logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

Dahûrtina pirtûka çîrokan “Mêşo”

  • Dîrok: 19/08/2023
  • Beş: Serbest

ar- da janxwar

“Qafka, Poe, Bûckett, H. Kovan, Dostoyevskî, Oblomov, Borchert û hwd  şopên van kesan di gelek çîrokan de heye. Nivîskêr di hemû çîrokên xwe de "tecawizî" lehengên xwe kiriye. Ketiye bin hişê wan wekî dîk di tepelika serê wan de fiskiribe (di fiskirinê de zêyek çêdibe tiştekî nû ava dibe lê di vir de berevajî wê sêrbûn derçûye) nehiştiye karekterên wî ji wî azad bijîn, bifikirin. Pir qala desthilatkariyê dike (lê ew bi xwe desthilatdariyê li lehengên xwe dike) û dersê dide wan feqîrên ku ji tirsa wî, newêrin bibêjin kirt.  

Pir dubarekirin heye di çîrokan de, di her çîrokê de eynî qalibên peyvan û biwêj, bikaranîye. Mînak; "weh ma xewn bû!" ,”hela huşbin”, û hwd

Naverok li wê ‘qulê” dialiqe. Erotîzma di wê çahlê de xwe, tev nade. Di warê fîzyolojîk de jî liv tune ye. Li ber mirinê ye, hiş terr e hê di wê tariyê de “heyînperezî”ya xwe, dikole û  çiqas tarî be, ew qas li şiûra wî, xweş tê. Ji hatina wê “qulê” diqehere û diqîre lê dawiya dawiyê li dû xwe, dinêre û dibêje; Ev çi dev e, ma ez ji vî devî derketibûm?

Nivîskêr  qerekterê xwe li hember me dagirtine, bi fikrên wan lîstine û xwe, kiriye şikê. Melankolî, xewn, bîr, erotîzm, êşa tekakesiyê û li xwe mikur(ne)hatina bin hişê xwe şiûr, derşiûr, serekê çîrokan bû. Di warê xwendinê de ziman têkûz e û di ekla xwe de ye. 

Em werin ser çîrokan 

Çîroka Axaftina Bê Deng  

Ev çîrok qala rojên xendekan dike. Bi dû lehengên xwe yên bi navên wan Çoran û Sûreya, gava di mala xwe de li wê taxê de dijî. Ew tirs, xof, zewac, lehengtî, û bin hiş, şer, xwe di hestên wan de dide der  

Çîroka Berdûşo   

....Halbûkî hîna nûh bîrçîbûbûm...rp14 .Ji vir de şûnde hevokên din wekî ku bi metnê ve hatine zeliqandin berdewam dikin. Herikiya lîrîzma çîrokê şikandiye. Di vê çîrokê de berdûş û hevalên xwe, bi lîstên zarokatiya xwe; Sêqûç, kevkanî, cutikê dilîzin û kêfa xwe pê dikin dide der. Berdûş ne wekî berdûşekî ye. Ji ber ku hin caran di qûmatkê de ye. Carna carna jî kalikekî. Carna jî zarokek e. Hûnandina tevnê qels maye.

Hêmaya “derî” û hêmaya “neynik” pir delal in, nûhatiyek ji derî û sûretekî naylon û lekînî bi neynikê tê xapandin. Derî tê vekirin çavê jiyanekê bi hêvî ye lê mixabin neynik wî derî dixapîne û hêviyê dikuje.

Çîroka dîwar  

Dîwarê di meciyê “Sîso” de ew, ji wî dîwarî xelas nedibû. Gêrikan , nanpirûsê ji destê “Dîno“ dida hev. Ew, ji nav wê heriya di heşê wî de dernedixist "Dîno" mêzeya bin heşê “Sîso” ye.  

Dibê qerekter, kêrî navê xwe bê û “Dîno” ne dîn e,  ew mînakek dîntîyê jî nade der.

Çîroka Ez Kûçiko! 

“Eza” ku kûçiktiyê pê girtiye bernade. Sernerm e. Xurtbûna lawirekê, lawazbûna wî, dadigire  û bi wê xurtayê, dilê xwe aş dike. "Qelîştek, du serî, reng" van hersê peyvan rihê çîrokê kuştiye. Derketina rengan û axaftina wan, çîrok beloq kiriye. Diviya " ez kûçiko û qelîştek, bi metnê bida "xwarin" kirin û bimehanda.

Çîroka Herbek Serserkî 

Çîrokek hîmê lehengên wê li ser hejmaran hatiye avakirin. Lê ew hejmar bi mantiqê "hebûn" an "tunebûn"ê û pêşeroj û hiş û ego û kuştîna însên û dubendî ya şer li ber çav raxistiye û hejmar û dawiya çîrokê li hev nekiriye, wekî pîneyeke pêve hatiye zeliqandin. Hejmar û bîr û hebûn û ego, ne li wateya ser navê çîrokê ye. Hejmar û zanyarên derbarê di hiş û egoyê de xweş li hev saz bû ye lê tevna wê kêm maye. Dawî û navê çîrokê tene, li hev hatine.

Çîroka Lempeyek Tenîgirtî 

"Ez li qinê tariye digerim tarî û ronahî her du jî serhilatdarî ye rp 30. Gava ku ji taritiyê derdikeve "eza" û "xwe" diperçive li hev hûrhûrî dibe. Xwe, ji ronahiya xwe, dûr naxe tê li wê  “ezê“ a bêehlaqiyê disekine. Bê ehlaqî çi ye? Ronahî ye an tarîtî ye? Ode "maxzenîka hebûnê a "za"yê ye. Û tarî û ronahî ser leheng in. Çîroka herî xweş a bi tahm e. Serketî ye. Kakilê rohaniyê hêk e. Xwedîyê darloq, gundor e xwesiya şûnik, terk e û parzemînê derzin, û dûr e. Xwediyê hêkê, xwîn e û dermanê herbê, silûka avikê ye. Lê perçeyê çar'em, erdnîgarî bazar dike. Odeyek teng, kûçik, gêrik û li herêma "eza" xwe, dihere û tê.  

Çîroka Mêşo 

Bilbilê hêsîr e binhişê “Mêşo“ ji xewnan, xelas nabe. Bi rêya  serpêhatiyên xwe, ber xwe dide. Dêya wî, di zaroktiya wî de, ew kiribû qefesê. Dikir nedikir nikaribû xwe, ji wê binheşiyê xelas bikira.

Çîroka Nifte 

Bêarî dikare li gor gotinên bi astar tev bigerin gelo? Şeytan kî ye? Ne li gor rihê vê çîrokê ye. Ji ber ku şeytan li gor olan an peyvek e an têgehek e. Lê naveroka çîrokê pûç dike an hildiweşîne an bê wate dike û bêar û şeytan? Nifte û qûl, xwe-da yekê tog e. Kûçikekî tûle ye. Eza herî bi arûzaye û nifte golikek zewqê ye an morîka guhe mêr e, nêr e, nêrmoye. Çîroka “nifte“ li ser hebûn û pergala olan ava bûye. Faûst'ê efsûnbaz bi niftê girê dide û li ser niftê vê guftûgo dike. Lê dubare bûna peyva niftê, rihê çîrokê dikuje. Kesê ku li niftê digere esil li xwe digere û tahakûmên ser xwe, ku wê çawa berteraf bike? Bi dû wê dikeve. Çîrokek xweş e û tevlihevî zêde ye û peyvên ku ketine nav kevanê mere ji xwendina çîrokê sar dike.  

Çîroka Momolog 

Ev çîrok, li ser “lîstika” lîstina şaqûlê ye. Lê gava şaqûlê dilîzin hinek bera wan didin û ji tiştekî ditirse ew tirs tenê "bot" xuyaye gava qala botê dike leşker tîne bîra mirov. Çîrokek serkeftî ye. Serkeftina wê ji hêmeya  "tirsê" dest pê dike. Lê wexta dest bi lîstika şaqûlê dike, şik û sihêra çîrokê dehere. Axir dawiya çîrokê, wê xofa tirsê dîsa pêve girê dide. Ew û tirs, di mekanê kuçeyên  teng de derbas dibe.

Çîroka Nizamim  

Çîrok ji rp 50 an şûn de dibe tîştekî din. Bi hev baş nehatiye kelijandin. Valahî tê de maye. Karekterên çîrokê wekî her çîrokê belengazekî bê xew e. Geh, di xew de ye, xwernedî ye, lawaz e û di şiûra xwe de bi xwe û xwe orgazm dibe.

