevkariyeke bi beşeke zanîngeheke alman a pedagojiyê jî ne karekî dûrî aqilan e. Lê ji bo ku ev hemû bên cem hev û geveke ber bi pratîkê re bê avêtin, diyar e ku aktorên mezin ên siyasî civakî yên kurdan ên li Almanyayê, divê biryarekê bidin.

Ev biryar ne tenê ji bo zimanê kurdî ye. Ev biryar ji bo parastina nasnameya kurdî di nava rewşeke hindikahî ya dijwar de ye. Li aliyekî tesîra çand û zimanê pirraniya mezin a alman, li aliyê din tesîra pirraniya tirk û zimanê tirkî di nava hindikahiyê de, esas bêhnê li kurdbûnê diçikîne. Aktorên siyasî û civakî yên kurd îro nikaribin biryara gaveke wiha bidin, wê tu carî nikaribin gaveke wiha biavêjin.     

Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo 9 saliya Diyarnameyê hin not

ad

Piştî çar salan li Amedê carek din Fûara Pirtûkan li dar dikeve

ad

Dîroka li darketina Kongreya Netewî diyar bû

ad

"Du ziman û baholek" hat xelatkirin

ad

Şer evînê jî dikuje

ad

Lorîk û mirin di zikhev de

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname