logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Romana Filehên Dêrika Çiyayê Mazî: 'Guhar'

Romana filehên Dêrika Çiyayê Mazî hêjayî xwendinê ye û divê ev roman li zimanê ermenî bê wergerandin û li Êrîwanê jî wer

  • Dîrok: 22/03/2012
  • Beş: Serbest

Lokman Polat

Romana Eyub Guven ya bi navê ”Guhar” ji nav weşanên ”Ronahî” derketiye. Roman ji şeş beşan pêk tê û 135 rûpel e. Ev romana nivîskar a duyem e. Min li ser romana wî ya yekem ku navê wê “Kulmek Morîkên Şînbirik” bû, gotareke rexneyî nivîsîbû û min qelsiya wê anîbû zimên. Ev nivîsa min di nav rûpelên pirtûka min a bi navê “Pênce Romanên Kurdî” de cih girtiye. Ev nivîsa min jî dê di nav rûpelên pirtûka min a bi navê “Sî Romanên Kurdî ” de cih bigre.

Li gor dîtina min romana Eyub Guven a yekem qels bû, loma jî min bi meraq romana wî ya duyem xwend ku ez bibînim ka tê de pêşveçûn heye, tune, bi serketî ye yan na, lewre jî min romanê xwend û nirxand. Li gor bîr û raya min, hest û ramanên min û her wiha fêrbûn û zanîna min a derbarê edebiyatê de, ev romana wî ya duyem ji ya yekem çêtir e, baştir e û serketîtir e.

Ev roman romaneke ku navçeyek ji xwe re kiriye bingeh û bi şêweyeke edebî hemû cure tiştên navçeyê û jiyan û têkildariya kesên li navçeyê rave dike. Roman romaneke navçeyî ye û bi vî cure romanî di nav edebiyata cîhanê de gelek roman hene. Gabrîel Markuzê navdar ê xelatgirê Nobelê jî di romaneke xwe de navçeyek bingeh girtiye û li ser vê bingehê romana xwe honandiye. Niha jî nivîskarekî kurd vî tiştî kiriye. Ev serketineke nivîskarîya kurd e û her wiha dewlemendiya edebiyata kurdî ye.

Nivîskarê kurd Eyub Guven romana xwe ya bi navê “Guhar” bi forma “Ez” nivîsiye. Teknîka nivîsînê, skruktur, form, tevn, honandin û ravekirina romanê baş e û tehma xwendina romaneke dide mirov. Naveroka romanê jî gelek baş e û balkêş e. Wî mijareke girîng hilbijartiye û kiriye bingeha romanê û naveroka wê bi vê mijara girîng ve honandiye.

Nivîskarê kurd Eyub Guven romana filehên Dêrika Çiyayê Mazî nivîsiye. Wekî tê zanîn li bakurê Kurdistanê çend eqaliyet hene. Ermenî jî yek ji wan gelên hindik in ku li welatê me ne. Berê hejmara wan zêde bû, lê piştî qirkirina ermeniyan hejmara wan gelek kêm bû. Niha jî li bakurê welatê me ermenî hene lê belê pirhindik in.

Li navçeya Dêrika Çîyayê Mazî malbateke ermenî ku debara xwe bi hedadiyê dikin. Kurekî ermenî ku nave wî Kêvo ye. Kêvo vebêjê romanê ye. Tişt bi devê wî tê gotin, buyer bi devê wî tê ravekirin. Cihê romanê Dêrika Çîyayê Mazî ye. Li Dêrikê fileh û kurd wekî biran bi hev re dijîn. Li Dêrikê mizgeft jî heye û dêr jî heye. Têkiliya kurdan û filehan bi hev re gelek baş e. Fileh rûnê zeytûnê, das, çakûç, mehsek, melêv û cure cure haletên hesinî çêdikin û bazirganên kurd jî wan dikirin û difroşin. Ne tenê xelkê Dêrikê, ji navçe û bajarên din, heta ji Rihayê bazirgan tên û tiştên filehan dikirin.

Di romanê de bi devê vebêj Kêvo rewşa dêrên filehan tê ravekirin. Wekî tê zanîn filehên li bakurê Kurdistanê hene, ermenî, asurî/suryanî, keldanî û nasturî ne. Berê hinek cihû jî hebûn lê niha nemane, wan koç kirine û çûne. Li Dêrika Çîyayê Mazî berê gelek dêrên xaçperestan hebûne, lê niha tenê yek dêr maye. Ev dêr jî bi fermana dewleta tirk derketiye mezatê. Dêr dê bê firotin. Dêrên ku berê hebûne hatine xirabkirin û bi kevirên dêrê li derûdorê, li gundan xanî çêkirine. Hîmê koziyên xanîyên gund bi kevirên dêrê hatine lêkirin.

