Diyarname
Cezayê hepsê ku li Xwediyê Weşanên Doyê Huseyîn Gundiz hatibû birîn Dadgeha Bilind jî erê kir û dê Gundiz bavêjin hepsê.
Ji ber pirtûka Aras Erdogan a bi navê "Haberlerin Aginda Ocalan" (Di nav tora nûçeyan de Ocalan) ku çend sal berê weşandibû doz lê hatibû vekirin û salek û 6 meh cezaya hepsê li Gunduz birîbûn. Ev biryar ji aliyê Dadgeha Bilind ve jî hat erêkirin û ji Gunduz re teblîgatek hatiye şandin ku heta 12'yê gulanê divê here teslîmê Serdozgeriya Komarê bibe. Ger Gunduz neçe li ku derê bibînin dê wî biqufilin û bişînin girtîgehê.