Çîroka Qerto 

Ev çîrok, bi alîkî xwe ve qerfokiye, bi alîkî xwe ve jî erojen e, bi alîkî xwe dersdar e..Dubare bûna peyvan çîrok dirêj kiriye.

Çîroka Dar(gul)îk 

Erdnîgarî û tixûp û wekhevî û pir rengî, sermijara du lehengan e. Yek jê Qral yên din Kole ye. Lê axaftina wan koletî û qiraltiyê nade der. Du heb ji xwer ser meseleyên welêt û erdnîgariyê diaxivin û bi mîza xwe, an jî  bi erotîka di hişê xwe'd de bi qasî şakirina mîzkirinekê  şîrove dikin. Û her tim wekî çîrokên din dubarebûna çend biwêjan diqede.

Mînak;“gelo min xewn dît” û “gelo ez di xew de bûm“ û “hela huş bin” . Her tim ev biwêjên hanê hevokên çîrokê diçilmîsine û derî li koka çîrokê vedike ku firîz biavêjê û nehêle hewa bistîne. 

Çîroka Saetê 

Çîrokek bi zimanê 'xwe' re şer dike û bi “sîya“ xwe re qayişê dikişîne û şopek e ji du darê saetê texsîr nedikir. Da li bin heşê xwe, çong di wê çolistanê de radikir. Li dû dûxana paş serê xwe, diket. 

Çîroka Serdar 

Çîrok, li nav daran û rasteqîna ajalên di xwezayê de derbas dibe. Di alî dinê de;  Mozo û Serdar û derûnîya wan li sûretê xweza dide der. Lê peyva "kîr" di çîrokê de hişk maye çîrok di bin xwe de melisandiye.

Çîroka Serpiştê 

Ev çîrokek sûrrealîst e. Mekanê çîrokê mezel e an doşek e. Leheng kêzikek şeş ling e. Carna nîvîskêr mudaxeleyî çîrokê dike mînak; "ji xwe wênê jî lîstikek e" rp 72  "Ferqa erdnîgarî ya me û ya spanyayê tûneye " rp 73 

Çîrok, ji kêzika mê û bin hişê meytekî ji gun dest bi keritandinê dike. Zayendek e mê û miriyek î nêr , dimêj e. Erotîka xwestekek mê; Ji gun û hêkê dest pê dike û dixwaze wî bixesîne. Lê binêre bê çawa mêr “mê”tiyê ji xwe re dike alavê têrhiştiya enirriya erosa xwe ya nêrîtiyê. Dawiya çîrokê. çîrok xesandiye. Çi fêde ew hevoka ku "kesekî xwe di mezel de ramedandibû" sihêra çîrokê kuştiye.

Çîroka Sifre 

Ev çîrok jî sifreya fîlm û nivîskar a yên ku ew û lehengên ji tîpa hatiye avakirin û derhiş û bin heşê wan daye ber çavan.

Çîroka Şanoya Di Derencekan de 

 Çîrok, kesekî hefsal di hust de (qrewat) û jinek e. Herdu jî li cîhekî dixebitin.cHêmeya efsûnî "hefsal" pergal. Nimûneyek ji wê “zewac” bi xwe ye. Gava ku ji wî hefsarî xelas bibe wê êdî bin heşê wî, ji gelaşên erotîzmê xelas nebe. Jinek ku bi çavê lehengên me û wî, dixwaze pê ve şa bibe. Ew xwestina pê şabûnê jî ne azadbûna jinê ye. Dixwaze dersê bidê. "Ez li xwe mikur têm û xwe bera meciyê xwe û we, didim lê hûn li xwe mikur nayê ......."rp 82 Desthilatiya mêr, ku çawa xwe, diyar dike. Ji dêvla xwe û wê, berra bin meciyê wê, dide. Tew ew ji wê "hefsariya" xwe jî fedî nake qûrebûna xwe çawa dide der. Jin, objeya nihandinê û fanteziya seksê ye. “Bi teqteqa qondera wê”(xwerûyek fetîşîzmê ye), serdestbûna xwe, bê çiqas hefsar di hûstû de be jî, bi jirîktî dozinê xwe, bi hestên “Nabokov”î distire û bi gotina “Emma Goldman“ jî xwe ji vê tawanbarî ya serdestî xilas dike. Ev peyv bi hestên xwe, li çîrokê hatiye  "dêlik ji dêlikan hezdike" rp 83 .