Vebêjê romanê Kêvoyê fileh behsa kuştinên filehan yên sala 1915’an jî dike. Di ew sal de li hemberî filan bi fermana hikumeta Îtîhad û Terakî a dewleta Osmanî li hemberê filehan  komkujiyek dest pê kir û bi piranî filehên ermenî û hinek asurî/suryanî yên xirîstiyan û keldanî/nasturî jî kuştin. (Ji bo keldanî û nasturîyan hinek dîrokzan dibêjin ew kurdên xirîstiyan in. Lê belê ev çiqas rast e ez nizanim. Keldanî/nasturî bi tevahî kurdî xeber didin û wekî ermenî û asurî/suryanîyan zimaneke wan ê taybet tune.) Di sala 1915’an de malbatên fileh dibine herêma Govê û li wir wan dikujin. Dema qirkirina filehan dikeve heşê Kêvo, ew xemgîn dibe, digrî.

Vebêjê romanê Kêvo ji Dêrikê dice Diyarbekirê. Ew gelek baş û xweş behsa rêwîtiya xwe dike. Ew li Deriyê Mêrdînê ji otobêsê tê xwarê û xwendevanan bi xwe re di nav bajêr de dide gerandin. Ew behsa bajarê qedîm Amedê dike. Ew dice navenda bajêr, dice Çarşiya Şewitî, Çarşiya Hesinkaran, Mêrga Ahmedê, Çarşiya Mastfiroşan, Mizgefta Pîroz a mezin û hwd.

Nave romanê “Guhar” e. Heta ez nehatim xwendina rûpela 58’an ez nizanibûm ku Guhar navê meta Kêvo ye, ango navê jineka ermenî ye ku paşê bûye misilman, lêbelê qet nimêj û rojî nagire û li gor pîvanên misilmaniyê tevnagere. Di romanê de serborî û serpêhatiya Guharê ku çi tofan hatiye serî, li ber çavên wî çawa însanên fileh û zarokên fileh kuştine û hwd, tê ravekirin. Qalkirina wan kuştinan dil û kezeba mirov dişewitîne. Di romanê de çîroka evîna Seta û Mîgro û kuştina wan jî tê qalkirin. Evîndarên rasteqîn li her derî rastê astengan tên û nagîşin miradê xwe.

Zimanê romanê baş e, lê belê di romanê de di şûna peyva razan, raketin de peyva “veketim” bikar anîye. Di şûna ku bibêje “Xew ket çavên min û ez razam” yan jî raketim, dibêje “Xew ket çavên min û ez veketim.” Gelo ev peyveke herêmî ye û tenê li navçeya Dêrika Çîyayê Mazî tê bikaranîn, yan jî peyveke sînonîma peyva razanê û raketinê ye û bi gelemperî li gelek deveran û herêman tê bikaranîn? Gelo ev peyv bala edîtorê weşanên Ronahî M. Ronahî û redaktorê wê Mem Bawer nekişandiye?...

Di romanê de bûyerên berê yên dîrokî û komkujiya ermeniyan heye, lê buyerên nû tune ne, taswîr kêm in û diyalog, axaftin pir û pir in. Zimanê romanê baş e. Naveroka wê, ravekirina malbateke fileh û vebêjê wê yekî fileh, balkêş e. Belkî ev yekem care ku di romaneke kurdî de leheng û vebêjê romanê fileh e.

Wekî tê zanîn û her wiha di vê romanê de jî diyar e ku kurd û fileh ji hev re dibêjine “Kirîv”. Di romanê de jî tê ravekirin ku di komkujiya filehan de kurdan gelek fileh ji kuştinê xilas kirine. Di navçeya me, di Licê de jî malbata me, kalê min gelek fileh ji kuştinê xilas kiriye û wan parastiye.

Romana filehên Dêrika Çiyayê Mazî hêjayî xwendinê ye û divê ev roman li zimanê ermenî bê wergerandin û li Êrîwanê jî were weşandin.

lokmanpolat2000@yahoo.se

***

Hin nivîsên Lokman Polat ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Romana Serhildanê “ŞER LI ÇIYA”
- ASÎVA
- Sî romanên kurdî yên serketî
- Romanên dîrokî û romaneke balkêş: Tehma Xweliyê
- 'Ez bişev tirkî nizanim bipeyvim!..'
-
-

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

RSF'ê qedexeya li ser YouTube şermezar kir

ad

Konfiransa Soranîkirnê an jî Dojminiya Sêqolî li ser Kurmancîyê

ad

Navên sivîlên ku li Tilêliyê hatin kuştin

ad

Çûyîna Bavo ya Hecê!

ad

Atalay çû serdana Demirtaş

ad

'Welat Verroj' vejiya

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname