Diyarname
“Bîst sal û êvarek” bû roman û derket. Romana nivîskar Sebrî Silêvanî ji Weşanên Ronahiyê derket.
Weşanxaneya Ronahî ku navenda wê li Amedê ye romaneke din derxist. Romana nivîskar Sebrî Silêvanî ya bi navê “Bîst sal û êvarek” ku berê li Başûr bi tîpên Erebî hatibû weşandin vê carê li Bakur bi tîpên Latînî hat weşandin.
Di van rojên ku Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç neheqiyan li kurdî dike û dibêje ku kurdî ne zimanê şaristaniyê ye, edîtorê Weşanên Ronahî Mihemed Ronahî li ser pirtûkê ku di heman demê de dibin bersivek ji bo Arinç jî wisa dibêje: “Ev roman, romana zimanê şaristaniyê ye. Lewre hûn di vê romanê de di çemê kurdî ya rewan û herikbar de bêyî hemdê xwe diherikin û li binguhê lat û kendalên kurmanciya xwerû û resen dikevin.”
Silêvanî di romanê de bi zimanekî felsefîk û wêjeyî li ser serdemeke Başûr disekine.


