Diyarname
Li 11 bajaran Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin. BDP'ê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku li hemberî asîmîlasyonê gelê me heta îro serê xwe netewandiye, dê ji niha û pêde jî netewîne.
Li Bakur kurd roja 15'ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Di vê rojê de çalakî têne li dar xistin, di van çalakiyan de bal dikişînin ser zimanê kurdî û têkoşîna ji bo vê. Îsal jî ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakî hatin li dar xistin.
Li bajarên wekî Amed, Wan, Riha, Edene, Mersîn, Îzmîr, Eskişehir, Agirî, Dêrsim, Semsûr û Bedlîsê ev çalakî li dar ketin. Di van çalakiyan de bang li her kesî hate kirin ku li dijî asîmîlasyonê derên û xwedî li zimanê xwe derkevin.
Di çalakiya li Enqereyê de Wekîlê Serokê Koma BDP'ê ya Meclisê Hasip Kaplan axivî û got: "Ger em azad nebin emê asîmîle bibin. Ji ber vê yekê di Zangona Bingehîn de divê zimanê kurdî bê qebûlkirin. Ev xala me ya ku em dest jê bernadin e."
Di mîtînga ku li Culemêrgê ji bo Cejna Zimanê Kurdî hate li dar xistin de zimanzan Seyîd Celalettin Nazîmî axivî û got: "Em têkoşîna ji bo ziman tê dayîn pîroz dikin û pê serbilind in. Digel hemû zordarî û asîmîlasyonê jî zimanê kurdî gihîştiye îro."
Li bajarên din jî daxwaza parastin, pêşvebirina zimanê kurdî hate kirin.
BDP: Gelê me dê serê xwe netewîne
BDP'ê ji bo rojê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de qala helwesta qedexekar a li ser kurdî, zordariya li ser kurdî hate kirin û wisa hate gotin: "Gelê hema li hemberî înkar û asîmîlasyonê heta îro serê xwe netewandiye û ji niha û pêde jî dê netewîne. Gelê me ku bi diruşma zimanê me yê zikmakî rûmeta me ye, bê ziman jiyan nabe bi salan têkoşîn daye ji niha û pêde jî dê xwedî li zimanê xwe yê zikmakî û çanda xwe derê; heta ziman di saziyên fermî de, di perwerdehiyê de bê bikaranîn û bikevi bin ewlehiya Zagona Bingehîn dê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomîne."


