Diyarname
Aung San Suu Çii li Myanmarê di sala 2021'ê de piştî bi derbeyê ji ser kar hat dûrxistin hatibû tewqîfkirin. Ew şandibûn girtîgehê. Niha cezayê wê veguhartin hepsa malê. Rayedarekî ji Yekîtiya Demokrasiya Neteweyî (NLD) ku nexwestiya navê xwe eşkere bike gotiye ku Suu Çii ji girtîgehê bidine avahiyeke hikumetê.
Herî dawî di li salona dadgeheke leşkeri ya li Naypyidawê dîmena wê hatibû kişandin.Ji wê demê ve qet çapemenî ew nedîtiye. Ji roja ku hatiye girtin her roj bi sûcên cuda ew derxistin pêşberî dadgeh. Dadgehê bi îdîaya sûcên wekî "karên ne li rê", "amûrê ragihandinê (bêtêl) yê ne zagonî bikar aniye", "li gor biryarên pandemiyê tevnegeriyaye" 33 sal cezayê hepsê lê birîbû.
Li gor nûçeya AFP'ê fikra rêxistinên mafên mirovan ew e ku ji bo siyasetmedara pohuler Suu Çi ji çavê xelkê biçûk bixin bi îdîyên "ne rast" ceza lê birîne.
Rêbera Yekîtiya Demokraksiya Neteweyî Aung San Suu Çii di sala 1945'an de hatiye dinê. Roja 6'ê avrêla 2016'an bû Serokdewleta Myanmarê. Roja 1'ê reşemiya 2021'ê bi derbeyê ji kar hat girtin.
Suu Çi bi têkoşîna xwe ya aştiyane û sivîl li dijî dîktatoriya Myanmarê ya leşkerî têkoşiya. Ji ber vê yekê jî di sala 1990'î de d xelata mafên mirovan Rafto, heman salê Xelata Azadiya Ramane Sakharov dan wê. Di sala 1991'ê de jî Xelata Nobelê ya Aştiyê dan wê.
Di sala 2011'an de Xelata Chatham House dan wê. Di sala 2014'an de di nav lîsteya jinên heri xurt a Forbesê de di rêza 61'emîn de cih girt. Koma U2 strana xwe "Walk On" a di albuma "All That You Can't Leave Behind" de diyarî wê kir.
Wê heta niha bi navê "Freedom from Fear" (1991) û "Nameyên ji Myanmar" du pirtûk jî nivîsîne.
Herî dawî di sala 2021'ê de ev fotoya Aung San Suu Çii hat belavkirin. Ji wê rojê de dîmenên wê yên nû nehatine belavkirin.


