logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Dahûrandina “Hêlange” ya Yaqob Tilermenî di warê rê û rêbaza romanê de

  • Dîrok: 29/09/2023
  • Beş: Serbest

Ar-da Janxwar

Rê û rêbaz, pir delal e, pir hêja ye, pir dewlemend e. Kêfa min pir jê’r  hate. Û  mijara romanê jî gelek fireh e. Mirov dikare çend heban bêje

-bişaftin

-tengezariya hesûdiya civakê

-birdozî ya ji nasnameyê tê

-pirsgirêkên nêrîtên pirhêlî

-zilma komarê

-nivîskar û mijar

-reenqarnasyon

-….. hwd

Her niviskar û pirtûka wî/wê,  li gor mijara romanê, mînak daye. Ev pirxweşh bû. Lê gelek car bi kar aniye. Ev jî mirov ji xwendina romanê carna sar dike. Li hîn cîhan pir fermî maye. (belbî jî atmosfera şer, kuştin, tevgera polîtîk, kuştinên nediyar, bîrên asîdê yên windakirina kurd, û hwd )

Ji helbesta gundê “eleqeyê” perçe perçe daye. Bi reşniviskî hatiye şanîkirin. Carna lê zêde bûye. Û di metnê dê bê eleqe maye.

Tûrê şêwazê, pir cur bi cur hatiye dagirtin. Vê dagirtinê barê romanê giran kiriye. Têkûzbûn li romanê çênekiriye. Girantir kiriye. Pir zêde şêwaz tê de hene. Çi dîtiye xistiye nava şêvaza romanê. Ev jî mijara romanê winda dike û serê meriv tevlî hev dike.

Gava min, roman xwend, bêtir fedî ya “Utanç”ya  / J. M. Coetzee” anî bîra min. Li wê delavê em birin û anîn gava ku Selman di zanîngehê de lêkolîner bû.

Mekanê Romanê an dika nivisê, li bajarê Hatay û Cizîra Botan derbas dibe. Carna li Stenbol û rojava ye.

Serlehegên me yê resen “Sînemxan”, “Selman” û yên din jî ji kura kuştin an şewitandina welatekî de an jî di gundekî şewitandî de an ji kuştina “ne”diyar de maye ku “nivîskar” ew bi “alî’v” ku de bir. Em  jî li wê dere birin, em anîn!. Xwest ku em tim bi bîr bixîn, em ji bîr nekin bi rêya “reenkarnasyon” bi bîr xistiye. Yek jî jê ji wan bîrxistinan  “Memdûh” (serlehengê Mehmet Uzun e) yên din “Elî”yên elewî an hêmaya ku Hz.Elî tîne bîra me ye. Û yên qerase “Yaqob Tilermenî”, “Niviskêr” e

(dubendiyek din, nivîskar di romana xwe de tam biryar nedaye gelo ez lehengên “Nivîskêr”, ya jî “Yaqob Tilermenî” bikar bînim. Bi ya min lehengên “Nivîskêr” di serî de bi kar bianiya wê xweştir ba  "Ma navê pirtûka te “Hêlanga ye” bi ser navên te de hatiye weşandin. Êdî çi hewce dike tu navê xwe dîsa di pirtûka xwe de wekî lehengekî hilde û pesnê pirtûkên xwe yên din bidî. Bihêle bila xwînêr, pesnê pirtûkên te bide)

Li gor min, serlehegên bi rih ên herî serkeftî û balkêş Memdûh û Elî ne. Ya din jî Sînemxan ”qîza Mîr Bedirxan” e. Hêmayeke gelek delal e. Lê di destê feodalê Selman de, tu qedr û qîmetê wê, nema ye. Di nav fermîtiya wî û zagonên wî de hatiye hebakirin. (tu ferqiya Selman û Bavê wê, nemabû)

Sînemxan, lehengekî dîrokî ye. Ew jî bi xwe di beşa dîrokê de mamoste ye û nasbûna wê û Selman, li Stebolê, li zanigehê dest pê kiriye. Paşê bi hev re zewicîne. Bi qasî pênc salan zewaca wan dom kiriye.

Sînemxan, malbata wê, kurdewar e. Lê qîza wan hay ji wê, tune ye “bavê wê, wekî gotibe; bila ne di min de be bila di hevalên min de be” hew ji xwe re kurd in, em dev ji kurdayetiyê berdin qîza xwe bi kurdûnê jî nehesandine. Kurdbûna malbata wê ”mezeya“ wan e-a axaftinê, a pev şabûnê, a têrbûna serxweşiya zikê meciyê wan e. Û heta ji destên wan hatiye jê dûr xistine. Ev navê ku bi xwe hêma yek e delal e. Vê heq dike gelo?

Malbetek wisa û Sînemxan, gelo tê çi jê hêvî bike. "mîh bi nigê xwe, bizin bi nigê xwe” oxweşhhh çi xweş. Lê em ji pesindariya ‘Nivîskêr, xelas nabin- Yaqob Tilermenî’ jî ji bîr mekin. Yên xwe bi darê zorê di nava romanê de radikir ku bi darê zorê –divê me bizaniba Yaqob vaye li vir e û wekî ji me re bibêje; huş bin haya min ji we heye û bibêje; Çavên min li ser we ye. Ev eybeke û gosirmeteke ku meriv di nava pirtûka xwe de, xwe bide axaftin û haya xwîneran ji xwe çêbike ku bibêje (vay min van pirtûkan jî weşandiye hûn ji bîr nekin). Gelo qey te navek nedît bi qasî xwe hêja- çima tu? Te çima lehengê “Nivîskêr” bi kêr neanî ma qey têra te nedikir gelo? Nivîskêr-wer xuya ye “Nivîskêr” têra xurandina “xura” canê xwe, nekir?

Çend dubendiyên û pirsgirêkên romanê:

Rp.105 "Sînemxan li qiraxa çem xortekî navsare dibîne û dehere pê re rûdine. Û vê dibêj e; Ava di cihoka min de miskarê li pêşiya xwe teqandibû ez êdî nehatima zeftkirin"

Pirs: Sînemxanê, em baş nas nakin em, dizanin jina “Selman e” û pênc sal e bi hev re ye û pevre zanko xwendine. Gelo ”Sînemxan” çend heb hevalên wê hebûn?Û çend ceribandinên wê, yên nav jiyanê hebûn? Nivîskarê me, di meciyê xwe de ev qedandiye. Lê di nava romanê de nemehandiye. Ev têkîlî xav maye.

Gelo hema ji nişke ve însanek karibe here henda yekî û bibêje ez dixwazim li axaftina te guhdar bikim?

(Lehenga Jin, ma ew qas ne erzan e?) Ma qîmeta wê ew qas e û here xwe, bispêre mêrekî, -hin tu tişt bi hev re xweşikî nejiyaye- hev nas nakin, ma ew der Ewropaye gelo? Liv û tevgerê wê, Ewropî ye)

Kî ye Elî? Der heqê wî de em tiştekî nizanin. Nivîskar wê bi tenê dihêle û dibe dixe hembêza mêrekî. Ka jiyana wê, ka ceribandinên wê, ka tecrubeya wê ya jiyanê? Vikîvala li hewa dimîne di nava romanê de. Û mêr "Elî" kakilê di gûzekê de dixuye. Çima mêr kakilê gûzê ye? Ev ne terefbûn e lê çi ye? Nivîskêr, bi alî zilêm digire wî xurt nîşan dide. Jinê jî lawaz dide xuyakirin û nikare bibe tekakesekî ji xwe re (gelo çima? li gor ya min; ew kesekî adaniye afrîner e- ji vê şûnde ji takekesitiye xwe derdikeve-)

Rp109. Derheqê ”Elî“ de jinika me zû qanih dibe. Û dibêje derbarê jinê de ez serwext kirim. Kêfxweşî li rûyên min da der. Ka der heqê jinê de gotiye çi Elî: 

"- Şeytan weke Eyşika Ereb.(biwêj)

- Şeytan ji gunehên mirovan, Jin jî ji şeytên(baweriyên olî )

- Ez, jî hebûna şeytên bawer nakim.

- Şeytan, xerabiya mirov bi xwe ye. Ka fikrên wî yên derheqê jinan de? Min tişt nedît."

Gelo çima Sînemxan zû qanih kir? Ji ber çi hûn dizanin gelo? Wextê Selman û Sînemxan bi hev re  bûn, Sînemxanê dawa gedakî ji Selman dikir. Selman jî reda wê, daye. Ew bi Elî re zûzûka da naskirin û ew daxwaza Sînemxanê bi destê Elî anî cî, ew bi gedeyekî terbiye kir –li gor min-)

Lehengên mêr: xurt, jêhatî, bi tebat, aram, xwedî bawerî, xuya dikin. Lehengên Jin: bê teqet lawaz, hew li gor hest û kevanatiya xwe, zû hestiyar dibe, xuya kiriye. Jina reben ji do de amada ye ku bi “Elî" re herin qehweyeke tahl vexwin.

Radeya pesinandinê diherike lûtkeyê.

Nivîskêr Û nivîskar “Yaqob Tilermenî” ji ba “Heydo  Kerîm“ ji Mêrsînê hatiye Hatayê. Xwe, bi Sînemxan dide naskirin û dibêje; ez Yaqob Tilermenî çîrok romanên kurdî dinivîsim rp.155

Rp.191 Nivîskarê me dîsa li ser dikê ye. ”Yaqob Tilermenî“ li ser romanê dixebite û di noqteyek polîsan li Cizîrê tê li ba Sînemxanê û li wir dibêje; ez wê, nasdikim lê xwedî derdikeve jîrbûna xwe dide pêş kawikbûna jinê dide der- mêrtîya feodal an qelsbûna jinê ya ji –nêrbûna xwediyê erkê-li wir dîsa dide der.