Çîroka Tecawiz 

Ev çîrok, di bin tesirên tecawizkarê bav û dîmenên çavan de maye. Ji qada guh dernakeve. Debokên serî li rêya guh kil dibe û hey kil dibe. Zinginiyê jî metnê dernaxe. Ji ”dimenên” çav dernakeve û di nava cilêta de maye xwe, jê safî nekiriye. Hê di qula guh de ye. Çîrok di nava êrdê surrealizmê hêç bûye. Navê çîrokê, ji metna xwe bi hezar gavî düre. Hew em, dizanin bav tecavizkiriyê. Gelo çima? Tu tişt di derheqê wê de tune ye û ew û hevok, başvala li wê ortê maye. Dersdayîn dîsa di vê çîrokê de jî xwe dide dest, Axir vê dormê leheng heye û bi çavên wî, hatiye ziman "çavên beloq dibêj ger tu guhdar bike û di mecî de biesirîne” rp 88 .Ev çîrokek e tevlîhev û ceribandinek e neqediyayî ye. 

Çîroka Wirjînya 

Kurdo û hişê wî, tevlî hev in, ne tû dizanî di xew de ye ne tu dizanî xewna dibîne, ne tu dizanî şiyar e. Lê em, dizanin di teyşa xewê de ye û digere bi xwe û xwe diaxive û Kurdo, kesekî buxbuxe ye. Ji xwe qayil e. Ez a wî, nepixiye û pirtûkên qerase dixwîne ên navdarên ne bi navdar û ji pesnê hez dike. Wirginya kiriye sembola pev şabûnê lê Goyayê reben ew dibêje belbî hezkirin keritandiye. Gava çav li wê tabloya ber bi jinekê ve diçe û dibêj e qey ji wê hez dike. Lê nizane kerê wî bera çîwî da ye. Çîrok, hevîrtirşê wê baş nehatiye hilatin û bê nişa ye, av lê kêm ketiye. Di hin hevokan de valahi heye. Hilbijartina karekteran pir baş e. Kirasê ku li “Kurdo“ kiriye ne têra xwe vacaye ne têra xwe zîvarzîvarîye ne têra xwe şalûşipik e ne têra xwe serast û baldar e. Naverok pir delal e lê ji pesnê Kurdo û pirtûkên ku dixwendin jê wê de neçûye.. Çîrok  li ser navê ”Wirginiya“ hatiye nivîsandan lê ”Kurdo” zora wirginiya biriye. Nehîştiye ew biaxive. Kurdo, hêmayek xweş e. Lê qalibê wî baş nehatiye dagirtin û di bin pêga nivîskêr derneketiye. 

Çîroka Xewn e-(reşek) 

Çîrok, ji hişê do û bi saya lehengên şareziya antîk ya Yewmanî de, gazî îro dikin. Doya xwe, seqa kiriye direpîne îro xwe-da-yê(n) do. Bi dewlemandiya lehengên xwe ,çîrok asta wê, hinekî bilind kiriye. Lê giştik nêzî hev diaxifin. 

Çïroka Xwedayê Têkçûyî 

Xwedayê têkçûyî- netêkçûyî ye. Lê gava li neynikê dinêre bê çawa îlozyona mecî rê me dide. Mirêk, îlîzyonistekî baş e ji bo çavên xapînok. Ji çi têk çûye nexuyaye. Tenê jî bin hişê xwe vedirêşe. Mîna xewnekê, mîna mirêkekê, mîna navekî  vê dide der.

 

 - 

Mêşo / Çorê Arda / Weşanên Payîz / Çîrok / 110 rûpel / 2021



Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dilopê ji bo Tarik Ziya Ekîncî got, 'Em sipastdar in'

ad

Wêje di sêgoşeya siyaset, rewşenbîrî û divîskariyê de (I)

ad

Xwendina ‘Hirç û Rovî’ li dergûşxaneyeke Almanya

ad

Şaredarî li hemberî îstîmlaqa Sûrê serî li Daniştay da!

ad

FCE dê Ewropayek din nîqaş bike

ad

Li Amedê qedexe ye, li Stenbolê roja dawî ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname