logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

5 pirtûkên nû yên bi kurdî derketin

Yek jê çîrok, didu helbest, yek huner-teorî û ya din li ser dîrokê pênc pirtûkên kurdî derketin.

  • Dîrok: 26/07/2019
  • Beş: Berhem

Diyarname

Wêşanên Lîsê yek jê çîrok, didu helbest, yek huner-teorî û ya din li ser dîrokê pênc pirtûkên bi kurdî derxistin. Ji van "Xoşxwan" pirtûka yekem a Cegerxwîn e ku Cegerxwînê cuda têde heye. Pirtûka nivîskar Îhsan Colemêrgî "Dîrok û Şaristaniya Ûrartûyan" neynikê dide parçeyek dîroka kurdan. Her wiha "Rêzimana Muzîkê" jî beşek cuda derdixe pêş.
Vane ew pirtûk:

"HESABGÊR"

"Hesabgêr" pirtûka kurteçîrokan a Ferhadê Mihemed e û ji deh û yek kurteçîrokan pêk tê. Çîrok qala mijar, problem, çareserî û meseleyên; şexsî, siyasî, civakî, kultirî, edebî dikin. Her yek bi form û teknîkeke cuda hatine nivîsandin. Ev formên hanê bi deng û hesên kurdî hatine têkilhevkirin û strandin. Lewma jî her çîrokek bi xwe serbixwedî ye. Di dawiya çîrokan de surprîz misoger heye û di yek beşên çîrokan de carina trajîkomîkî dibe desthilatdar. 

"OMÎDÊN WINDAYÎ"

Nivîskar Bonîye-Suad Cegerxwî bi pirtûka xwe "Omîdên Windayî" li pêşberî xwendevanan e. Ew di helbestên xwe de behsa jihevveqetîn, jihevdûrketin, jibîrnekirin, bêrîkirin û dilsozîya merivan dike. Bindestî, sînor, nefîbûn sedemên van yekan e û ev yek wekî helbest di "Omîdên Windayî" de derketine pêşberî helbesthezan.

"RÊZIMANA MUZÎKÊ"

Edî pirtûkên li ser teoriyên cur bi cur jî li pirtûkxaneya kurdî zêde dibin. Yek ji van jî niha derketiye ku li ser teoriya muzîkê ye. Pirtûka bi navê "Rêzimana Muzîkê" ji aliyê Fatih Marufoglu ve hatiye nivÎsandin. Pirtûk ji sê beşên serekê pêk tê. Başa yekem nivîsandin û xwendina muzîkê ye. Ev beş bi mijara çêbûn û belavbûna deng dest pê dike û dengên ku di çêkirina muzîkê de tên bikaranîn hatine vegotin. Paşê tê qalkirin bê ka muzîk çawa tê nivîsandin û xwendin,  pê re jî têgeh û nîşaneyên ku di nivîsandina muzîkê de tên bikaranîn hatine vegotin. 

Di beşa duyem de amûr û dengên ku di jenandin/strîna muzîkê de tên bikaranîn hatine danasîn. Enstruma, li gor taybetmendî û cureyên xwe hatine senifandin û wisa jî qala wan hatiye kirin. 

Bote, cure û teşeyên muzîkê jî mijarên beşa sêyem in. Di dîroka muzîkê de kîjan bote hatine bikaranîn hatin vegotin. 

Di dawiya pirtûkê de jî li ser peyvên qada muzîkê ferhengokek hatiye amadekirin û weşandin.

"DÎROK Û ŞARISTANÎYA ÛRARTÛYÎYAN"

Heta niha li ser dîroka kurdan hin pirtûkên bi kurdî derketine lê hin beşên dîroka kurdî hene ku hê di tarîtiyê de ne. Niha bi pirtûka "Dîrok û Şaristaniya Ûrartûyan" beşek ji vê beşê derdikeve ber roniyê. Pirtûk ji aliyê nivîskar Îhsan Colemêrgî ve hatiye nivîsandin.