"Ez xeleka kor a di nav wêneyekî de tevlî hev de bûm....."rp 194

Xeleka kor an qedera jinê ye gelo? Ew Xeleka di meciyê mêr de ye ew girêka kor ya serdestiya mêr e, erka Selman e an Nivîskêr e, an Yaqob Tilermenî ye?

Bi gotina jinê (Sînemxanê), di der heqê serdestiya mêr; vê dibêje rp:196."Ez fena lehengeke îdealîzekirî ya nivîskarek palpişta wan bîrdoz, bûm."

Jin kêzike bê dûv bû. Dişewitî û diheliya û gerek bêhna dûvê xwe bida dora hilêriya mêran? 

Nivîskêr der heqê nivîskaran de 

RP.210 Sînemxan vê dibêje ji bo nivîskêr edebiyata bê siyaset girara bê rûn a rijî ye. (Ev çi dubendiye yahû!!!! Ka te got mêr min îdealîze dike û pişta xwe daye bîrdozan îja ev çi bûn? jina reben ber destê “Yaqob tilermenî“ nake der. Rê li ber şaş bûye. ”Wekî  şixulê Dêrikiyan got e; yabo her der li ca we re bûye teşt” 

“Yaqob Tilermenî“ dîsa derdikeve piyasê. Û berê Sînemxanê dide nava bîra xwe, û vê dibêje; "Edebiyata bê siyaset bê feraset e” bi wê dide pejirandin ku ew jî bibe xwedî heşê mêr. ”Niviskêr” quretiya xwe dike barê herkesî û îşka quretiya xwe bi ser navên nivîskaran dide jidandin û wisa dibêj e. Rp.222. "Tu zanî, em nivîskar wekî margîseyanin bi her kitêbekê re rengê xwe diguherînin nikarin li heman cihî bihewin. Ger îro dost bin sibê dibe dijmin yanî wekî tu zanî, em giş derewçîn in." Û nivîskêr dilê wî ji Selman re dixwaze û vê dibêje;  "Ez jiyana wî ji serî heta ji binî ji we re vebêjim û jiyana wî romanek e" rp.217

Gelo Sinemxan li paş çiyayê qaf bû? Çima derheqê Sînexanê de ew qas pesindarî tune bû? Ji xwe her du jin û mêrê hev bûn. Selman feodalekî dera hanê ye, Sînemxan jê moderntir e û pêşdeçûtir e. Selman, zilamê zagona ye, ji rêz û rêzgirtinê hez dike. Sînemxan jî, keseke hestiyar e, guh dide jiyanê. Lê ew jî, ji dubendiyan xelas nabe. Û di bin bandora niviskar “Yaqob Tilermenî” de dimîne. Nikare xwe jê xelas bike.

"Selman; Min dixwest bibim ahtapot û xwe, bi her derê bigirim û xwedî sê dilan bim ji bo ku karibim ji gelek jinan hez bikim" rp 40

Selman, ji hezkirina her jinê xwe radikişîne û Sînemxanê, bi xalên zagonan terbiye dike. Paşê jî berê wî “bi rojên azad ve“ vedike. Ev neheqiyek mezin li Sînemxanê hatiye kirin.

Rp 72 ji peyva mamoste hez nake û ji bo bi wî navî nêyê pênaskirin û dibêje li dibistanên dewletê nebim mamoste ji bo ezmûna zanîngehê dixebitim û paşê  dibe lêkolînerê zanîngehê. Ev ne dubendî ye? Zanîngeh û dibistan, ramana xwe, ji dewletê distîne. Çi ferq heye?

Pêşbergê kitêbê, pir xweş e. Li gor naverokê ye. Ziman, têkûz e. Car carnan roman meriv di meraqê de dihişt. Herikbûna metnê xweş bû.

- Hêlange / Yaqob Tilermenî / Weşanên Lîs / Roman /228 rûpel / 2016

 

 

***

 

Nivîseke din a Ar-da Janxwar ku di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Dahûrtina pirtûka çîrokan “Mêşo”

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nîşana Lîyakatê didin Fatih Akin

ad

Vê hefteyê 6 fîlm hene

ad

Jennifer Lopez ji bo otîstîkan li ser dikê bû

ad

Hilbijartina Îsraîlê, kî bi ser dikeve, kî winda dike?

ad

Serokwezîr ceza da Lemanê

ad

Porteqala Zêrîn dê bang li Îranê bike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname