Diyarname
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi merasimekê salvegera xwe pîroz dike û Xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç dide.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di 18'ê avrêla 1992'yan de hate avakirin û îsal kete 20 saliya xwe. Enstîtu ku piştî wefata zimanzan Feqî Huseyîn Sagniç "Xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç" dide. Di vê 18'ê mehê, di salvegera Enstîtuyê de dê hem salvegera Enstîtuyê bê pîrozkirin û hem jî xelat bê dayîn.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji bo xebata wî ya bo kurdî û her wiha li hemberî biryara girtina dadgehê, îsal Mulazim Ozcan (Miraz Ronî) ji bo xelatê guncan hate dîtin.
Merasima salvegera Enstîtuyê û xelatdayînê dê 18'ê vê mehê di navbera saetên 17.00 - 20.00'an de li Cezayir Cafe li dar bikeve.
Ji bo kesên eleqedar dîrok û cihê li dar ketinê:
Mêjû: 18.04.2012
Demjimêr: 17.00 - 20.00
Cih: Cezayîr Cafe - Restaurant, Hayriye Cad (Fransiz Sokagı) No: 12 Galatasaray Beyoglu Stenbol


