logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Kayûmê dest danîn ser tiştên alîkariyê û ew birin xistin embarê

  • Dîrok: 28/02/2023
  • Beş: Nûçe

Rûkiye Adiguzel - Abdurrahman Gok / MA / MEREŞ

Kayûm û leşkerên ku roja 15’ê reşemiyê/sibatê de dest danîn ser navenda alîkariyê ya Mala Gund a Hasankoca, 12 roj piştre tevahiya alîkariyan li kamyonan bar kirin û ji gund birin.  

Dilxwazên bi pêşengtiya HDP’ê kom bûn, piştî erdheja bi pileya 7.7 a Mereşê tavilê berê xwe dan Bazarcixê û heta 15’ê reşemiyê jî bênavber xebitîn. Dilxwaz, bi şev û roj xebitîn û hewl dan pêdiviyên gund û taxên tu kesî xwe negihandine pêşwazî bikin. Alîkariyên ji hêla odeyên pîşeyî, rêxistinên civaka sivîl ên ji gelek deverên Tirkiye û bakurê Kurdistanê, komeleyên gund, herêm û taxan û xelkê li Ewropayê ve dijî hatin şandin, bi saya dilxwazan li gund hatin komkirin û dihatin belavkirin. Lê Qeymeqamê Bazarcixê wê rojê leşkerên bi teçhîzat û kayûmê AFAD’ê girt cem xwe û hate gund. Piştre jî ji gund veqetiya û xebatên xwe bi rê û rêbazên cuda domand. 

KAYÛM 12 ROJ PIŞTRE ÇÛ

Dilxwazên ku ji 7’ê mehê heta 15’ê mehê zêdetirî 30 TIR’ên alîkariyê û bi dehan kamyonên alîkariyê li mexdûrên erdhejê belav kirîn, diyar kirin ku dê tayînkirina kayûmê qebûl nekin. Li ser vê yekê qeymeqamê navçeyê got; “Ez ê bi dehan dilxwazan bînim vê derê û alîkariyê bidim gel.” Piştre jî kayûm tayînê ser navenda alîkariyê kir. Lê kayûmê ku li navendê hat tayînkirin, di nava 12 rojan de alîkarî neda gundekî jî. Şêniyên gund gotin; “Tenê car bi car li wesayîtên taybet ên kesên nêzî xwe alav tije kirin û ji bilî vê tiştekî din nekirin.” Kayûm û kesên pê re duh (27’ê sibatê) tevahiya alîkariyan li kamyonan bar kirin û ji gund çûn. 

ALAV Û AMÛR BIRIN DEPOYA AFAD’Ê

Em îro di danê sibehê de çûn gund. Me dît ku ji bilî koneke li gund, tevahiya konan hatine rakirin û birine. Her wiha em hîn bûn ku kayûmê di heman demê de tevahiya betaniyeyan, soba, pateyên pitikan, mamayên zarokan, cil û berg û xurek li kamyonan bar kirine û birineembara AFAD’ê ya li navendê. 

XELKÊ HERÊMÊ: TALAN KIRIN

Welatiyên gund wiha bertek nîşanî vê yekê dan: “Her tiştek talan kirin. Li vê derê piştevaniyeke pir hêja hebû. Wan ciwanan kedeke mezin dan. Bi şev û roj ji bo me xebitîn. Pêdiviyên gel yekser bi cih anîn. Û ev yek jî li pêşberî kamerayan nekirin. Lê belê AFAD û qeymeqamê kayûm tayîn kir û dest danîn ser alîkariyan. Digotin ku dê ew bi xwe alîkariyan belav bikin. Lê di tevahiya 13 rojan de tenê wesayîtên taybet ên alîgirên xwe tije kirin û ji bilî vê yek alîkarî nedan cihekî. Her çend ku tevahiya alîkariyan bi xwe re biribin jî, em pê xweş in ku ji vir çûne.” 


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo boçika cixareyê 250 Euro ceza didin

ad

Ristika Morîkan ango Hawara Jinên Dengketî

ad

Ji bo xurtkirina kurmanciyê "Peyvdank" li benda we ye

ad

Li Amedê 2 ciwan hatin kuştin

ad

Newroz bi beşdariya sedhezaran dest pê kir

ad

Rusyayê bertek nîşanî formaya Ûkraynayê da

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname