Diyarname
Pêşkêşvanê BBC Gary Lineker bi ser hesabê xwe yê twitterê re polîtîkaya koçê ya hikumeta Îngilistanê rexne kir. Li ser vê yekê karê wî hat rawestandin û hat gotin ku heta ligel saziyê li hev bike peywira wî hatiye rawestandin.
Di daxuyaniyê de wisa hat gotin, "Di bikaranîna tora civakî de rêgezên saziyên yên li ser tora civakî binpê kirine. Heta li hev kirinek çêbibe dê pêşkêşvaniya bernameya Match of the Day (Maça Rojê) neke."
Yek ji pêşkêşvanên bernameyê Ian Wright jî ji bo piştgiriya Lineker got ku ew jî dê dernekeve bernameya navborî û pêşkêş neke.
Pêşkêşvan Lineker li ser polîtîkaya koçê ya ku Wezîrê Karên Hundir ê Îngilistanê Suella Braverman amade kiribû wisa gotibû, "Ev ziman dişibe zimanê ku Almanyayê di salên 1930'yî de bikar aniye. Li hemberî kesên bêparastin ev polîtîkayeke bêrehm e."
Lineker gotiye ku Îngilistanê ji welatên Ewropayê kêmtir koçber girtine nava xwe û diyar kiriye ku ji bo yên dengên wan dernakevin ew dê her deng der bixe.
Berdevkekî BBC gotiye ku ewê ligel Lineker biaxivin û berpirsiyariyên wî bibîra wî bixin.
Lineker ji dawiya salên 90'î ve li BBC pêşkêşvanî dike. Lineker berê jî li ser koçberan sekinîbû, mala xwe ji bo hin koçberan jî vekiribû.
Li aliyê din Komeleya Nivîskarên Futbolê piştgirî da Linekerî.
Gary Lineker kî ye? Gary Winston Lineker di sala 1960'î de hatiye dinê. Lîstikvanekî fûtbolê bû. Forvet boû. Di tîmên wekî Everton, Barselona, Tottenham de lîst û di sala 1994'an de dest ji fûtbolê berda. Wekî forvetekî di kariyera xwe de 187 gol avêtin. 5 caran bûye golavêjê salê. Ligel tîmên xwe di Kûpaya Îngiliz û Kûpaya Spanyayê de bi ser ketiye. 80 caran formaya Tîma Neteweyî ya Îngilistanê li xwe kiriye. Piştî dest jê berdana lîstikvaniyê rêya televîzyonê jêre vebû.


