Diyarname
Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî îro di civîna Koma Meclisê de axivî û daxwaza eşkerekirina gora Şex Seîd, Seyîd Riza kir. Temellî wisa got: "94'emîn salvegera îdamkirina Şêx Seîd e. Cihê gora Şêx Seîd, Seyîd Riza, Seîdê Kurdî eşkere bikin. Li vir zilma goran heye. Gora wan tune ye. Ev hesta gelê kurd tune hatiye pesibandin. Hê jî tune dihesibînin. Ji ber vê yekê em dîsa dubare dikin divê cihê gora wan bê eşkerekirin. Mixabin êşa me mezin e. Di çarçoveya van êşan de navek ku ez neynim ziman nabe heye, birêz Orhan Dogan. 12 sal berê Orhan Dogan ji nav me bar kir. Digot 'hûn dê qet girêdana min a bi demokrasiyê re nikaribin teslîm bigirin'. Nikarîn teslîm bigirin. Ew daxwaz, ew mîrateya ji bo me hişt em mezintir dikin."
Temelli li ser talankirina xwezayê jî sekinî û bal kişand ser Heskîfê.