Ûrartûyî li gor pêşîyên xwe Gûtî, Kasît û Mîtanîyan xwedîyê hinek taybetîyên cuda ne. Yek ji wan taybetîyan ew e ku gelek berhemên nivîskî li dû xwe hiştine. Ev jî dike ku mirov agahiyên zêdetir der heqê wan de hîn bibe. Pêşiyên wan bi piranî daketine deştê û di nav qewmên deştî de hatine bişavtin. Lê Ûrartûyî li ser axa xwe û bi rengê xwe mane. Xaleke balkêş jî ev e; tevî ku Med piştî wan derketine hola dîrokê û li qadeke pir berfireh belav bûne jî bi qasî Ûrartûyîyan berhemên mayîn de li dû xwe nehiştine.

Colemêrgî di vê pirtûkên de agahiyên li ser Ûrartûyan pêşkêşî xwendevanan dike. Ew konfederasyona ku ji eşîrên Araratî û Naîrîyan pêk hatiye, bi qasî 300 salan hem li pêşberî artêşên herêmê yên nîzamî li ber xwe daye hem jî di erdnîgarîyeke dorpêçkirî de şaristaniyeke gewre afirandiye. Pirtûk bi kurdî vê şaristaniya ku yek ji şaristaniyên paşeroja kurdan e dide nasîn.

"XOŞXWAN"

"Xoşxwan" dîwana Seydayê Cegerxwîn a yekemîn e. Ev dîwan, ew dîwan e ku nivîskarê wê çend helbestên wê di dîwanên xwe ên din de bi cî kirine û di dawiya dîwana xwe a bi navê "Kî Me Ez" de gotiye: “Ev her du ristên dawî ji dîwana min a kevnare ne, ko min nedixwest wê çap bikim. Her wekû ev ristên ha, di sala 1348- 1925'an de hatine çêkirin, lê ji ber ko gelek gotinên biyanî tê de bûn û heta awira min jî hatiye guhertin, min nexwest wê dîwanê çap bikim, lê destnivîsî li nik min peyda dibe.” 

Wekî nivîskar jî dibêje piştî vê dîwanê awira Seydayê Cegerxwîn guherîye. Di vê dîwanê de Cegerxwînekî Xwedênas heye û ji lewma jî pesnê Xwedê û pêxember dide. Lê Seydayê Cegerxwîn di vê dîwana xwe de jî rexneyan li şêx, mela, suxte, paşa, begler, şivan û gavanên Kurd dibarîne û dibêje:

...

Ey şêxê sahibê tac

Wey Rebê qewmê Kurmanc

Madem tu serbitac î 

Çiman tu bêrewac î?   

...

- HESABGÊR/ FERHADÊ MIHEMED / Çîrok / 94 rûpel / 2019

- OMÎDÊN WINDAYÎ / Bonîye-Suad Cegerxwîn / Helbest / 74 rûpel / 2019

- XOŞXWAN / Cegerxwîn / Helbest / 174 rûpel / 2019

- Rêzimana Muzîkê / Fatih Marufoglu / Huner-Teorî / 286 rûpel / 2019

- Dîrok û Şaristanîya Ûrartûyîyan / Îhsan Colemêrgî / Dîrok / 188 rûpel / 2019

 

 

**

  
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: 
http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne. 
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan:

Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul
Telefon: 0212 -6266455
WhatsApp: 0533 474 2551

info@davetiyeonline.net 

  

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Tatlıses çima ji berendamtî vekişiya?

ad

Neviyê Şêx Seîd Hasan Basrî Firat mir

ad

Notên îro: Li ser rojnamegeran çend agahî

ad

Asayîşa Başûr çima bersivê nade?

ad

'Diz' ketin erebeya Aysel Tugluk

ad

Festîvala Navneteweyî ya Gelawêjê dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname